Balavîgewrika Deştî

Meznatî û kelwaş: 17 cm dirêj e.
Salox: Ji milê piştê ve gewrekî bi ser zerî ve ye. Banê serî, gîxên
reşên zirav û pêtî lê ne. Birûyeka pana sipîve di ser çavan re ye, ji binî
ve spîve ye, yan gewrekî vekirîyê sade û bara pitir bê pinî ye (bi têjikînî ser û pişt û sing
ravrav in), spîlka çavan qehweyîyeka tarî ye. Nikil qehweyî ye, pê dirêj û zerve ne, bara
pitir xwe didite cihên beyar û kurîka xwe wekî hemû balavîkan, bo serî û binî dileqînit,
nemaze demê hest bi tirsê dikit.
Jîngeh: Li kurdistanê, bi rêbarî, biharan û payîzan, li cihên beyar û xîzgeh û zevî, diête
dîtin.
Xwarin: Mêşemor û kirmik in.
Zêdebûn: Hêlîna xwe, li cihê veder û veşartî û di bin gil û giyayî ve, çê dikit.
Cihên lê belav: Li hemû ewropa û jorîya rojavaya efrîka û jêrîya rojhilata ûris û
erministanê û turkiya û filistînê û jorîya îranê heta nîveka asiya têjikan diînte der.
Zivstana xwe, li hemû efrîka û gizîrteya ‘erebî û jêrîya îranê û jêrîya ‘îraqê diborînit.

Îsmaîl Taha Şahîn

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply