Meznatî û kelwaş: 18 cm dirêje.
Salox: Enî sipîye û sipîyatîya wê heta alek û guhkan û heftikê diçit. Kulovanka serî û patik reşin, pişt risasî ye. Binpişt risasîyekî reşve ye û kurîveşêra serî reşve ye. Şaper û navper û çengveşêrên serî reşekî risasîne û lêvên wan sipîne. Kurî reşe û herdû perên nîvê، lêvên wan sipîne، û herdûkên teniştan pêkve sipîne. Ji binîve sipîye û tengeka reş li singî werhatî ye, binçeng sipîne, ya mê wekî yê nêr e bes enîya wê risasî ye û reşatîya tenga singî pêtîye û sitû sipîve ye. Sipîlka çavan qehweyîyekî tarîye, nikil û pê reşin.
Jîngeh: Ji dûmahîya îlonê heta dûmahîya nîsanê li ser lêva cok û derav û çem û robaran û li cihên avzih diête dîtin û her ji ber hindê dibêjnê balavîk yan zîçbalavîk.
Zêdebûn: Li ewropa û turkî û sûrîya û kurdistanê (li çîyayên evraz û jorî) têjkan diînte der.
Xwarin: Mêşemor û kirmik û danê gil û gîyaye.
Cihên lê belav: Zivistana xwe li jêrîya ewropa heta nîveka efrîka û gizîrteya ‘erebî û jêrîya îranê derbaz dikit.