bê çarenûs

ez di dafika evîna bêsiûd de,
tu jî di keştiya deryayên biyan de
em ketine parastina zindiyên hundirê xwe

em her du jî mîna ferşên
ji ezmên bi şideke nayê pîvan
di ser xwedayên derewîn de diweşîn in

em dibin neteweyên bêmiraz
di sersalên ku keda mirovan
li nav şahiyên bi berdêla xwînmijiyê
têne qurupandin de

yek ji me dikeve dirûvê Memê dilqurifî
yek ji me jî li bajarên evînkuj
dibe wase wasa jiyanên ne pêkan
bi hemû êşkêşiya xwe ya bêçarenûs

1 Rêbendan 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply