Bê wate û naverok in
Peyv, gotin û gavin
Zaro, dayîk û bav in
Jibo mirovê bê welat û war in
**
Bê wate û xav in
Zemawend, cejn û seyran in
Kar, keyf û xebatên cotkar in
Dema mirov bê niştiman bin
**
Bê wate û sar in
Evîn, pîrozbahî û dîlanin
Stran, henek û giyan in
Lîsk, helbest û cad û baz in
Jibo mirovên bê war û ne serfiraz in.
Beyar Robarî
31 – 12 – 2017