Bêhna Dara Sincê Ya Dilawer Zeraq

1-Hûn nikarin min li ser çokan bixînin; çimkî ez li ser lingan hatim dinyayê, dixwazim li sere lingan dinê biterîkinim. Min ji kal û pîrên xwe da wiha dît, dixwazim ji zar û zêçên xwe re –li ser lingan jîyan û mirin- bihêlim. Hûn avên di çokên min da diherîkin nabînin. Hûn çiyayên di çokên min da bilind dibin nabînin. Hûn axên xwe lingên min girtin nizanin. Hûn rêyên di çokên min da vedibin û dirêj dibin nabînin. Hûn çûkên di çokên min da hêlîna xwe çêkirinî nabînin. Paşê rondikên li ser çokên min hatin rejandin. Ez ne muhannes im, ne jî muxaberat im.

2-Ez tim bi rîh û şîşên reş dirûve didim qrawata xwe. Her ku dem dibihûre qrawata di stûya min da biçûk dibe, rîh û şîşên reş diperçîwin. Her ku zeman derbas dibe qrawata di gepira min da hûrhûrî dibe û rîh û şîşên reş gihir û mezin dibin. Her ku wext diçe qrawata min dişibe çûk û kuçikan. Paşê mêrîvekî rîhreş û di destan da bi şîşeke reş tê hember min û çûk û kuçika di stûya min da şîş dike. Di cîh da çûk dimire û kuçik difilite. Ez bi kuçika stûya xwe va dimem.

3-Dil û mêjîyê min di bin dara jîyanê da tê pelçîqandin. Nizanim ew diyarîye kê bû. Tim dil û mêjîyê xwe di bin dara jîyanê da digirim, mecbûr im wê bikim. Bi mêşên mêjî û bi teyrên dilî xwe di bin dara jîyane da digirim. Mêşên mêjî dişibin kûrahîya şeve, teyrên dilî dişibin tenêtîya qerbalixa. Ne mêş ji mêjîyê min da derdikevin ne jî teyr dilê min şad dikin. Ne mêş mêjîye min pêşda dixin ne jî teyr dilê min azad dikin. Di bin dara jîyane da hemû derîyan di ser xwe da digirim.

4-Her ku ji xwe şîyar dibim, mêrivekî bîrbûyî dibînim di hundirê xwe da, nizanim kî bû û ji boy çi bîrbû ew meriv. Şîyarbûn, hespa jîyanê xwe li ser kêrekê tûj meşandin bû, nermik nermik, hêdî hêdî. Tim di xewna yên biyanî da şîyar dibim, dizanim biyaniyekî di hundirê min da dijîya, biyanîyekî di hundirê min da xwe digerîya, biyaniyekî di hundirê min da dest ji xwe berdida. Tim di rêyên sirgûnîye da dimeşim. Nizanim kê û ji boy çi ez sirgûn kirî bûm, kê û ji boy çi we rêyên sirgûnîye danîbûn li ber min. Lê min hîs dikir ku sirgûnî qedera min bû, sirgûniyekî di hundirê min da xwe digerîya bû, lê bi peyvên sincirî, bi ristên mexribî, bi hevokên kehrîbarî.

5-Tew xeberdanê min li ser Geverê bû. Min dixwest têkevim dilê Gevere û careke din jî tê da dernekevim. Lê min nedizanî dilê Geverê li kû dere bû. Qarapet tiştekî din digot, denga wî yî zîz bi şiklekî din di dilê min olan dida. Di kefa destên min da hêkên kewan, ez diçûm li ser dilê xalê xwe. Min hêk bêhn dikirin, bêhna bihuştê ji hêkên dihat lê bihuştê zarokan. Yanê bêhna hêkên kewan dişibû bihuşta zarokan. Paşê mirine yên din diket xewna min, terîkandin dihat bîra min. Min bêriya xeberdana xalê xwe dikir lê xalê min deng nedikir, renga xwe belî nedikir. Di kûrahîya dilê min da, xalê min bêdeng diçû, bêdeng dihat. Min ji rêyan, ji rêwîtîyan fêm nedikir. Lê min hîs dikir ku ez mêrivê rêyên bûm, ez di rêya xwe da ji xwe şîyar dibûm.

6-Ez ê alîkarîyê ji xwe re bikim û bimeşim di rêya jîyanê xwe da. Tu heval bibe rû min, dost bibe cem min, sırdaş bibe boy min. Lê wekî din ne tu tişt. Ez dixwazim bi hêz û heza xwe rabim ser xwe û jîyan û mirine xwe pîroz bikim, azad bikim, serwext bikim. Em ji hevdu hez bikinî bes e; hezkirine me ye bibe hêza min, bibe hêzê te, bibe hêzê me. Ji hevdu hezkirin hêz e, şoreş e, serkevtin e. Paşê ji sêdara di hundirê xwe da metirse. Bi destên xwe sêdara xwe av bide, bi awirên xwe rapêça û bipîve, bi lingên xwe bimeşe sêdara xwe. Ne wekî din, yan jî bi alîkarîya yeki/yeke din.

7-Di hundirê min da ewqas pir kend û bendên kevnar û civakî hene ku, ez nizanimê ku çawa xwe nuh bikim. Bi kevirên kevn malên nuh nên çêkirin. Bi lingên birin rêyên nuh nên vekirin. Bi nêrînên qulibû ser hev nikarî ezmanên nehênî bibinî, bi dilekî qulqulî nikarî nameyên rêkûpek binivîsî. Lê bêhêvîbûn di pirtûka min da tune bû. Pirtûka min bi hilweşandinan, bi kend û bendan, bi têkçûn û gerbûnan hatibû pîroz kirin. Pirtûka min bi rûxandinan, bi mirin û çûyînan hêj watedar dibû, hêj cuda dibû. Min bi qayîşkeşandinan birinên xwe yên berê dikewidandin.

8-Bi tirs û bêhnteng, kevirên li ser bîra zarokatîya xwe radikim. Di bîrê da tenê bilûreke şikestî dibînim. Min bixwe bi destên xwe we kiribû bîra zarokatîye. Li ber mirine, te ew bilûr diyarî min kiribû, min jî bi dilekî şikestî ew bilûra te kiribû bîrê. Min bi dilê xwe yî şikestî dizanibû ku ew bilûrê di bîrê da bişike. Wûsa jî bûbû. Ew bilûra te, di kûrahîye bîrê da şikestî bû. Niha du şikestinên min hene: Bilûra te û dilê min. Ez di navbera wan herdu şikestinan da gihir dibim. Bendeyê şikestineke din im.

9-Bi du baskan hatibûm dinê, werqilîbûm xwe, ji rastîyê xwe hîşyar bûm. Di hêlê min ê rastê da hezkirine dayika min heye û ew nerme; di hêlê min ê çepê da tirsê bavê min heye û ew hişke. Min bi herdu baskan dest bi jîyane xwe kir. Heze dayika min dişibe “Sebra Dila” lê tirsê bavê min dişibe “Peroşa Hişa.” Yanê dayika min hezê xwe ji dila xwe hildigire, yanê dayika min tim Dilîye, Dildare, Dilvîne, Dilsoze, Dilbere, Dilbaye, Dilkene, Dildaye, Dilşaye… Lê bavê min hêzê xwe ji hişên xwe hildigire, yanê bavê min tim bi Sînore, Tirsoneke, Revoke, Bêhaye, Bêberpirsîyare, Lerîzoke, Ricifoke, Tunde, Hişke…

10-Di rojên zaroktîye da ewrên reştarî li ser min diçerixî bûn. Her ku dem dibihûre ewrên reştarî gihir dibin, dilê min biçûk dibe. Dilê min î biçûk di destên ewrên reştarî da dihat guvaştin. Lê guvaştineke ji tenêtîye hevpar, guvaştineke ji bêkesîye hevder, guvaştineke ji xeribîye hevkar. Diçûm ber dilê kê, mirineke din dihat pêrgî min, mirina rêhevalên min, mirina cangorîyên min, mirina sirdaşên min. Min xwe nivîşta dayika xwe digirt ya ku stûya min va hatibû dalîqandî. Dilê min di nivîşta dayika min da diavêt. Ewrên reştarî dozê tiştekî din dikirin. Haya min ji şerê tenêtîye û ronahîye tune bû lê min hîs dikir ku tenêtîye şevên min qerbalixe rojên min girantire, watedartire, wêdatire.

11- Her kes di qonaxa zarokatîye da derbas dibe lê her kes nikare saxlem di we qonaxe da derkeve. Hinek xwe nas dikin, hinek xwe înkar dikir, hinek hîç tiştekî nizanin. Berika şalwarê min tijî dumeqesk in; ez tim xwe di heyata yên din da dibînim, ez tim xwe hêlîna yên da dibînim, ez tim xwe di rêya yên din da dibînim. Berika kefena hevalên min tijî keskesor in; ewan tim xwe di bin ewrên min da dibînin, ewan tim xwe di bin tenêtîye min da dibînin, ewan tim xwe di bin barê min da dibînin. Şalwarê min reşe û kefena hevalên min sipîye, nizanim yên bêtext kî bû, belkî ez bûm, belkî hevalên bûn, belkî jî herdu hêl bûn, kî dizane.

12-Bêhna her dayika cudaye, renga her bihuşte cudaye, ezmûna her mirovî cudaye. Her ku bêhna min teng dibe, ez xwe diavêjim hembêza dayika xwe bi peyvên sivik û fûrek û bêdeng, ji we re dibêjim: “Ez pir ji te hez dikim daye. Her kesî û her tiştî bêhtir ji te hez dikim. Rehmê Xwedê di te da hîs dikim. Bêhna cennete Xwedê ji te hildigirim. Tu pirayê di navbera min û Xwedê da yî. Paşê dua û lavayên te peyvên Xwedê li ser min dirêjînin. Ez tim di bin baranên biharê da rûye te dibînim, bi çavên te dinêrim, bi dilê te hêst dikim, bi awirên te li xwe vedigerim.

13-Em tim rêwîyên rêya dûrin; çimkî azadî hêj ji me dûrtire û koletî ketiye binhişên me. Li ber me rêyeke dûr û dirêj, zor û dijwar heye. Rêya xwebûne heye. We rêye bedeleke giran ji me dixwest. Em jî amadenî. Em yarê yên dinin di rokê siftê da û rêwîyên reya dûrin. Paşê hevalekî min bi xwîna xwe axa me pîroz dike, dilê min di ortê da dibe du parçe; parçeyek di vê hêlê da dime, parçeyek jî bi hevale min re dihere û binax dibe. Niha nîvco azad im, nîvco bindest im, nîvco binax im, nîvco serax im, nîvci jor im, nîvco jêr im, nîvco li vir im, nîvco li wir im.

14-Bira, xwezî min hemû xewn û xeyalên xwe te da ne. Xwezî rê û rêçikên me bişibiyana hev. Xwezî te di bin dara sincê min da bêhna xwe hildaya, min jî di bin dara sincê te da bêhna xwe berdaya. Xwezî te di robarên da min ajniya bidaya û min jî di çemên umre te da soberî bikiraya. Lê nebû bira, nebû. Te di zindanê yekî din da cezaya xwe dikişand û min jî di hepsa yeke din da rojên xwe tijî dikirin. Xwezî min pênûsê sor bidaya te. Xwezî me bi pênûsên xwe yî sor li defterên xwe xêzên sor çêkirana, belkî em ewqas ji hevdu dûr neketibûna, belkî em ewqas pir ji hev cuda nebûniya, belkî hindik bûbûya jî peyvên me bişibiyana hev.

15- Lo Rûstemo! De ji min re bibêje, ka kî di valahîye xwe da winda nebûye. Her însan kuliyeke berfe ye, ji jor da tê û di valahîye erde da winda dibe. Her însan dilopeke barana ye ji ezmanan tê û di axê da com dibe. Her însan peleke dara ye û ji çimkê xwe da diqete û tevê axê dibe. Her însan çûkekê ku ezmanên xwe da azad û bextewar difire, qasê rizkî xwe, qasê qismetî xwe, paşê gerdibe û di valahîye xwe da com dibe. Çîroka vegere eynî bû: Em ji Xwedê hatibûn û em ê dîsa vegerinî ba Xwedê.

16-Dayê min xwe radestî hêsirên te yî hundirîn kiriye. Min bi hêsirên xwe yî hundirîn bişo û veşêre, vebijîne û biterikîne. Ma ez jîyan û mirine, mayîn û çûyîne, dûrbûn û nêzîkbûne bi hêsirên te yî hundirîn nas bikim ku di şevên bêberbang da xwe aş bikim, êşên xwe kedî bikim, kulên xwe bikewînim, keserên xwe azad bikim. Min di hêsirên te yî hundirîn da hemû dewr û dewranên mirovahîye didît, afirandinê însên didît, xewnên tî û birçû didît, şer û pêvçûnên belasedem didît. Min bi hêsirên te yî hundirîn hemû daristanên xwe ava dikirin, hemû gulistanên xwe adan dikirin, hemû şaristanên xwe abad dikirin.

17-Me tim xwe di yên din da dikuşt, bi paşgotinan, bi defikan, bi sîxuran. Her ku roj hildihê em di qerbalixa yên din da dest bi xwekuştina xwe dikinî, şev dibe di kûrahîya tarîye da kesayetê vê rokê binax dikinî. Bi Habîl re ji xewê şîyar dibinî lê bi kabûsên Kabîl re xewa xwe dawî dikinî. Di destpêke da rêhevala me ronahîye lê di encamê da em bi tarîtîye ye dimînin. Bi agirê yên din daristanên xwe dişewitînin yan jî hîç nebû umra xwe radestî darbesta yên din dikinî. Kî dizane di darbestên me da çend umrên yên din hene. Em revoke xwe, wêreke yên din bûn. Em valahîye umra xwe û wateya jîyanê yên dininî.

18-Tim di can û bedene min da agirên Newrozê vêdikevin. Her ku 21ê Adarê dibe, ez xwe li ser lûtkeyên Çiyayê Zagrosê da dibînim. Roj hevalê mine, ba birayê mine, av ruhe mine, ax canê mine û agir (sembola) azadîye mine. Nan û agir… Li ser sêlê Newrozê nanê xwe dibirijînim û dijîm. Lê dizanim bê nan dikarim bijîm lê bê azadî nikarim bijîm, nexwazim jî bijîm.  Ma di ezmanên min da Teyrê min î Azadîyê tim bifire û mirinê wî yan ji tî û birçîbûne bibe yan jî ji destên dijmin bibe.

19-Diherim ku derê ew çav bi min re tên. Tim barê berpirsîyarîbûne wan çavan li ser min bû. Ew çavên nikarim di hêlekê da bihêlim û bijîm.  Wan çavên bo min dîtîn û boy min hatin girtin. Wan çavan boy min çûn û boy min ketin rêyê bêveger. Di her dere jîyanê min da ew çav hene. Çavên şîn, çavên zer, çavên qehwe, çavên reş, çavên kesk, çavên rengareng, çavên bi Bûka Baranê hatin pîroz kirin, bi ‘Hespa Xwedê’ hatin azad kirin.

20-Bila ma dîtînek te hebe, peyveke te, şoreke te, gotineke te, dîmeneke te, awireke te hebe. Çir dibe bila bibe. Tu ye bi dîtîne xwe va cudahîye xwe qebûlkirin bidî, tu ye bi peyva xwe rêwîtîya xwe bidominî, tu ye bi şorê xwe giranîye xwe di civînan da daninî, tu ye bi gotina xwe bi dewr û dewranên xwe re rabî û rûnî, tu ye bi dîmene xwe va hebûne xwe biparêzî, tu ye bi awira xwe nasnameyê bêdawîbûne bi dest xî.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply