Başokê Mezin (Accipiter brevipes)

Meznatî û kelwaş: 32 – 37 cm dirêje.

Salox: Yê nêr ser û patik û piştpatik û pişt û binpişt şînvene û serê wan vekirîtir e, pênc gîx li beratîya kurîya wan ne, heftik û berçêlk û zik û binzik sipîvene û tenişt li rasta binçengan zervene. Binçeng sipîne û gîxên qehweyî lêne û serê çengan reşe. Sipîlka çavan zere, alek risasîne, tenişta sitûyî zere. Hindek gîxên sornarincî li singî û berçêlkêne û gîxên jêgotî nêzîkî zikî û herdû ranan tengtir lê diên. Ya mê wekî yê nêre û jê bi kelwaştir e. Nikil risasîyekî şînveye û serdifink zer e, pê zer in.

Jîngeh: Zivistanan bi qetlazî qesta kurdstanê dikit, di nav darûbar û bîstan û zevîyên çandî de diête dîtin û nizim û xweş difirit.

Xwarin: Balindeyên biçûk û hindek caran yên temet xwe jî digirit û li axê dixut û hindek caran kêz û mêz û giyanewerên biçûk jî digirit û dixut.

Zêdebûn: Li ser daran hêlênê ji tak û çeqan çê dikit, ya mê ji (4 -5) hêkan û carna pitir jî dikit û hêkên wê sipîyekî tam şîn in û hindek pinîyên qehweyî lêne.

Cihên lê belav: Li jêrîya rojhilatî ewropa û tirkî û qoqaz têjkan diînte der. Zivistana xwe li sûriya û felestînê û peravên jêrîyên deryaya qezwîn heta jêrîya rojavaya îranê û jorîya rojhilata efrîka derbaz dikit.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply