Bayê d’avînan

Ger hê jî bikaribî bibî pelek kizrawî û xwe li ber bayê d’avînan bigirî û kulê rakî, kovanê dakî, keserê lêkî.. nexwe hê jî “jiyan” berdewam e.
Belkî jî “çîroka çîroka mirov” evqasî kurt û kur(d)mancî bit. Li “berdewamîyê” bialiqe û jê pê ve “berdîberdaneke ji dera hanê” bit. Çi zanim, di çîrokê de çîrok xwe saz dike û ew jî bi çîrokek dî avis dibe… welê dirêj dirêj dikêşe û di rastiya xwe de “kêşe”, di kaşên welê de xij dibe û di dûmahîkê de xwe li serê guloka rîsê dipêçe û xwe bi çîroka destpêka xwe dinimîne.

Erê rast e, li bênderêd me, bayê d’avînan radibin. Berê salê..na na, berê umrekî gelek caran di ber efare û şûne-barka jiyana kambax de dimîne. Jiyan, li efareke ber talîzokan ketî pirçî pirçî bela-wela dibe û xwelî li şûnebarkan dimîne, tenê mistek xwelî… Nizanim, ma ji serê serî, berê berî ve ye, çi kesek heye ku bibêje, “herê welle, min tiştek ji vê jiyana xwe fêm kir!” nizam, ma “fêmjêkirin, rihê mirov jê têr dike?” Te dî, di ferhenga me de, gelek caran li şûna “umrekî dirêj” daxwaza “jiyî û umrekî têr û tesel” tê kirinê, xulasa “têr bijî.. da ku ji xwe re bi’kêr bijî!”
Çend gêr û kêlan li jiyanê vedî jî dûmahîka dûmahîkê her rê û bihûrkek li ber te vedibe û tu çi bi hemdê xwe çi jî bê hemdê xwe, dikevî ser wê rê û şopa strana umrê xwe.
A me jî, di nav pêlên jiyanê de, peyv û kêfa wê em bi dûv xwe ve kaş û gêj kirin. Nivîs, ji berperê umrê me qipîya û hat xwe li nav dilê me gewimand.
Dinyaya nivîsê ji hemû celebên dinyayine din “belek”tir e. Heta ne berbejna “birca belek” tê ber tengala wê, ne jî “…toqî belekê yeman” dişêt xwe bi awaz û strana wê bigihîne.
Îja di vê dinyaya “belek” de pê re pê re tu pê dihesî ku “rih” û “mejî”yê mirov jî, “belek û helhelek” bûye, êdî welê ji hevsarê xwe bizdiyaye, “rehme li dê û bavê d’ miriyan!”
Te dî pelên jiyanê berê te ber bi hin ba û bawerzînan didin û tu xwe di nav gêjgerînekê de dibînî. Gêjgerîna me jî, peyv û rondikên wê ne.. Ji wan rondikan roniyek hizrî durist dikin û strana peyvên xwe jî li ser wê “notayê” distrên êdî!
Xelekên vê dinyayê hin fireh û asê ne, çu kesî hay ji pêjna çu kesê dî nîn e. Her kes, di ber bayê “berdîberdana xwe”, qiloçên xwe disû û bi dû serê xwe diajo meydana “çerxa felekê yeman.. toqî belekê yeman!”
Ango, her kes, bi ser tilîka pêyê xwe bi “bayê qûna xwe” direqise. Bawesîrkên di vê hengê de, tenya tenya mirov di talîzokên har de difetisîne. Ji lew ma jî, li vê texma me, pir hêsan e ku ji “morîyan” mêro-gewre” peyda bibin.
Bayê d’avînan, bi çep û rastî li me digumînin û em welê zûzûka bi firan dikevin, êdî “meydan belekê yeman” li ser serê me kirnîyên xwe tîmar dike.
Êdî ma çi bibêjim, gelek tiştê me tenê û tenê “ba ye” heta mixabin gelek caran jî ew ba jî “bayekî genî ye” em jî li ber wî bayî rûdinin, pala xwe didin “sîbera xwe” û bi serê heft bavên xwe stranên bawersîkên rihê xwe didin fîtikan.
Êja min dil heye, bi dû bayê dilê xwe herim û xwe li kend û asêgehên peyvên vî zimanî biqelibînim.
Min divê binivîsim binivîsim binivîsim.. heta ku nivîs bibe çaleke bêbinî û min di xwe de wer bike. Bayê min jî bo nivîsê dijene!

Omer Dilsoz-Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply