Qelaşînk an qelaşînkê Ewropayê (Coracias garrulus), cureyekî msîgiran e. Heta niha du binecureyên qelaşînkan hatine danasîn. Qelaşînk çûkekî qelew e ku dirêjiya wî di navbera 29-32 cm de ye û tevî başkan dirêjiya wî di navbera 52-58 cm de ye. Giraniya qelaşînkê nêr nêr di navbera 127-160 graman de û ya mê di navbera 130-154 graman de ye.
Renge wî şîn û renge pişta wî pirteqalî qehweyî ye. Hinek komên qeleşînkan bi riya Hindîstanê ber bi aliye Afrîkayê ve koçber dibin.
Qeleşînk li ser daran dilîse. Denge wî wekî qirikan e ku sext e. Qelaşînk li xijendeyên piçûk wek qirtîş û marên biçûk, çûkên jar, pîrê, kojerên biçûk, beq, mêş û mûr wekî çirçirk, kulî, sedpî û kêzikan diğere û dixwe.
Qelaşînk nêzê şeş hêkan dike. Binecureyê qelaşînkê (C.g. garrulous) li bakurê rojavayê Afrîkayê, başûrê rojava û başûrê navîna Ewropayê, Asyaya piçûk (Tirkiye û Bakurê Kurdîstanê) heta bakurê rojavayê Îranê (rojhilatê Kurdistanê) û başûrê rojavayê Sibiryyê li Rûsyayê belav dibe.
(Ev nivîs ji Salnameya Nûbiharê hatiye wergirtin)