Şevekî tarî de were
Destê xwe bide destê min
Dilê min di tarî û barîyê de ye, li vir
Bibe ronahîya dilê min
Bila zivistan be çile be !
Germahî û hebûna te bes e !
Bila şev kûr û dûr bin
Di xewnên şevan de jî
Bi te re zeman çiqas xweş e !
Hîva min ! Tava min
Roja min, rojbaşa min
Tehm û tewaşa dilê min
Roja çavên min bi te ket
Ez hatim dine !
Min ji xwe hezkir, ji te hezkir
Ez bûm hezkirîyê her tiştî !
Mirin bila tuneba li dine !
Lê belê berîya te mirin
Ji min re jîyan e
Lê li pê te mirin dewrane !
Tu gul î, ez bilbil im
Emrê gulê ji min re
Emrê min ji te re
Tu tunebî gelo kî ji min hez bike?
Kî dilê min germ bike?
Payîz e, şilî ye şilope ye, dilê min kul e
Mij e mijxale ye dinya min
Bergale bûye, li ber evîna te dilê min
Bêdeng, bêbang
Herdem ez te jibîr tînim
Di dinyakî reşe tarî de
Were bibe tava dilê min
Were bibe ronahîya çavê min
Li çolekî bêav bêşilek
Laşekî bêxwedîme û benda te me
Li ber teyr û tûyan û li çol û yabanan
Were, were min veşêre !
Ez ji jiyana bê te kerixîme
Min bi tune bûna xwe ne ceribîne
Bê te ! Xik û xalî me
Tu bi tiştekî dilê min tije nabe
Ez çi bikim bê te nabe!
Tunebûna te li ser serê min
Wek destarek digere ! Dihêre!
Xunavek baranê dibare
Li evîna min û te
Şil û pilim, şerpeze me
Bê te me
Wek agirek zor vemirandî
Bin ve, bin ve dişewitim.
Wek avek bîrve kirî li ser agir
Dikelim, kel diçim
Ji te dûr im
Ez li vir dil kul im, birîndarim.
Lê malxrabê !
De were! Bê te nabe!
Nasir NASKE
Nasır Kemaloğlu