Belavkirina “Hawarê” çawa dihat kirin?

Dema mirov bixwaze kovarek derbixe gelek xal hene ku divê mirov li serê bifikire û hêj dest bi weşana kovarê bike. Gelek tişt hene ku zahmete ku tenê yek mirovek bike. Ger ti kes tinebe, mirov dikare di nava demê de, ji bo xwe re gelek kesan perwerde bike da di rojên pêş de mirov hinek rihet bibe.

Dema Mîr Celadet Bedirxan dest bi weşana Hawarê kir, berya wê ji xwe re lîsteya navan çêkiribû. Lîsteya navan li dora 3000 kesan bû. Her hinek ji wan li çar perçeyên Kurdistanê bûn û ji hev belav bûn. Di wê demê de poste hebû ku karibe bi rêya wê belavkirina Hawarê bike. Lê çiqas wext diçû sînorên her çar dewletan zahmettir dibû ku xelk bikaribe here û were.

Li gelek deverên Kurdistanê ragihandina Hawarê bi pişta zilam û heywanên barhilgir dihat kirin. Ev jî gelek zahmet bû. Lê dema Hawar li Şamê derketa, nusxeyên wê digihan her aliyê Kurdistanê. Celadet Beg jî ji xwe re gelek rêyan peyda kiribû da kovarê belav bike.

Lê rola mezin ya belavkirina fermî ji aliyê jina wî Rewşen Bedirxan ve dihat kirin. Rewşen Bedirxan hêj bi Celadet Beg re nezewicî bû, alîkariyeke mezin dida wî. Her roj piştî karê xwe ye mamostetiyê diçû ciyê Hawarê û navnîşanên ku wê Hawar jê re here, yek bi yek dinivîsand û dida postê. Vî karê hanê bi rêk û pêk dikir. Rewşen Bedirxan di sala 1932an de bi weşana Hawarê ve dest bi vî karî kir û heya sala 1935an dewam kir. Rewşen Xan hêj di sala 1935an de bi Mîr Cedat re dizewice. Lê ev zewac nabe astengî ji bo belavkirina Hawarê.

Rewşen her dewam dike û Hawarê belav dike. Hetta dema Ronahî dertê car din heman karê kovarê dide dewamkirin. Ev jî dibe sebeb ku rola Rewşan Bedirxan di perwerdeya xelkê Kurd de gelek zêde be. Ji ber her dû kovar jî xwediyê roleke perwerdeya siyaset û kultura Kurdî ne. Ne tenê di belavkirina kovaran de lê her Kurdê ku rêya xwe bi Şamê xistibe, bê şik nan an çayeka Rewşen Xanê vexwariye.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Mirov û dîrok

Fehmdarî ye ku pêvajoya çêbûna mirovekî, jiyan û mirina wî, rêza bûyerên vê pêvajoyê “dîroka …

Leave a Reply