Bê Te

Şevekî tarî  de were

Destê xwe bide destê min

Dilê min di tarî û barîyê de ye, li vir

Bibe ronahîya dilê min

Bila zivistan be çile be !

Germahî  û hebûna te bes e !

Bila şev kûr û dûr bin

Di xewnên şevan de jî

Bi te re zeman çiqas xweş e !

Hîva min ! Tava min

Roja min, rojbaşa min

Tehm û tewaşa dilê min

Roja çavên min bi te ket

Ez hatim dine !

Min ji xwe hezkir, ji te hezkir

Ez bûm hezkirîyê her tiştî !

Mirin bila tuneba li dine !

Lê belê berîya te mirin

Ji min re jîyan e

Lê li pê te mirin dewrane !

Tu gul î, ez bilbil im

Emrê gulê ji min re

Emrê min ji te re

Tu tunebî gelo kî ji min hez bike?

Kî dilê min germ bike?

Payîz e, şilî ye şilope ye,  dilê min kul e

Mij e mijxale ye dinya min

Bergale bûye, li ber evîna te dilê min

Bêdeng, bêbang

Herdem ez te jibîr tînim

Di dinyakî reşe tarî de

Were bibe tava dilê min

Were bibe ronahîya çavê min

Li çolekî bêav bêşilek

Laşekî  bêxwedîme û benda te me

Li ber teyr û tûyan û li çol û yabanan

Were, were min veşêre !

Ez ji jiyana bê te kerixîme

Min bi tune bûna xwe ne ceribîne

Bê te ! Xik û xalî me

Tu bi tiştekî dilê min tije nabe

Ez çi bikim bê te nabe!

Tunebûna te li ser serê min

Wek destarek digere ! Dihêre!

Xunavek baranê dibare

Li evîna min û te

Şil û pilim, şerpeze me

Bê te me

Wek agirek zor vemirandî

Bin ve, bin ve dişewitim.

Wek avek bîrve kirî li ser agir

Dikelim, kel diçim

Ji te dûr im

Ez li vir dil kul im, birîndarim.

Lê malxrabê !

De were! Bê te nabe!

Nasir NASKE

 

Nasır Kemaloğlu

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply