Behlûlê Dîn

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran…
Hebû tunebû, dibêjin li gundekî, koskeke kevn hebû, û di wê koskê de jî efendiyek tevî du
kurên xwe dijiya. Îca herdu kurik wisa biaqil bûn ku nîvê aqilê wan jî wê têrî wan bikira. Wan
herduyan jî dixwest bi keça qral re bizewicin lê belê ji bo tistekî wisa cesareta wan tunebû. Rojekê,
prensesê bi riya zilamên ji qesrê, bi herkesî da zanîn ku kî bikaribe di pêsbaziyê de, xwe herî bas
biparêze, ew ê bi wî re bizewice… Îca ji ber ku pêsbazî pistî hest rojan bû, herdu kurik hest rojan
xwe amade kir. Ev wext besî wan bû jixwe, çimkî ew ji berê ve xwedî zanîneke pir xurt bûn. Yekî ji
wan, hem hemû peyvên latînî, hem jî hemû nivîsên sê salan ên rojnameya welêt ji ber kiribûn. Û wî
ew nivîsên sê salan ên rojnameyê hem ji serî ber bi dawî, hem jî ji dawî ber bi serî ji ber dizanibûn.
Kurikê din jî hemû nîzamnameyên esnafan û hemû tistên ku parêzerekî sondxwarî mecbûr bû
bizanîna, ji ber kiribûn. Hetta ne tenê ev, di ser de jî ew difikirî dikare li ser dewletê guftugoyên
dûvûdirêj jî bike, û hefsarên hespan jî çêke.
Wan herduyan jî digot: “Keça qral wê bibe ya min!”
Bavê wan hespekî delal î res mîna komirê da kurê xwe yê ku xwedî bîreke muhtesem bû,
hespekî spî mîna berfê jî da kurê xwe yê ku hosteyê nîzamnameyên esnafan û hosteyê hefsarên
hespan bû. Herdu kurik li hespê xwe siwar bûn, pistre jî rûnê kezeba masiyê morînayê bi serê lêvên
xwe dan ji bo ku gotinên wan hê zêdetir herikbar bin.
Efendî û hemû qerwas li hewsê, li bendê bûn ku herdu kurik li hespê xwe siwar bibin, lê bi
carekê birayê sêyemîn derket holê. Erê, ew sê bira bûn, lê belê ji ber ku yê sêyemîn wekî birayên
xwe zêde nexwendibû, ew ji birayan nedihat hesibandin û ew wek Behlûlê dîn hatibû binavkirin.
Behlûlê dîn hat û ji birayên xwe pirsî got:
–Hûn bi cilên xwe yên merasîmî diçin ku wisa?
–Em diçin serayê, da ku em bi axaftina xwe dilê keça qral fetih bikin û pê re bizewicin. Ma
ev çend roj in, te qet dengê daholê nebihîst.
Û du bira Behlûlê dîn ji meseleyê haydar kir.
–Lê divê ez bibim mêrê prensesê! got Behlûlê dîn.
Li ser van gotinan , birayên wî henekê xwe pê kir û çûn.

–Bavo, hespekî bide min jî, got bi qîrîn Behlûlê dîn, ez ecêb dixwazim bizewicim. Ku
prenses min bigire, wê bas be, na ku ew min negire, ez ê wê bigirim.
–Ehmeqo, got bavê wî, ez hesp nadim te, tu nizanî tu tist bibêjî. Lê birayên te, ew, mirovên
pir girîng in.
–Ku tu nexwazî hespekî bidî min, ez ê li nêriyê xwe siwar bibim herim. Ew ê min e, ew
dikare min bibe tabî, got Behlûlê dîn li hemberî bavê xwe.
Û wî wekî ku li hespekî siwar bibe, li nêriyê xwe siwar bû, ew da ber pihînan û bilezûbez bi
riya qesra qral girt.
Waaw! Behlûlê dîn, bi nêriyê xwe wekî ku difiriya!
Wî di rê de bi dengekî bilind stran digotin û her carê jî qîr dikir digot:
–Ez têm! Ez têm !
Birayên wî jî qet nedipeyivîn, li ser hespê xwe hêdî hêdî diçûn û bersivên herî bas ên ku wan
ê li hemberî pirsan bidana difikirîn, diviyabû bersivên wan mirovan demeke dirêj bifikirandana.
Dema ku Behlûlê dîn gihîst cem birayên xwe, qîr kir got:
–Ho ! ho! Ez hatim! Binêrin min di rê de çi dît.
Û wî qijikekî mirî ku wî ew li ser rê peyde kiribû, nîsanî wan da.
–Ehmeqo! Ma tu ê bi vê çi bikî ? got birayên wî.
–Ez ê wî bidim keça qral.
–Yaa, gelek bas e! got herduyan, pistre pê keniyan û di riya xwe de çûn.
Pistî demekê, dîsa dengê Behlûlê dîn hat bihîstin.
–Ho ! ho ! Binêrin min vê carê çi dît ! Mirov tistekî wisa her roj nabîne di rê de!
Birayên wî careke din berê xwe dan û gotin:
–Ehmeqo! Ev qabqabk e. Ma ev jî ji bo keça qral e ?
Behlûlê dîn got:
–Helbet ji bo wê ye!
Û herdu bira dîsa keniyan, bi riya xwe de çûn.
–Ho ! ho ! Min îcar tistekî hê delaltir dît ! Ho ! Ev tistekî muhtesem e!
–Te vê carê çi dît îca ?
–Oo ! Kêfa keça qral wê gelek ji vê re were!
–Ev herî ye, ehmeqo !
–Erê, erê, eynî wisa ye, lê ev wisa delal e ku mirov nikare zêde di destê xwe de jî bigire.


Wî wisa got û bêrîka xwe bi herî tijî kir.
Herdu birayan dîsa henekê xwe pê kir û keniyan. Wan bi hespê xwe riya qesrê girt û saetek
zûtir gihîstin ber deriyên bajêr. Li wê derê, xwezgîniyan numereyek digirt û ew diketin rêzê. Lê
xwezgînî hingî zêde bûn ku kesî nikaribû êdî xwe bilebitanda. Ji xeynî xwezgîniyan, hemû mirovên
wî welatî jî hatibûn xwe li dora qesrê girtibûn û li ber paceyan disekinîn, ji bo ku li keça qral binêrin
ka ew xwezgîniyan çawa pêswazî dike. Îca li wir heyecaneke wisa mezin hebû ku dema
xwezgîniyek diket salonê, feqîro êdî nizanibû çawa biaxive.
Keça qral jî her carê digot:
–Bêkêro, derkeve derve !
Li hundir, biniyê salonê dikir qirçînî û baniyê wê jî hemû ji camê bû, dema mirov lê
dinihêrt, xwe bi serserkî didît. Di her paceyê de, sê rojnamevanên nivîsevan û parêzerekî sondxwarî
wek çavdêr amade bûn ji bo ku tistên li wir dihatin gotin qeyd bikirana û di rojnameya welêt de
biwesandana. Û ew rojname bi du wereqeyan li her derê dihat firotin. Helbet ev ne tistekî xwes bû ji
bo xwezgîniyan. Di ser de jî, li salonê sobeyek hatibû dadan û ji ber germahiyê hundir dikeliya.
Îca dora birayekî Behlûlê dîn hat; birayê wî yê ku hemû peyvên latînî ji ber kiribûn, lê belê,
wî di dorê de hemû peyv ji bîr kiribûn. Ew ket hundir û got:
–Offf ! Çiqas germ e!
Keça qral jî got:
–Rast e, ji ber ku bavê min îro mirîsk qelandine.
Li ser van gotinan, feqîro nizanibû çi bigota. Ew qet ne li benda tistekî wisa bû. Wî dixwest
li hemberî van gotinan tistekî pêkenokî bibêje lê tu tist nedihat bîra wî. Îca wî got:
–Hiiiimmm!
–Bêkero, derkeve derve ! got keça qral ji wî re.
Îca birayê din ket hundir û got:
–Ev der gelek germ e!
–Erê, em îro mirîskan diqelînin.
–Çawa ? Çi ? Çi ? got birayê duyemîn.
Û rojnamevanên nivîsevan gotinên wî qeyd kirin: “Çawa ? Çi ? Çi ?”
–Bêkero, derkeve derve ! got keça qral ji wî re jî.
Pistî wî, vê carê dora Behlûlê dîn hat. Ew tevî nêriyê xwe ket hundir, çû heta orteya salonê û
got.
–Çiqas germ e, ev der!


–Erê, em îro mirîskan diqelînin.
–Waa, ev çi sens e bi min re ha ! got Behlûlê dîn, wê çaxê ez ê bikaribim qijikekî jî
biqelînim.
–Helbet tu dikarî, got prenses, lê belê bi te re tistek heye ji bo tu bikaribî wî di ser de
biqelînî, çimkî ne beros ne jî taweya min heye.
–Xem nake, bi min re taweyek heye.
Û Behlûlê dîn ew qabqabk derxist û qijik danî ser wê.
–Xwarina me temam e, got keça qral, lê belê em ê sosê ji ku derê bînin?
–Di bêrîka min de heye, got Behlûlê dîn. Heta tu bixwazî bi min re sos heye !
Û wî hinek herî ji bêrîka xwe derxist û rijand ser qijik.
–Te pir kêfa min anî, got keça qral. Ji bo her tistî bersiva te heye û tu dizanî biaxivî. Madem
wisa, ez jî dixwazim bi te re bizewicim. Lê tu dizanî ku hemû peyvên me yên vir sibe wê di
rojnameyê de derkevin? Di her paceyê de parêzerekî pîr ê sondxwarî û sê rojnamevanên nivîsevan
hene, û ew parêzerê pîr, ji nav wan yê herî nalet e, ji ber ku ew ne tu tist fam dike, ne jî tistek bi serê
wî de diçe.
Keçikê wisa got ji bo ku çavê Behlûlê dîn bitirsîne. Îca her sê rojnamevanên nivîsevan, ji bo
ku nerazîbûna xwe nîsan bidin, rabûn hinek hibirê nivîsê rijandin erdê.
–Ev çi dinyayeke delal e ! got Behlûlê dîn. Ez fam dikim ku divê ez bi vê meseleyê re
eleqedar bibim û hemû tistên bi min re bidim patronê wan.
Wî wisa got û heriyê mayî ji bêrîka xwe derxist û avêt ser çavê parêzerê pîr ê sondxwarî.
–Ha ev pir bas çêbû ! got keça qral, tistekî wisa qet wê nehata bîra min… Lê belê ez ê xwe
fêr bikim ku ew çi heq bikin ez ê li hemberî wan wisa tevbigerim.
Û ha bi vî rengî Behlûlê dîn bû qral, jinek û taceke wî çêbû, û li ser textê xwe rûnist. Û
rojname ev tist hemû ji me re ragihandin… lê gelo bi rastî jî mirov dikare bawerî bi rojnameyan
bîne?
Çîroka me qediya, xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya…

 

Çîrokeke Hans Christian Andersen

mehmetayaz.blogspot.com

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply