Yekşem , 29 Sermawêz 2020

Bê Dengî Bi Dengê Bêdengî Hate Birîn

Niviskarekî diasporayê HESENÊ METÊ

Gelek nivîskarên Kurd ên dervê welat dûrbûna ji axa xwe bi nivîsên xwe tînin zimên ji wan yek jî Hesenê Metê ye. Bi gelek berheman nivîskar derdikeve pêşberî xwîneran piyes, çîrok, roman û werger.                                                        Pirtûka nivîskar a dawî bi navê Hefsar xwe berdide nav romanên Kurdî. Hefsara jiyan û mirinê,hefsara hebûn û tunebûnê.Karakterê pirtûkê Germîyan hefsarê jiyanê ji dest berdaye bi alikariya dostê xwe yê berê Behram dixwaze dîsa hefsarê jiyanê bidest bixe.Bi nivîsîna defterekê  xwîner bi xwe re digerîne.Geh dibe zozanan ku zarokatiya wî li wir derbas bûye geh dibe penaberiyê ku jiyana wî li wir dawî dibe.Bi çîroka Germîyan rewşa penaberan, binhişê mirovek û bêrikirina welat  bi alikariya nivîskar pel bi pel di pirtûkê de hatiye honandin.Derûniya karakterê me di nivîsên wî yên deftera ku piştî xwe de dihêle diyar e. Tiştên ku di bin hişê wî de hene dinivîse lê wek jiyana  xwe ya reş û tarî  xêz dikşîne li ser nivîsên xwe.Romana bi nave Hefsar ji romanên nivîskar yên din cudatir e.

Nivîskar romanên beriya Hefsarê di Labîrenta Cinan,Tofan û Gotinên Gunehkar de gelek metafor bikaraniye. Labîrenta Cînan em dikarin bibêjin pirtûka xwenasînê ye.Xwîner bi karakterê pirtûkê  mamoste Kevanot gundekî dinase.Gundekî paşverû zarokên xwe jî li gorî baweriyên xwe mezin kirine.Bi pirtûkê nivîskar xwîner 16 malên cuda de digerîne lê hişmendiya wan kesan di cihekî de digihîjîne hevdu.Mamoste Kevanot modelekî zana ye xwîner bendêye ku mamoste gundiyan ji baweriyên şaş vegerîne lê berevajiya vê tiştî gundî bandor li ser mamoste çêdikin.Di dawiya pirtûkê de kum û kolozên mezinan bi keviran tên pelçiqandin.Bi vê pelçiqandinê nezanî û hemû şaşî tên pelçiqandin.Nivîskar di Labîrenta Cinan de balê nakşîne nezaniya nexwendine,balê  dikşîne baweriya olekê û nezanîna olekê.Di Labirenta Cinan de zimanê Kurmancî  derbas  nabe tenê zimanê malê derbas dibe.Gelo ew ê xwîner çawa bizanibe zimanê male zimanê Kurmancî ye­?Nivîskar ji bo ku xwîner jî ji malê dihesîbîne?

Romana duyemîn  bi navê Tofan digihîje li ber destê xwîneran.Nivîskar piştî tofana Nûh tofanek jî li Cizîra Botan radike.Tofan Bekoyê Ewan dike mêvanê Ehmedê Xanî.Bi diayê Ehmedê Xanî 300 sal şûnde Bekoyê  Ewan vedigere warê xwe Cîzîra Botan, li warê Mem û Zinê bajarê qedîm Beko digere. Bi gera Beko nivîskar berê xwîner dide Xelîfeyek û eshabên wî bi pênûsa nivîskar xwîner Xelifeyê vê demê dinase Xelîfeyê ku dubendî dixe nav mîletekî(!)Her xwîner dikarê vê Xelifeyê li gorî xwe binirxîne.Bekoyê fesad gava li Cizirê digere heyfa xwe Cizîra dema xwe tîne.Me bi perîşanî li warê Mem û Zinê digerîne. Tofanak li Cizîrê rabûye tofana dubendiyê,tofana ji hev heznekirinê û tofana li nav miletekî. Nivîskar bi navê Bekoyê gilî û gazincên xwe digihijîne xwîneran. Di dîrokê de Eshabî Kêfê ku raketiye û 300 sal şûnde şiyar bûye û Bekoyê ku 300 sal şûnde ji gora xwe derdikeve welatê xwe wek berê nabînin.Honaka van herdu mijaran tehmekê xweş dide pirtûkê.

Romanekê wêrekîyê Gotînên Gunehkar di nava pirtûkên nivîskar de cihên xwe digire.Di pirtûkê de du tirsên însanan Xwedê û Şeytanê hundirê mirovahiyê dide axaftin.Xêr çi ye?Guneh çi ye?Mirovahî ji bo çi şaşiyan dike û berpirsiyariyê dixe stuyê kî?Nivîskar gunehên mirovahiyê bi zimanekî edebî nivîsîye.Xêr û guneh,Xwedê û Şeytan mirov bi xwe ye!Nivîskar  pirtûka Tofan û Gotinên Gunehkar di herduyan de jî tofan rakiriye yek tofana Nûh bi destê Xwedê yek jî tofana di nav miletêkî ye. Sê romanên nivîskar Labîrenta Cînan,Tofan û Gotinên Gunehkar wek hevdu hatine honandin.Bi gelemperî mijarên wan hevdu dişopînin.Hefsar ji van mijaran cudatir e,di wir de çirokekî rasteqin bi pênûsa nivîskar hatiye honandin.Xeynî romanan Hesenê Metê çîroknûse jî pirtûka bi navê Smîrnoff bi çardeh çîrokan derdikeve pêşberî xwîneran her çîrok bi mijarek hatiye honandin.Xerîbî,nezanî,xwekêmdîtin,minetkarî û hwd…

Pirtûka çirokan bi navê Epîlog bi neh çîrokan dikeve nav pirtûkan, çîroka yekemîn monolog e karakter bi Mîr Celadet Elî Bedirxan re dipeyive dîsa hawara xwe digihîjine Ehmedê Xanî.Di çîrokek din de rexneyan nivîskarên dervê welat dike û dibêje helbestên behest dinivîsînin. Hesenê Metê jî nivîskarek dervê welat e gelo ew bi kijan hest nivîsên xwe dinîvîse? Gelo rexneyê li xwe jî dike? Pirtûka bi navê Ardû jî ji çîrokên gelerî pêk tên.

SEVGUL ŞAŞMAZ -Çandname     

About ziman

Avatar

Check Also

Ejderhayê Tirsonek

Lehengên vê çîrokê Ejderha, Mamû û Dînozor in… Ejder, biçûkekî ejderhayan e. Tirseke wî heye …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.