Bê lêzêdekirina zimanê Kurdî, zimanekî fermî yê hevbeş, tenê hewla bişaftinê ye!

Divê em ji bîr nekin ku hemû zimanên fermî yên dewletan, her wiha  zimanê dayikê yê xelkekî ye, yê ku ew xelk jî, yek ji gelên wê dewletê ye. Mixabin, devlet gava vî zimanê xwe yê fermî hildibijêre, bingeha sîyaseta xwe jî li ser vê nijada bijartî ava dike. Amûra herî bi bandor a vê sîyasetê jî zimanê wî xelkî ye, yê ku pergal ew bijartiye. Têkiliya nîjad û ziman, çarçoveya sereke ya vê sîyasetê ava dike. Ev sîyaseta kambax, bi asayî, teqez nîjad û ziman û  hêmanên gelên dinê dê înkar bike. Jixwe înkarkirin dê bi zorê bibe. Ji bo ku sîyaseta înkarkirinê bi ser bikeve, rêgeza sereke ku divê bimeşîne ev e: Belavkirin û bipêşxistina zimanê bijartî yê serdest. Amûra herî hêsan û herî bi hêz ya vê sîyasetê jî saziyên perwerdeyê ne. Ji ber ku tevî zarok di bin destên karmendên dewletê de, bi rêk û pêk, li gor daxwazên pergalê dikarin bên perwedekirin.  Hemû derfetên kar, bazar û heta xîzmetên saziyan jî bi rêya vî zimanî pêk tên. Êdî ev ziman, ji xwezaya xwe ya çandî derdikeve û dibe zimanekî sîyasî. Ango bi wateyekê durustir, dibe aktorekî sîyasî. Di vê rewşê de hemû saziyên dewletê mîna partiyeke sîyasî tevdigerin ku endamên vê partiyê jî xwediyê zimanê serdest in. Pîvana sereke ya endamtiya vê partiyê, bikaranîna zimanê serdest e. Tiştê balkêş ev e ku çi cûre hikûmet desthilatdar be, ev sîyaseta ziman jî her serdest e. Ji ber ku bingeha damezrandina dewletê, wekî rêgez, zimanê fermî yê bijartî ye. Payîdar ew e. Bikaranîna zimanê fermî, ji bilî nîşaneya asta çandê ya kesan, di serî de erêkirina sîyaseta serdest e. Di dawîyê de ev jî, bênavkirin, bi asayî qebûlkirina tunekirina zimanên  bindest e; axavtvanê vî zimanî serdest, dixwaze bila bibe kesekî ji gelê bindest jî.

Hemû hewl û mabestên çalakiyên dewletê ji bo xurtkirina pergala wê ya bişaftinê ye. Ji bo gelên bindest, rêgeza  perwerdê dîyar e: Pêşî tunekirina kesayeta xwezayî ya xeternak, pişt re avakirina kesayetên çêkirî yên pergalê. Bi saya perwerdehîya bi zimanê serdest ku ne zimanê dayikê yê gelên din e, ev pêvajoya bişaftinê hin çalaktir û bi bandortir  peywira xwe bi cih tîne. Ev pêvajoya bi êş ya pergala bişaftinê ya zordar, di civatê de şikestineke kûr ava dike. Hemû hêjahiyên çandî, civatî yên gelên bindest ber bi tunebûnê ve diçin û welatîyên ku rasteqîna nasnameya wan ber tunebûnê ve diçe û di her kêliya herikandina jiyanên wan û  derûnîya wan de bindestiya wan jî hin zeximtir bi cih dibe, peyda dibe . Lê mîna kesên ku di xewên xwe de gabûsan dibinîn, bi şev ev tiştên ku di bin hişê xwe de veşartine di xewa wan de diyar bibe; bi roj jî hêviyênn wan heram dike. Mirovên ku di çerxên pişaftinê de kesayetiyên xwe winda kirine, heta dawiya jiyana xwe xewnên wan dê heram bin û hêviyan wan jî dê winda bin. Eger xewn û hêviyên mirov winda bibin, berovajî vê, di rastiyê de ji bo civata xwe hin xeternak dibin.

Sîyaseta bişaftinê, ji bo armanca xwe ya domdariya pergalê xurt bike, nîjada xwedîyê wî zimanê fermî  serdesttir û gelên din jî bindesttir dike. Lewre ji bo serkeftina bişaftinê ev herdu rêgez divê hevrast biçin. Ev berbiçûnên tundwar ya du alî, di hemû civatê de çi serdest çi bindest, kesayetên daketî yên çêkirî derdixe holê. Ev hawirdora ku sîyaseta bişaftinê ava kiriye, ji bo xurtkirina nijadperestiyê gelek guncav e. Encamên van tiştan  jî gelek bi êş in. Îro li Rojhilata Navîn, sedemên bûyerên ku li dijî mirovahiyê rû didin, bê liberçavgirtina vê sîyaseta pişaftinê, nayên fêmkirinê.

Sîyaseta yekzimanî ya pergala bişaftinê, di dema ragihandinê ya pêşketî ya îroyîn de ku mirov dikare li her devera cîhanê bi hêsanî agahdar bibe, êdî nikare wekî berê bandor li mêjiyê mirov bike. Navgînên ragihandinê yên piralî û cûrbecûr derfetên zêrîn diafirînin ku mirov ji agahiyên derdora cihanê demildest agahdar dibe. Ev zanayiyê, hişmendiyeke gerdûnî afirandiye ku daxwazen gelên bindest bêhtir bûye. Haya wan ji rasteqiniya xwe, ji berê hişmendtir bûye. Zanayiyên mirov a li ser xweza û gerdûnê bêhtir bal kişandiye li ser mijarên bûyerên xwezayê, hewayê û zimanên di bin xetereyê de. Di ser de jî mafên mirovan û ajalan; pirsgirêka tundî ya li ser jinan û zarokan, mijarên sereke ne ku êdî di her malê de tên axavtin, nîqaşkirin. Nexasim ji rex Neteweyên Yekgirtî, mirovên demokrat ên binavûdeng, saziyên sivîl ve tevgerên dewletên paşdamayî yên bişaftinê û tepisandina mafên kêmnetewan tundwarî tên rexnekirin. Loma dewletên ku xwe li gor vê rewşa guherîna bi lez a serdema nûjen neguncivîne pirsgirêkên navxweyî ( nexasim ku mafê mirovan be ) diveguheze li qada navnetewî ku tên niqaşkirin û ev tişt dikarin bibin sedemên rexnekirinê. Bi kurtasî, dewletên xwediyê yekperestiya zimanî, divê xwe ji vê sîyaseta bişaftinê rizgar bikin û wan tevgerên xwe yên paşdamayî demildest biterikînin. Israrkirina bi daxwazên xwe yên sed salane yên ku genî bûne, êdî ehmeqî ye. Jixwe ev ehmeqî îro eşkere li ber çavan e. Tenê cûdahî ev e. Jixwe ehmeqiya mirovan jî ji zaroktiya wan heta kalbûnê ve her mezin dibe bêhtir xuya dike. Dewleta mirovan jî dê bişibe mirovan. Çareseriya vê pirsgirêka hişkbûyî, rêgez û rêbazên demokratîkbûnê ye. Zordarî, jixwe pirsgirêkeke sereke ye. Li ser bingeha wekheviyê her kes xwe dê azad bihesibîne. Rêgeza wekheviyê, ew çend bi hêz e ku dikare hişkahiya pirsgirêka yekzîmanî bişkîne û rêya zimanê dayikê ku mirov dikare azadiya xwe derbirîne, veke. Derbirina hest û ramanên azadî, hêjahiyên bêhempa diafirînin ku dikarin veguherîn nirxên aşitiyê. Aşitî, di cewhera xwe de peymana di navbera nûnertiyên cihêrengiyan e. Ev peyman, bi zimanê fermî yê hevpar û bi şertê parastina zimanên din ên dayikê divê bê nivîsandin.

Ji bo zimanekî hevpar divê her gel xwediyê zimanê xwe be û bi zimanê xwe bikaribe zarokên xwe perwerde bike. Li saziyên herêmê ku kurd lê dijin kurdî divê xwedîbazar bibe. Li her aliyên welatê kurdan, kurdî divê bi giştî bê bikaranîn. Dewlet ji bo pêşxistina ziman, çi weşanxane, rojname, çi ji bo beşên ziman li zaningehan divê alikariya aboriyê bike. Ji bo van tiştan li cîhanê gelek nimûneyên sûdewar hene. Ji bo pêkanîna zimanê hevpar, zimanê kurdî jî, li ser navê gelê xwe, divê wekî aktorekî damezrêner, beşdari vê pergala zimanê hevpar bibe. Tevî civata pirzimanî, domdariya pergala bişaftinê, çawa ku ji berî ve li dijî hebûna gelên bindest wekî xetere dihat dîtin, dê her wisa bê dîtin. Ev dîtin rasteqînî ye. Dewleta ku armanca wê pêşketinê ye, divê sîyaseta xwe li ser rasteqiniya civata xwe û li gor rewşa çûyina dinyayê amade bike. Îro kurd, ji ber şert û mercên xwezayî yên welatê xwe, di nav civatên cihêreng (çi olî, çi zimanî) de dijin. Ji ber ku ev cihêrenginiya welatê wan bibe wekî dewlemendî,  divê zimanê wan jî, ku nûnertiya nasnameya wan e, têkeve qada fermîyetê. Ji bo dîtina  bersîva pirsa zimanên erebî, tirkî û farisî zimanên bişaftinê an ên şaristaniyê ne, li ba kurdan pirsek din heye ku bersîva wê ji bo pirsa sereke pîvaneke giring e: Kurdî zimanê fermî yê perwerdehîyê ye, an na? Pirsgirêka kurdan bi zimanan re qet nîn e; lê her zimanekî ku hînî wî dibin, ji kêfdayîna entellektualîteyê wêdetir çêja xemgîniyê ya mirina zimanê wan diafirîne.

Qasî ku ez kurdan nas dikim, temenê min bi gera li welatê kurdan derbas bûye, kurd ew çend esîl in ku tevî ku bi sedan salan e ji bo azadî û aşitî tên kuştin, bi bayê kin ê aştiyê jî dikarin mest bibin û bi coş aşitiyê pêşwazî bikin. Bi pejirandina zimanê wan wekî fermîyetê, bi hêsanî zimanên din ji bo wan dê veguheze çanda dewlemendiyê. Jixwe em îro jî dibînin xebatkarên herî bikêrhatî yên van zimanên serdest piranî kurd in, ku bi zimanên serdestan berhemên bêhempa afirandine û diafirînin. Bi saya bingeha pergala pirzimaniyê, zimanê hevpar, dê bi asayî çandeke afrînerî pêk bîne, ku ji vê çanda berhemdar, di encamê de, dê têgihiştineke hevpar bizê û hêviya me ya aştîyê  dê bi hêztir bike.

Azad Selem

Derbar Azad Selem

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply