Bavê Seleh – 2

Diserbêhatiyên min û Bavê Seleh de:

1- Gava min bavê selah dewtî silêmaniyê kir, piştî tomarkirina hin stranan li Kurdsat tv. Me xwes em kilîpê kilama Sîma goçerê sîme ji wî re çêkin. Me stavek ji wî re amede kir û keçkek bejin tenkdirêj jî anî, ji bo kilîpê û em çûn bin lotika çiyayê Pîre Megron. Di têsta kilîpê de  dilê Bavê Seleh û keçikê ketin hev. derhuner her kilîp dubere dikir û bi dilê wî nedibû, derhuner ji min re got: kek Mihemed çi bi serê Bavê Seleh hatî? Xwe bi vê keçê re wunda dike. Min Bavê Selah kişan yalekî û jê re got: Bavê Selah çi be te hatî? Te hişê xwe bi vê keçê re windakirî! Got: Mamoste ez çi bikim ku ev çiyayê pîre Megron, di çavên min de li ber bal û bejna vê zalimê dibe hêka Kevokan!.

2-rojekê em ji bajarê Helebê bi hev re bi dusê pasan diçûn cejna rojnamevaniya Kurdî. Li devera Efrinê ji ber ku li hemî seyrangehan îstîxbaratên dewletê belav dibûn jib o rêgirtin çalakiyên kurdan. Loma me nikarîn çalakiyên xwe bikirana, em bi deverek çep de çûn ku îstîxbarat bîra wir nebin. Me berê xwe da çiyayê Hawarê li geliyê tîra gava Turbîl û pasan berên xwe dan çiyê, li bin gundê Berbenê gelî kûr bû barê wan jî giranbû niknîn xwe lêbidana, ji me xwestin ku em bi peya biçin aliyê gelî yê din. Gava em hemî peyabûn, yekî dît ku zincîra pantironê Bavê Selah vekiriye bi dengê bilind Got: Bavê Selah zincîra xwe bigire, wî dest avêt zincîra xwe û li jina xwe vegerîya û got: lêy sed carî min ji te re gotî ku te zincîra min vekir dîsa bigir.

 

3-Bavê Selah bi min re çû dewata birayê min li gund. Piştî me dewat bi serîkir, Bavê Selaeh û hunermendên beşdar birin mala birayê xwe yî mezin, li wir ji me re xwerin û vexwerin amede kirbûn, çend dost û merov jî bi me re hatin em mêr û jin bi hev de rûniştin. di ber re xwerinê re sazkirin û bavê Seleh stira. Min dît dengbêj Perwer berdayî girî min zanî ku serxoş bûye li piyala wî ya araqê nirî hîn bi nîvî jî ne bûye. Min bi destê wî girt bir holê min got: Birê Perwer çi bi te hat? Tu bi şîşan bi ser xwe de dike tu serxoş nabe, bi nîv piyalê re tu çû? Perwer got: Mamoste! Ma tu min nasnakî ez, yê bi nîv piyalê re serxoş bibime ? Min got: ka ev çiye lê? got: bira ez bi stiranê bavê Seleh serxoşbûm bi stiranên Bavê seleh!.

4-Bavê Seleh destnivîsa pirtûk xwe bidawî anî, xwe kopiyekê jê bigre ji ber wê yekê dibe biçe bajarokê Cindirêsê. Cindirês ji gundê wan Gorda ve dazde ta panzde km e. Ew bi turbîlê her e perê kopiyê namînin, wî bi şev beryara xwe da ku sibê peya biçe yanê bi meşê, sibê rabû taştiya xwe xwer û dest avêt tûrê destnivîsa xwe û bi rêket, bi berga sê setan gihîştê çû ber deriyê dukana kopiyê ku girtiye. Li pêşê rawestî dikandarê hemberê sêrdike ku Bavê Selah e, derdikeve bi xêr hatina wî dike dibêje keremke were rune Bavê Seleh dibêjê nawel ez li bend xudiyê kopiyê me, ku bê hin kaxetên min hene, ez ê kopî bikim û vegerim gund dereng e. Xudiyê dikanê jê re dibêje wele miriyekî wan li gund heye îro nehatiye. Dikandar radibe ji bo xatirê Bavê Seleh telefûnekê ji xudiyê kopiyê re vedike, dibêje Bavê Selah ji gund hatiye ji bo kopiya hin kaxetan ham tu kanibe were. Xudiyê kopiyê jib o xatir Bavê Selah mêvanên xwe dihêle û ji gund berga bîst xoleka bi turbîlê tê, dukana xwe vedike sêrdike ku kehrebe biriye, dere cînetorê kehrebê vêdixe, alava kopiyê germ dike ji Bavê Selah re dibêja ka kaxetan, tûrê xwe dide dest mêrik mêrik ji tûr dikşîne ku ji dêvla kaxetan nan bi derket!. Got Bavê Seleh ev çiye ? Bavê Seleh got: mixabin wele li şûna ez tûrê destnivîsa xwe bînim, minî tûrê nên haniye, hey wex zaro yê li mal çi bixwin.

 

5- Bavê Seleh mêvanê minî Hewlêrê bû jinekê pir ji stiranên bavê Seleh hezdikir û stiranê wî jî bi dengê xwe distiran. Her telefûna min dikir digot Bavê selah li cem teye? ez dixwezim wî bibînim. Rojekê min çû ew hanî, kireskî kurdî têlikî li xwe kirbû. Em li bin êsmê rûniştin, herdukan stiran gotin, me xwer vexwer derengê şevê gotin em ê biçin min ew bi seyara xwe birin gandin mala wan û ez vegeriya. Min dît, hîn bavê Selah ji ser kursiya xwe neliviye. Min li erdê dora masê nihêrî ku tev li ber ronahiya hêvê dibriqe, min baş nihêrî, min zanî ku ji kirasê wê mêvê berqok weşiye, min got: Bavê Selah ev çiy tuyî di nav nûrê de maye? wî jî baş li erdê nihêrî got: Weleh hebê nebê nûra wê zalimê li şûnê maye!. Roja din êvarê, min kurtepentronek li xwe kirbû û avdana gula dikir. Bavê Selah jî çû li şûna xwe ya êvarî rûnişt û tembûra xwe sazkir. Min avdan xelas kir, ez çû li ber wî sekinî min got: Bavê Seleh em çi bixwin? hîn bersiva min nedayî Mêşekê lingê min gez kir, min axanî bi xwe xist Ax ev çibû!? Wî ji kuftika dilê xwe de got: Law rindbûye! Tu ji Xudê natirsî, tu pêl nûra wê dikî?.

6- Carekê me Bavê Sela hanî Silêmaniyê Newroz bû. Serkirdayên Yeketî Nîştîmanî Kurdistan Xweringehek taybet li Serçinar şeva Newrozê ji xwe re girtibûn û telefûna mekirin gotin em hezdikin tu êvarê Bavê Selah û gurîpê wî yî muzîkî bînê û bê. Bavê Selah, Kurê wî Seleh, Ezîz Mihemed û kurê min Rêşan. Em çûn dengbêj Burhan Xoşnavî jî li wire.  Dest bi şahî û stiranan kirin  ta nîvê şevê, dinav stiranan re Bavê Selah xwe di ser masê re dirêj dike di guhê Rêşan de dipeyivî û şûnda jî guhê xwe dike devê Rêşan, Rêşan wê hinge heşt salîbû bi wî re li dirbekê dida. Her  deh penzdeh deqîqan Bavê Selah wisa dikir hemiyan jî li wî sêrdikirin.Min ji ber wê liven wî ve fedîkir. Mingot: Law Bavê Selah tu çibûyî? got: Tişt nebûme na tişt tunye, ez ji Rêşan dipirsim ez serxoş bûmeyan na? Min got: Malava te em kes hemî nedîne tu ji Rêşan dînik dipirsî? Wî got: Ka ji Rêşan pêva kesî neserxoş di we de heye ku ez jê bipirsim?.

Mihemed Hemo

candname.com

 

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply