BARANÊN HELBESTKÎ

Navê pirtûka helbestan a birêz Çîya Mazî “Baranên Çilesrî“ ye. Min jî sernavê gotara xwe a danasîna pirtûka helbestên Çiya Mazî kir baranên helbestkî.

Pirtûk di nav weşanên “Berbang“ de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 100 rûpele û tê de 71 helbest hene. Naveroka helbestan curbecur e. Tevahiya helbestan bi şêweya serbest hatine nivîsîn. Helbestên biwezn û yên bêwezn, hevokên kin û dirêj hene.

Derbarê xwezayê/naturê, ronahîyê, evînê, jiyanê, Cizîr û Şengalê, Nisêbînê û zozanên Kurdistanê, bihara rengîn, payiza xemgîn, bajarê qedîm, şer û evîn, kuçejiyan û navnîşan, trajedîya Roboskîyê û felaketa Enfalê, qetlîama Helepçeyê û gelek tema û mijarên din de helbest hene. Pirtûk ji hêla mijar û naverokê ve gelek dewlemend e.

Dema min pirtûka birêz Çiya Mazî a helbestan dixwend, min di înternetê de anonsa civîna wî a derbarê danasîn û pêşkêşkirin û xwendina helbestan dît. Li Stenbolê di “Cafe Janya“ de, ew ê derbarê pirûka xwe de agahdarî bide û helbestên xwe pêşkêşê gohdaran bike. Xwezî ez jî li wir bama û min jî gohdarî bikira.

Şerê malwêraniyê, şerê xirabkirin û wêrankirina tax û navçe, bajar û bajarokên kurdan ku ji alî hêza dewleta dagirker ve hat pêkanîn, li Amed, Gever, Cizîr û Nisêbînê bi sedan xortên/ciwanên kurd, keç, jin û zarokên kurd bi hovane, bi şêweyeke barbarî hatine qetilkirin, ango qetlîamên di şerê `hendek`an de, wahşeta li pişt hendekan ku ji alî hêza dewleta dagirker ve hate pêk anîn nayê jibîr kirin.

Ev bûyera felaketa ku hate serê kurdan, xirab kirina taxa Surê li Amedê, navçeya Cizîr, Gewer û Nisêbînê dê di nav rûpelên edebiyata/wêjeya kurdî de bêne zimên. Helbet dê hêj gelek çîrok, helbest,şano û romanên kurdî li ser felaketa şerê hendekan werine nivîsîn. Helbet xeletiya ku hate kirin jî divê were rexnekirin.

Helbestên derbarê Cizîr û Nisêbînê de ku di pirtûka birêz Çiya Mazî de ne destpêke. “Ax Cizîra min“ / “Nisêbîna min“, “Warên xemên te“ , “Ew bajar“ û gelek helbestên din bi hunereke edebî û bi westatî li hevûdu hatine hunandin û herweha êş û birînê/birîna kurdan aniye zimên. Derbarê Enfalê de jî helbestek heye. Di Enfalê de bi hezaran kurdên li başurê Kurdistanê hatin kuştin, hatin wenda kirin, hatin qetil kirin. Leşkerên hêzên Saddamê faşîst hezaran kurd civandin û birîn, ew çûn û paşve nehatin.

Di pirtûkê de helbestek jî li ser qetlîama Roboskiyê ye. Helbesta li ser Helepçê birînên kûr ên netewa kurd bibîr tîne. Çar dewletên dagirker li kurdan hatine xezebê. Di çar parçeyên Kurdistanê de her roj kurd bi destê hêzên dagirker têne kuştin. Sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd di gotarên xwe ên sîyasî de û nivîskarên kurd di berhemên xwe yên edebî de, di çîrok, roman û helbestan de zilma hêzên dagirker tînine zimên.

Lokman Polat – candname.com

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply