Bedirxanî û Rojnameya Stêr

Bi helkeftina ku di Nîsana 2019’an de, (121) sal di ser derçûna rojnameya (KURDISTAN) a dayik re derbas dibe, bi min xweş e ku di van çend rojên hatî de, her roj kovarekê an rojnameyekê ji yên ku kur û neviyên Mîr BEDIRXAN di sirgûnê de weşandine ji we re raxînim ber çavan.

Rola Bedirxaniyan:
Ez nebawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: (1802 – 1868), ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1843’an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê (Peymana Pîroz) de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: “Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in..” Û biyaniyan di pesnê wî de gotin: “Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e”.
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847’an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet zimanê welatê xwe Kurdistan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin.. Û wiha neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe dîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn nasîn.. Bi gotin û kirinê xebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de û çi di warê siyasî de.. Û tev di sirguniyê de, dûrî xaka Kurdistanê û Cizîra Botan mirin û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû..
Wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatin avakirin. Yek ji wan rojnameya STÊR e:

Rojnameya Stêr: Rojnameyeke xurû bi Kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû bû; cihê weşandinê li Beyrûtê bû; 3’ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belavkirin. Hejmara pêşî (1) di meha çileyê berê de 1943’an, hejmara 2’an di meha sibata 1944’an de, hejmara 3’an û dawî di 22’ê çêriya berê de sala 1945’an, anku her salekê hejmarek hatîye çap û belavkirin; dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya (Roja Nû) bû. Xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.

Konê Reş, Qamişlo

Derbar Çand Name

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply