Bêjeya Kurdî da Îlonek Nû

Di wêjeya Kurdî da lêgerinên ji bo nûbûnê dewam dikin. Pirtûka şaêr û nivîskar Ulku Bîngol a binavê “Dengê Pepûkê – Haîkûyên Îlona Nû” weka encama vê lêgerînê derketiye. Merov dikare Ji aliye teşe û çawaniyê ve berhemê wek hewldaneke li xwe zêdekirinekê ji bibîne. Li gel viya jî ev berhem, bertek û lihember derketina pêkutî û kaotîka modernîzmê ye. Berteka li hember bêdangiya şaêr e. Di wextekî ku şaêr helbesta xwe dadiqurtîne nava xwe (di nava xwe da dixeniqîne) derketina “Dengê Pepûkê – Haîkûyên Îlona Nû”wek nûbûnekî ye.

Di bêjeyê da lêgêrîna tiştekî nû bi qasî guherîna demsalan xweşik û balkêş e. Lê guhertina demsalên di bêjeyê da ji guhertina demsalên xwezayê zêdetir diajo.Carna ew qas hînî sar û sermayê, vejîna bi kelecan, kelkela germê dibe xwe nagihîne wî zemanê kehrîbarê nizilandî yê ku ji hemû zemanên din hatiye qetandî. Ancax ji vê xewê tevlihevbûne mezin û şopa wê kûr dikare ber payîzê , ber bi Îlona Nû bibezîne. Di heyam û zemanên pêsîrtengiyê û kaotîk da bêje û bêjekar ji bo ku kelamê bixelisîne ji vê pêsîrtengiyê li rê û dirbên nû digerin û dikevin vê ttayê.Haîkûyên Îlona Nû yên Ulku Bîngol jî di Dengê Pepûkê da ketiyê vê tayê û vê bi xwîner dide hîskirin. Dest ji a kevn ber dide û bi hespê Îlona Nû dikeve rêyek nû, şêwazek nû, estetîk nû, hêmayek nû.Dibê nefret e zeman û li hember vî zemanî dide dû zemanên din.

Payîz ji her demsalekê parekê dinizilîne nav zemanekî kehrîbar û vî zemanê kehrîbar ji hemû zemanên din diqetîne. Lê tew wext Îlona payîzê be, di vî zemanê kehrîbarê nizilandî da hê xweşiktir dibe xweza di her kirasê guhertinê da. Li hev dikele ronkayîya hîvê, hewşên qonaxên vala yên bi xem, bêhna xwelîyê,mirmira çeman, siya darên kehrîbar û kulamên bayê. Xweza hew dibe wek livek bêdawî, ji payîzê heta payîzekê..

Dengê Pepûkê – Haîkûyên Îlona Nû
Helbest
Ulku Bîngol
Weşanên NA – 2020
54 rûpel

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply