Derhênerê sînemayî yê binavûdeng Behmen Qubadî ragehand ku, Kurdistan bo wî bihûşt e li ser zemînê ye.
Derbarê vê yekê Li gorî sînemagerê Kurd Behmen Qubadî di Festîvala Fîlm ya Munîchê ya Almanyayê de di kongireyekî rojnamevanî de wiha got: “Kurdistan ji bo min bihûşt e û xwezaya herî xweş li Kurdistanê heye.”
Qubadî da zanîn ku, her beşeke ji Kurdistanê xwediyê rewş û taybetiyeke cuda ye û divê sînemaya wan beşan were kirin û bi cîhanê nîşan bidin da ku Kurd di cihê xwe de werin dîtin.
Ji aliyekê din ve Qubadî aşkere ku, Kurdistan heta ku xwe li ser babeta huner û çandê bihêz neke, qet nikare bibe welatekî bihêz.
Behmen Qubadî gelek fîlmên hêja çê kirine, bi rêya fîlmên xwe re Kurd û Kurdistan bi cîhanê daye naskirin.
K24-Navenda Nûçeyan