Behlûlê Mahî (-835)

Navê wî Omer kurê Lehebî ye û bi Behlûl yan Balûlî hatiye nas kirin. Heta niho sala ji dayikbûna wî ne belî ye lê têt texmîn kirin ku ew di naverasta sedsala heştê de ji dayik bûye û dibe ku di sala 835-ê de li Tengegolê miriye û li wê derê hatiye veşartin. Behlûlî rêbaza Yarî (Yarsan), ku rêbazeka xudênasîn û derwîşiyê bû û hinek jî wê bi olekê ji ola Mîtrayiyan çeqdayî dinasin, li Hewramanê deyna. Ew çû Bexdayê piştî demekî ji mana xwe ya li wê derê qesta Kirmaşanê kiriye û li wê derê rêbaza Yariyan belav kiriye û gelek mirêd peyda kirine.

Têt gotin ku hinekan behsê wî bi xerabî li cem xelîfê pêncê yê ebbasî Harûn el-Reşîdî (766-809) kir û xelîfeyî fermana kuştina wî da, lê îmamekê nêzîkî xelîfeyî û  ji bo ku wî ji kuştinê rizgar bike jê xwest ku ew xwe wek dînan lê bike û xelîfe bi wê qayil kir ku Behlûl dîn bûye û weha xelîfeyî fermana kuştina wî rawestand. Dibêjin weha û piştî wê ew di nav xelkê de bi Behlûlê dîn hat nas kirin.

Wî helbestên dubeytî bi zimanê kurdî (kurdiya goranî), ku zimanê mîrgeha Erdelanê bû û bi zimanê erebî vehandine û babetên wan olî ne û yên li ber destan mane bes ew in yên di deftera Serencamê de hatine parastin. Ew bi xwe di dubeytiyeka xwe de weha behsê vê dînatiya xwe û rehberiya terîqeta Yariyan dike:

Dêwaney zayir, Dêwaney zayir
Danay yaran im dêwaney zayir

Zayir we ebes keften ne bayir
Recebim nesîm, loremen tayir

Bahlûl di vê dubeytiya xwe de diyar dike ku ew bi dîtina hinek kesan dîn e llê ew di rastiyê de zana û rêberê yariyan e.

Çavkanî:
– Mêjûy Wêjey Kurdî, Sidîq Borekeyî (Sefî Zade), Bane, 1991.
– Weserkirdineweyekî şêirî şaîranî kon û hawçerxî kurdî xwarû, Muqedem Xusrewî, surftown.se (http://yarsan.web.surftown.se/newyarsan/public/showarticle.php?id=1680)
– Mêjû û felsefey Yarsan, T. Tahirî, werger ji farisî: Bîhzad Xuşhalî, surftown.se (yarsan.web.surftown.se/…/a2014mijoo_v_falsafay_yarsan2.doc)
Amadekirin: Sidqî Hirorî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply