Medresa Îxlasiyê li bajarê Bedlîsê medreseya herî girîng e. Di sala 1200an de hatiye avakirin û ji aliyê Şerefxanê Bedlîsî de, ji nû de hatiye bi rêk û pêkkirin. Li gor kîtabeya serê, ji aliyê Şerefxanê 5 emîn de, di sala 1589an de hatiye nûkirin.
Medresa Îxlasiyê di dewra Şerefxanê Bedlîsî de û Evdal Xan de alimên herî mezin yên herêmê dihewand. Ne tenê ji herêmê, ji deverên din yên Kurdistanê alim hatine û di vê medresê de ders dane. Di medresê de her ders hatiye dayîn û bi pedagojiyeka baş hatiye meşandin. Medrese di Kurdistanê de di seha Kurdolojiyê de, di zanist, çand û xebata dîrokî de, xwediyê exlaq û rihekî adetî bû.
Peyama Kurd