Barê Êzingan (Pêkenok)

Rojeke zivistanê zilamekî gundî barek êzing (darên hişk ên şewatê) hazir dike, li ser pişta kera xwe bar dike û dikeve ser rê ku bibe bajêr bifroşe û li şûna wê ji bo malê pêdiviyên xwe bikire.

Behnekê diçe, qederekê ji gund dûr dikeve, digîhêje pîremêrekî. Dinêre ku pîremêr jî ber bi bajêr ve dimeşe, lê bi kotekî dimeşe.  Silavê li pîremêr dike û dike ku derbas be.

Pîremêr êzingfiroş dide rawestin û dibêje:

– Birazî, ma tu bi ku ve diçî?

Êzingfiroş dibêje:

– Mamo, ez diçim bajêr ku van êzingan bifroşim û hinek hûrûmûr ji xwe re bikirim.

Pîremêr dibêje:

– Tê êzingên xwe bi çiqasî bifroşî?

Ezingfiroş dibêje:

– Wele pir pir bike, bila pênc wereqan bike!

Pîremêr dibêje:

– Ger ez êzingên te bikirim, tu nafroşî min?

Êzingvan dibêje:

– Belê, çima nafroşim? Ma ne bi heqê xwe ye?

Pîremêr destê xwe diavêje paşla xwe û xelîtka xwe vedike, taxeyeke pere derdixe û ji êzingvan re dibêje:

– Birazî, tu dibînî ku ez di meşê de zahmetiyê dikêşînim. Ji te re ev pênc wereqe heqê êzingên te û ev pênc wereqe jî zêde ji te re. Êzingan li vê derê deyne û ez li kerê swar bibim, min bibe bajêr.

Êzingfiroş barê kerê vedike û êzingan li wê derê diqulipîne erdê. Pîremêr li kerê swar dibe û li hêviya êzingfiroş dimîne ku serê kerê bikêşîne û bimeşin. Lê êzingfiroş li barê êzingan dinêre û qet nalive! Pîremêr dibêje:

– Birazî tu çima nameşî?

Êzingfiroş dibêje:

– Mamo, ma emê van êzingan li vê derê bihêlin, an ku tiştek pê were?

Pîremêr dibêje:

– Birazî ma ne min heqê êzingan daye te, hema çi pê tê bila were, ma ne malê min e?

Êzingfiroş careke din li pîremêr dinêre û li barê êzingan dinêre. Pîremêr dîsa dibêje:

– Birazî ka em biçin, ma tu negîhiştiye heqê êzingên xwe?

Êzingfiroş li barê êzingan dinêre û dibêje:

– Belê, lê ma wê çi bi serê barê êzingên min were? Wele ez wana li vê erdê nahêlim!

Hasan Huseyin Deniz/Pen-kurd.org

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply