Sêşem , 29 Îlon. 2020

Bedîuzeman Mela Seîdê Kurdî û Nîkola Nîkolavîç

Di nav gelê Kurd de gelek kesayetiyên hêja û navdar derketine ko navên wan li dinyayê geriyane. Di warê zanyariyê de, di warê leşkeriyê de, di warê olî de, di warê pîşeyî de…

Yek ji wan kesayetiyên pirr û pirr û hêja jî Seyda Bedîuzeman Mela Seîdê Kurdî ye. Seyda temeneke dirêj a nêzî sedsalekê bi têkoşîna li hember kemaliya (kemalîzm) Tirkiyeyê de derbas kir. Bi sed û sih û qusîr berhemên xwe ve ko jê re Rîsaleyê Nûrê tê gotin, gotin di cî de be xewik li kemalîstan herimandiye. Piştî raperîna Şêx Seîdê Pîranî ew jî hat girtin û bo Rojavayê Anatoliyayê hat mişext kirin. Heta wefata wî ya sala 1960-ê temamê temenê wî di zindanê û di û mişextiyê de derbas bû.

Gelek taybetmendiyên vî kesayetiyê Kurd hene ko her yek ji wan hêjaye ko kitêbek li ser de çêbibe. Ez ê li vir, tenê qala mêrxasiya wî bikim. Ev bûyera ko bûye mijara vê nivîsarê di wê dema ko Seyda li Rûsyayê dîl (êxsîr) bû de rûdaye. Ev serpêhatiya pirr sosret di kovara Ehlê Sûnetê de, ji aliyê Ebdurrahim Zapsu ve, di nusxeya 15-Cotmeh-1948-ê de hatiye weşandin. Ebdurehîm Zapsu dibêje:

Ez di Cenga Yekemîn a Cîhanê de li Bedlîsê bi birîndarê dîl bûm (ketim destê Rûsan), Bedîuzeman jî wê rojê dîl ketibû. Ew hatibû şandin bû Sîbîryayê, di kampa herî mezin a dîlan de bû. Ez jî li girava Nangûn a Bakûyê bûm.

Rojekê Nîkola Nîkolavîç ji boyî pişkinanê (teftîşê) tê kampê. Dema  Nîkola Nîkolavîç di ber Bedîuzeman re derbas dibe, Bedîuzeman ti giringiyê nade Nîkolavîç û di ber de jî ranabe. Ranebûna Bedîuzeman bala Nîkola Nîkolavîç dikişîne. Hêcetekê çêdike û dîsa di ber de derbas dibe, Seyda dîsa xwe naleqîne. Cara sisêyê Nîkola Nîkolavîç li ber Seyda radiweste. Bi wasiteya wergêrî di nav bera wan de ev axaftina han derbas dibe:

-Gelo ez nasnekirim?

-Belê, Nîkola Nîkolavîç e, xalê Çar e. Serfermandarê Eniya Qefqas e.

-Naxwe çima heqaret li min kir?

-Na, bila li min biborin, min heqaret lê nekiriye. Tişta ko muqadesatên min ferman kiriye, min ew kiriye.

-Muqedesatê wî çi ferman dike?

-Ez zanyarekî musilman im. Di dilê min de îman heye. Ew kesê ko di dilê wî de îman hebe ji wî kesê ko îman nîne efdeltir e. Eger ez di ber wî de rabûma ser piyan (min qiyam bikira) wê demê min di hember muqadesatê xwe de bêrêzî dikir. Ji ber wê çendê ez ranebûm ser piyan.

-Ev e ji min re got bêîman. Nexwe, li gorî vê rewşê wî hem li şexsê min heqaret kir, hem li artêşa min, hem li gelê min û hem jî li Çar heqaret kir. Tavilê bila di lijneya dîwana herb de bêt dadgehkirin

Li ser vê fermanê dîwana herb tê sazkirin. Fermandarên Tirk û Eleman û Avusturyayê yeko yeko tên cem Seyda û bi israr jê tika dikin ko ew here lêborîna xwe ji Nîkola Nîkolavîç bixwaze. Seyda vê bersivê dide:

-Ez dixwazim herim diyarê axretê û huzûra Resûlulah. Pasaportek bo min pêwist e. Ez nikarim dijberî îmana xwe tevbigerim.

Li ser vê çendê ti kes dengê xwe dernaêxe, her kes li benda encamê dimîne. Dadgehkirin diqede. Ji xala (qanûna Rûsyayê) heqaretkirina bi Çarê Rûs û artêşa Rûs biryara dardekirinê didin. Ji boyî înfazê mangayek leşker tê. Seyda bi awayekî kêfxweş dibêje fermandarê wê mangayê: “Pazdeh xulekan destûrê bidin min, da ez erka xwe ya olî bi cî bînim.” Dema destnimêj digre û du rek’et nimêj dike, Nîkola Nîkolavîç tê cem û jê re holê dibêje:

-Li min biborin! Min digot qey hûn ji boyî heqareta min tevgeriyane. Bes, niho min zanî ko hûn vê tevgera xwe ji îmana xwe distînin û hûn fermana muqedesatê xwe bi cî tînin. Hukmê we (yê dardekirinê) hat betalkirin. Ji ber vê salihbûna we ya olî hûn layiqî pesindanê ne. Min hûn aciz kirîn. Dubare dubare ez tika dikim ko hûn li min biborin… (Tarîhçe-i Heyat, rûpel-114, 115)

Seyda piştî ko ev bûyer di kovarê de hat weşandin, li ser pirsekê holê dibêje:

-Eslê wê bûyera esaretê rast e. Bes ji ber ko şahidê min nebû, min bi awayekî kitekit beyan nekiribû. Lê belê min nedizanî ko ji boyî dardekirina min mangayek hatibû, min paşê zanî. Û fermandarê Rûs ji boyî lêborînê bi Rûsî tiştin digot, min nedizanî. Nexwe wî serpelê musilman ê li wir ê ew bûyer dayî rojnameyê fêmkiribû ko fermandar çend caran got: “Li min bibore.” (Şualar – 523)Belê ev bûyer çiqas sosrete û mînaka mêrxasiyeke bê hempa ye ko yek di destê dijminê xwe de dîl be û paşê jî rabe mirina xwe deyne pêşiya xwe û li hember fermandarê artêşa dijminê xwe derbikeve. Piştî fermana dardekirina wî hatî dayîn jî tenezulî lêborînekê neke û canê xwe rizgar neke. Îca li cem min ya ji wê jî hê sosretir ewe ko ev camêr qet ev mesele ji ti kesî re negotiye heta ko yekî şahidê bûyerê ragihandiye. Sedema negotinê jî nebûna şahidan e. Seyda hîcap kiriye ko behsa serrhatiyeke xwe ya ko şahidê wê neyî bike.

Ez bixwe di wê qenaetê de me ko eger ne Seyda, yekî dî bûya, wê ne carekê bi tenê, wê çendîn caran di sohbetan de ev bûyera sosret vegota û li şahidan jî nedinêrî..

Gelê Kurd bi kesayetiyên xwe yên holê çiqas pesnê xwe bide mafî wî ye.

Abdulkadîr Bîngol

www.candname.com

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Gêziyê Tepa Qelaxa

Li Serhedê, bi piranî jî li bajarê Agirîyê em dikarin qelaxê di serîda gêzî-çikkirî bibînin. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.