Bavê Seleh – 1

Hunermend Bavê seleh ji xemxariya netew û welatê xwe stiran dilorandin, bi eşqa û evîna axa xwe, kilam dikalandin. Bi hesreta Ala rengîn bi dengê bilind hawar dikir, sînor di xaka kurdistanê de diçirandin û hestên netewî, di her kurdekî de diçandin.
Loma bavê seleh bûbû hunermendekî, navdar û bi rûmeta xwe, xwe berdabû ûjdanê miletê xwe yî kurd, bi wê rûmetê jî navê xwe di tabloyê navdarên Kurd de nivîsand û bû stêrkek geş di ezmanê huner û edeba kurdî de û qilçiqê tûj di çavên dakirkerên kurdistanê û dujminê gelê kurd de. Deshilatidariya rijêma Bas çiqas zor û tengavî, lêdan û zîndan ji wî re kirin ku karibin dengê wî bibrin, lê ew tu carî ji doza xwe nedihat xwer, di rê û resmê mirina wî de jî deshilatdariya dujminê doza netewa Kurd ku îro desthilatdarin li Rojava dest ji wî bernedan çinkê ji mirina wî nemirî jî ditirsîn. loma hildana Ala rengîn qedexekirin, nehêştin cendekê wî pakrewanî bi ala pîroz bipêçin û xwestin hêviyên wî di gorê de jî vemrînin. Lê wan nezanîn ku dengê Bavê Selah rojê bi hezaran alênrengîn di dilê gelê xwe de diçîn e.
Bavê seleh pir bi zîrekî û zanebûn nêz huner û filkilorê kurdî dibû, çinkê dizanî ku stiranên me yên filkilorî hemî nakevin xizmeta raman, roşanbîrî û doza pêşkeftina netewî. Belê hunermend Bavê Seleh dengbêjekî stranên filkilorî bû, bi coşekî bilind stran digotin. Lê her stranek jî nedistira. çinkê wî dizanî ku dibin pandora dujminên kurd e cih bi cih filklora kurdî jehrî bûye. Loma stranên ku Bavê Seleh strane hilbijartîne wek: Derwşê Evdî, Kor Uxlo, Şêx Sehîd Piran, Cebelî mîrê Hekarî, Siyamend û Xecê û gelekên din jî, ji stranên ceng û şeran ji yê eşiq û evînê û yê civakî ta stiranên filkilorî yên zarokan. Bavê Seleh bi hesab û pîvan di çû ber babetên stiranan, ji ber wê yekê jî ew di dengbêjiya xwe de biserkeft.
Bavê Seleh hunermendekî kurdperwer û welatparêz bû. Ev perç e yê ji dastana Derwêşê Evdî stirayî, min nedîtî ku dengbêjekî din, wek Bavê Selah ew aliyê netewî ye dastanê aşkerekirî û stirayî!
Ê la weylo, Bavo! Dilê minî liyane,liyane, liyane,
Ev a ketî hukmê sê roj û sê şevane
Eferê Gêsî û Çîl Îbramê Tirko bi hevre çûne Dîwana mezin û girane
Li navberê xwe danîne, Qurana Mihemedê Erebane
Sûnd xwerine bi sûndê girane ,bi telaqê jinane
Dibên berê; em diçûn mal û mewalî Kurdan me dikir talane,
Malî kurda pire, xelas nabe bi birekê û dudiyane.
Erê rojê dudiyê kurdan talanên xwe Vedigerandin li mala û li xudiyane.
Ê vê carê di bin destê şevê de, Em ê êrişekê bavên ser Kurdane.
Em ê konê wan bidin ber şûr û şilfane, Derbasbin paş çît û perdane.
Di piş çît û perdan de keç û bûkên kurdan, Mîman; mûman û fenerane.
Em ê ji serê wan rakin şala kêserewane,
Namûsa wan bikin ucûd û erzane.
Bila werê hawar,hawara dê û bavane,
Denêg keç û bûkên kurdan herê ber ezmane.
Ev kurdina ji berê û paşê de; dujminê me bav û kalane.
Erê gereke bi destên me Timar û riçalên kurdan ji axê werin kolane
Erê ji wê bi şûn de; em ê dergûş û lorkê kardan Bavêjin ber lingên hespane
Emê agirekî berdin konê Paşayê Mila bikin toz u kulxane
Bila bi pozê Wêranşehera şewitî keve,toz û dûman e.
Ca ji ber wê xeberê tabata Derwêş nayê û çavpaniya nake, di vir de destûrê ji bavê xwe Ebdê Mulihim dixweze ku pêl nakokiyên êl û eîşîrîbike û biçe Ereb û Turkan, bervedêriya kurdan bike. Dibêj e:
Lo bavo! Tirsa mine ji wê tirsê ye ku Siba em têkevin bin lepên Ereb û Tirkane?
Wê çaxê hebûnê me mirin e, Îro em pêsirên xwe bidin wan, hîngê mandin û mirinê me jî jîyan.
Di Stiran Kor Uoxlo de jî carek din Di yar dike ku çawa Kurd xudî netewin gava Hesîna ji Kurd Uxolo re dibêje:
Hemzo mekoje tema ema bindestin
li derdor me Musilimanin Ereb, Turkin û Firisin
Erê bila Hemzo rûne li sîngî cimheta
xort û gêncên me pirin, bila ji wan re bide şîreta
Erê bila em nekevin bin destê ti mileta
Bila ew ji me re bimîne toximî heyfaye.
Bavê Selah ji destpêka temenê xwe de meraqa stiranê kirbû û piraniya stiranên ku ji berkiribûn ji devê diya xwe girtibûn. Diya wî Gula Îbramê Tirko bû, Îbramê Tirko bi xwe dengbêjekî kurdî navdarbû. Hinek tembîr jî sazdikir.
Ta sala 1986ê ti nav û dengê bavê seleh di meydana huner û dengbêjiyê de ne dûr ne nêzîk bi carekê tunebû.
Di sala 1986ê de gava Bavê Selah li tev Koma Armanc bûye û di alboma wê yî sisiyê de bi du perçe stiran beşdarbûye, perçestirana Siyamend û Xecê û ya Husênê Zilî bi bi pêwere muzîkî serkeftî nebû. Lê ji ber miletê me pirçiyê stranên giran bûn jê hezkirin û hîngê xelkê nuh bi navê bavê seleh bîhist. Di alboma Armanc ya çarê de jî bi stiran Sîme goçerê Sîme beşdar bû û di alboma pêncê de jî bi stirana Toz li bana. Lê di albumên dawî de serkeftîbû ev jî aşkeredike ku Bavê Selah di nav koma Armanc de xwe bi pêşxistî.
Bavê Seleh bi koma Armanc re wek endamkî komê beşdarî aheng û konsêrta dikir, roj ji rojê navê wî bela dibû ji bilî wê jî wî di nav koma Armanc de xwe fêrî nota muzîkê dikir û xwe bi pêşdixist, çinkê roj ji rojê bingeha muzîkê dinasî û fêrî tiştên nuh dibû,
Lê gava koma Armanc alboma xwe yî heftê terxand ji stirana Delêl (Dewrêşê Evdî)re bi dengê Bavê Selah, di sala 1990î de li Heleb hat tomarkirin, Bavê Seleh bi wê alboma Delêl, di meydana hunera Kurdî de dengveda û bû navekî girîng di nav stiranbêjên dastanbêj de.
Di piştî wê re Bavê Selah Stiranên din tomarkirin wek: Cebelî mîrê Hekarî, Şêx Sehîdê Pîran, Siyamend û Xecê, Kor Uxolo, Dewrêşê Evdî, Tawîr Beg, Xemê Zalim, Meyrema Miho Begê, Gênc Osma, Heycan, Erebê û hin stranê dîlana wek: Xizêmê, Tu li ber çayê, Sîme goçerê Sîme. Lê mixabin ti dezgehên hunerî li wî xudî bi derneketin. Ger dezgehên hunerî li wî xudî bi derketana, ez bawerim Bavê Selah wê wek dengbêjekî cîhanî bi hata nasîn. Çinkê wî zanînin nuh di bingeha muzîka Kurdî de nasîn û xwest belav bike. Lê ji xêzaniya xwe û rewşa xerap nikarî ew hêvî bi cih banîna, wekîdin jî bavê Selah dengbêjekî bi hêz û bi tiwanebû lê mixabin nikarî riyên serkeftiyên mezin binasîna bi pêwîstiya rêvebirekî hebû ku kar û barê wî yî hunerî bi rêve bibra û biba alikar ta beşdarî konsêrt û mehrecanên navdewletî bikira.
Lê piştî koça Bavê Selah ji vir de wê de burosk hatin kar û barê wî yî hunerî nirxandin û gava ew xweş li jîyanê kes li wî nedipirsî.
Qedirê zindiya girînge ne yê miriya , Miletên pêşketî miriyên xwe zindî dikin, miletên şûnkeftî jî zindiyên xwe vedimrînin.
Ji bilî Albomên wî jî piraniya stranên Bavê Seleh di Arşîfê KurdsatTv de ne. Bavê Seleh ji %20 ji hunerê xwe ji me re hêşt û ji %80 jî bi wî re çû gorê. Çinkê di jiyana wî ya hunerî de ti dezgeh li wî xudî biderneketibûn û kesî alikariya wî nekirbû ta ku hunerê xwe tomar bikira. Tenê di sala 2001ê de gavaEz çûme Silêmaniyê min Bavê Selah vexwand kurdistanê û me bi wî re hevpeyvînek di KurdsatTv de tomarkir û ta ew hevpeyvîn montaj û pexş bû Bavê Seleh vegeriyabû Sûriyê. Hevmala Mam Celal berêz Hîro xanê li hevpeyvîna wî sêr kir bû. Roja din Hîro xan hat Kurdsat Tv ji min re got:Kek Mihemed ew Hunermend Bavê seleh ji ku hatibû? Min ji wê re got ji Efrînê. Hîro xanê got: Ka ew li kuye? Min got: Ew vegerîya Sûriyê. Got: Wex, mixabin mixabin!!!. Hîro xan carek din li min vgerand û got: Tu dikarê wî carek din dewt bike? Min got: Belê got: Li ser navê min wî dewt bike, bila bê. Hîngê ez matmayî mam! Min got Dadê ji bo çi em ê wî dewat bikin? Wê got Kek Mihemed ew cewherke! Xudê neke seyarak li wî biqlibe yan tiştek bi sere wî were! Ez bawerim ew cewherê vê re jî wê winda bibe, merovê weke wî kêm mane, loma ez dixwezim ew bê çi tiştê li dev wî heye em ê di Kurdsat de tomar bikin û di arşîfê xwe de biparêzin. Min carekdin Bavê Selah dewet kir û vê re jî hunermend Ezîz Mihemed û kurê wî Selah, wan dewa me bi cî anîn, heftayekê pêde wî di Estudoyê Kurdsat de digel tembûra Ezîz û uda kurê wî Seleh tomardikir. Lê ji sedî %15 jî ji hunerê xwe tomar nekir, karmendên kurdsat bi xemsarî karê wî dikirin ji ber ku her carê şeş heft setan di estudyo de dima, karmend jî fêr nebûbûn ku wisa bi ser hev de karbikin ji ber wê xemsarî di karê wî de dikirin û xwe ji ber didan liyan.
Ew çû sûriyê Sala din min ji Hîro xanê xwest em carek din wî dewat bikin û dîsa jî Ew û tembûrvan Mihemedê Rêşik û kurê wî Seleh hatin hinek stranên din tomarkirin.
Di sala 2014ê de jî gava ew hatibû hewlêr min kek yasîn berprsê beşê Kurmancî li Enstuda keleporê Kurdî û berêz Mezher Xaliqî berpirsê enstudiyê agedarkirin ku Bavê seleh li dev min e, wan ji min xwest ku ez wî bibim Silêmaniyê ta hin stranan bi dengê wî tomar bikin. Em çûn enstudiyê li wir jî çar perçe her perçeyek ji stiranekê tomar kir.
Her dezgeyek Kurdî wek dezgeya Kurdsat li wî xudî biderketibana niha hemî hunerê Bavê Sel hatiba tomarkirin û bi wî re binax nedibûn. Ez dizanim bi mirina Bavê Seleh re gelê Kurd çendîn pelên zêrîn ji kultora xwe winda kir.

Mihemed Hemo

candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply