Bêhna hêka xerabûyî ji Ûranusê tê

Ûranus ji 3 milyar kîlometreyî zêdetir dûrî cîhanê ye. Zanyaran di encama lêkolînekê de tespît kirin bê bêhneke çawa ji vê gerstêrkê tê.

Heta niha tenê Voyager 2 a NASA’yê xwe nêzî vê gerstêrkê kiriye. Ew jî Çileya sala 1986’an bû. Zanyaran lêkolîna xwe dewam kirin. Armanc ji lêkolînê ew e bû ku tespît bikin bê ewrên li Ûranusê ji çi çêbûne.

Li gorî nûçeyeke kovara Nature Astronomy, êdî zelal e ku li hîdrojen sulfur li Ûranusê heye. Ev jî dibe sedem ku bêhna hêka xerabûyî ji gerstêrkê were.

Profesorekî Zanîngeha Oxfordê Patrick Irwin got, “Eger mirovekî bêşens ketibe nava ewrên Ûranusê, wê li şert û mercên ne xweş û bêhneke gelekî giran rast bê.”

Her çend bêhna hêka xerabûyê jê tê jî, pirsgirêka bingehîn bêhn nîne. Li atmosfera Ûranusê ku ji hîdrojen, helyûm û metanê pêk tê, hewa bi qasî -200 sar e.

Amîda Kurd

Derbar ziman

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply