Bela û Îmtîhan – M. Mahmûd Tibyatî

Di Qur’ana Pîroz de béjéya bela bi m’ana ceribandiné bikar té anîn.  Di 37 ayeta de bela û béjéyén miştaqé bela derbas dibe. Û dîsa di vê mijarê de bi m’ana Fitné jî derbas dibe. Bi teybetî nézî 60 ayeté Qur’ané ev béje derbas dibe.  Bi nerÎna  Qur’ané Jiyana Dinê îmtîhaneke, silsîlak îmtîhané ye. Ji xwe armanca xuluqandina asîman û erdé bi xwe jî îmtîhane. Erdu asîman derguşa îmtîhané ye. Jiyan û mirin jibo îmtîhané ye. Bo meriv cenneté qezenc bike, însan di diréjîya jîna xwe de lazime bibe layiqé ‘emelé ku dibe sedemê bi destkirina cenneté.

Bégüman îmtîhan gelek héja û bi qîymete, lewra kesé qenc û xirab, mü’min û kafir, ‘abid û fasiq encax bi îmtîhané ji navhev bén derxistin. Gelek şiklé îmtîhané hene, yanî riyé ceribandiné pirin. Însan carna bi civaka xwe re, carna bi cîrané xwe re, carna bi fikru ramané şaş re, carna bi birayé xwe ye müslüman re îmtîhan dibe.  Qur’an gelek şiklé îmtîhané daxuyanî dike. Herwekî zaré îsraîl bi hebandina golikê hatin îmtîhankirin. Artêşa Talut bi vexarina avé hat îmtîhankirin. Sehabé Péxember (S) bi m’îracé, bi guhertina Qiblé, bi Hicreté hatine îmtîhankirin. Bi kurtahî gelek şiklé îmtîhané hene. Îmtîhan her çiqas ji hev cudabe jî bégüman armanc û xaye herdem yeke. Belé armanca temamé îmtîhana bé gelo însan guhdarîya emré xweda dikin yan nakin… Jibona ev heqîqet bi ça’vé diné bé dîtin însan di van qonağa de lazime derbas bibe.

Li gor ji Qur’ana pîroz té féhm kirin  rêz û qeîdê îmtîhané bo hemî kesî ye. Yanî temamê însana îmtîhan dibin. Îmtîhankirina însana Sünnetek xweda ye. Bi qasî xirab îmtîhan dibin hevqasî baş û qenc jî  tén îmtîhankirin. Péxemberé ku qasidé Xweda ne derneketine ji dervî vé çerçové. Hz Îbrahîm (as) bi serjékirina kuré xwe hatiye îmtîhan kirin. Hz Yusuf bi daxazé pîreka wezîr  hatiye îmtîhankirin. Hz Musa, Hz îsa, Hz Muhemmed (S); belé temamé péxembera miheqeq bi şiklekî, bi rengekî, bi tiştekî hatine îmtîhankirin. Û vé îmtîhana xwe bi serfîrazî derbas kirine. Mirovén îmtîhana xwe bi serkeftin derbas kiri be îmana wan zéde buye. Yé di vé îmtîhané de weritîne di nav şaşîtîya xwe de şemitîne.

“Ew  ( xwedayekî wiha mazin e) Bé kî je we ‘emelé qenc dike bo biceribîne jiyan û mirin xuluqandiye.”    Mülk: 2

“Me hemî tişté li ser ruyé erdé kire xemlu xéz, da ku kîjan însan hé pirtir emelé qenc dike jibo em biceribînin.”  Kehf: 7

“Ew bo bé kî ji we hé çétir emel dike biceribîne, dîgel ‘erş li ser avé bu, asîman û erd di şeş roja de xuluqand.” Hud: 7

“ Her nefs wé miriné t’am bike. Bo tecrîbaké em we bi xér û şerré diceribînin. Û huné encax her li me vegerin.”  Enbîya: 35

“Ma însan güman dikin ku bi devé xwe bibéjin me îman anîye û dîgel em wan îmtîhan nekin emé dev ji wan berdin. Bi sond be me yén berya wan jî îmtîhan kiribu.  Helbet xweda wé rasta jî derxe holé û wé şaşa jî derxe holé.  Ankebut: 2–3

“Qey xweda heta ji nava we yé cîhad dikin û yé Sebir dikin ji navhev dernexe hun güman dikin huné herin cenneté.” Alî Îmran: 142

“Bi sond be! Emé we îmtîhan bikin heta ku em sebirkaré we û mucahidé we ji navhev derxin û exbaré we eşkere bikin.” Muhemmed : 31

“Hun bizanbin! Malé we û zaroké we heryek ji wan sedemé îmtîhaneké ye. Mukafata mazin jî di qaté xweda de ye.”     Enfal: 28

“Ew e é go we kiriye xelîfé ser erdé, û di derbaré nîmeté daye we, é go we diceribîne, û hinek ji we di ser  hineka re girtiye ew e.”  En’am: 165

“Bi sond be! Emé we hinekî bi tirsé, bi birçîbuné, bi kémbuna mal, zarok û zexîra îmtîhan bikin. Ey péxember! Tu mizgîné bide sebirkéşa. Ah wané sebirkar dema belak té seréwan dibéjin em ji ba xweda hatine û emé her li wî vegerin.” Baqara: 155-156

Di vî warîde Resülé xweda (s) wiha dibêje:

Pirbuna xér û qencîya bi mazinbuna bela û musîbeta re berambere. Dema xweda ji civakeké hez dike bégüman wan bi bela ezyet û musîbeta re seranser dihéle. Wan bi van tişta îmtîhan dike, diceribîne. É dî her kî li hember van bela û musîbeta sebir bike û bi wan razî bibe, razîbuna xweda jî bi wî kesî re ye. Û her kî jî li hember van bela û ezyeta biheje, biqahere, aciz bibe qehr û ğezeba xweda li ser wî kesî ye.”  Îbn. Mace: Fîten: 23

“Mersela Kesé mu’min wek mersela wê xerza li cihekî bilind şînn hatiye ku ba ji kîjan hélé de digobile, xwe ji ba re ditewîne, feqet naşké. Û dema ba disekine ew jî rikî rast dibe. Ah mirovén mü’min jî wiha ye. Ew jî bi sedem bela ditewe bes naşké. Dema bela radibe rikî rast li ser pîya disekine. Mersela Mirovén Kafirî ji heqqîyé beré xwe zîvirandi ye wek mersela darek çam ya li cihekî hişk rikî rast sekinîye. Dema bayekî gür digobile di nêvî de dişké. Nihayet dema xweda duxaze wé di careké de li erdé radixe.” Buharî Tewhîd: 32

Ji eshabé péxember (s) Hz Sa’d jé dipirse dibéje: Ya Resülellah! Ji héla bela, mü’miné îmtîhana wî herî dujwar kijane?

Resulé xweda (S) wiha dibéje: Di nav însana de é go îmtîhana wan zordujwar péxemberin û di péy re derence derence mü’minin. Însan li gorî girédana bi dîné xwe re té îmtîhankirin.Heger bawerÎya insan xurt be dê îmtîhan wî jî giran e. Û heger bawerîya wî qels be, bi qasî bawerîya xwe îmtîhan dibe. Bela wiha bi yaxa însan digre heta bégüneh li ser erdé bimeşe péşya wî bernade.” Tîrmîzî: C.2.S.78—Suyutî Camîusseğîr: C.1.S. 136

“Di nav însana de é go bela û musîbeté herî giran té seré wan péxemberin. Di péy re însané qenc û salihin û di péy re jî derence derence mü’minin.” Suyutî Camîusseğîr. C.1.S. 136—Keşful Hafa: C.1.S. 144

“ Béguman Dinya şérine hişşîne, û xweda hun kirine warisé wé, we kiriye xwedyé wé. Û ‘emelé we qontrol dike. Ji ber vé  xwe ji Dinyé biparézin û xwe ji pîrekajî biparézin. Lewra fitna zaré îsraîl ya yekem pîrek bun.” Muslîm Zikir: 26—Înb. Mace Fîten : 19

“Ku xweda ji ‘ebdekî xwe hez bike wî ji Dinyé diparéze. Herwekî yek ji we nexeşé xwe ji avé diparéze.” Tirmîzî: 2107

“ Jibona we tişté ku herî ez jé ditirsim ku piştî wefata min, ku dinya xemlu xéz û debdeba xwe ji we re veke, pêşkêşı we bike û hun jî dilé xwe bibijînin wê.”Buxarî

Ez sond duxim bi wî Rebbé ku nefsa min di desté Qudreta wî de ye! Ez ji feqîrtîya we natirsim. Bes ez ditirsim ku Dinya derîyé xwe ye dewlemndî yé ji we re veke, herwekî ji yé berya we jî re vekiribu. Da ku hun bi tişté di desté xwe de bixapin û çawa ev tişt yé berya we jî hîlak kiribun dê we jî wiha hîlak bike.”   Buharî/ Müslîm

Kesé mü’min herdem di îmtîhané de ye. Carna bi bela û musîbeta re seranser dimîne, carna bi malé Diné té îmtîhankirin û carnajî boy bîhr û bawerîya xwe di demén zorzehmet de derbas dibe. Di demna de mafé wan ji desté wan té derxistin, zilmu neheqî li muqedesaté wan té kirin, malé wan talan dibe, téne şehîtkirin, cellî dibin û bi zindana re seranser dimînin. Evana tev her çiqas di zahirde boy wan şer bé dîtin jî di heqîqeté de bo wan bi xér e. Çüngî Resülé xweda (S) dibéje:  Ez li halé mirové mü’min ecébmayî dimînin. Lewra di diréjîya jîna wî de çi tişté bé seré wî bo wî ew bi xér e.

Û dîsa xweda gelek firahî, mal, mülk, meqam û serkeftiné dike pa’ra kesé mü’min. Bégüman bi van xér û xweşîya, bi van îmkana jî wî îmtîhan dike.

Bi kurtahî çi tişté di desté însan de, çi îmkané jibo wî hatiye amade kirin, çi bela û musîbet, tengî û firahîyé xweda didyé muheqeq heryek ji vana sebebê îmtîhané ye.

Bo kesé mü’min bawerî, yanî îmananîn bi tené ne bese. Pêviste qonaxê îmtîhané, heqîqeté ku îman jê duxaze pék bîne.

Û xweda mizgîné dide mü’mina: “  Helbet xweda mu’mina li ser halé ku té de ne nahéle. Dé qenca ji nav xiraba derxe. Û xweda we bi ser xeybê venake.” Alî îmran : 179

kelhaamed.com – M. Mahmûd Tibyatî

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply