Rewşa Zimanê Kurdî Li Bakurê Kurdistanê

Li bakurê welêt ez nikarim bibêjim rewşa zimanê kurdî pir baş e,lê ez dikarim bibêjim ber bi başiyê diçe.
Rast e demekî kurd hîn li ser cîh û warên xwe neşehitîbûn bajar,bajarok û gundên kurdan de kurmanciyeke zelal dihate xeberdanê,wê demê teknologî û amûrên ragehandinê evqas neketibûn jiyana mirovan û şûna wan amûran de piçûkan guh dida gotinên mezinan,her qebîle û berekî de malmezinek hebû,her malmezinê de jî serîkî serpêsekinî hebû.
Nêzîkî berêvara cimeet şên dibû,mezinan çîrok digotin,metelok û serpêhatiyên xwe digotin hine caran jî dorê de herkesî destê xwe dikire kerrika guhé xwe stranên denbejiyê digotin heta wexteke dereng heyteholî dikete nava cimeetê û ciwanan.

Wê demê jîyana kurdan de jibilî kurdî tu ziman tunebûn lewma politikayên bişavtinê bi serneketin,di şînan de,şahiyan de,li ser kaniyan, li ser baniyan, li ber deriyan,li ber dangiyan ,di govendan de,li sûkê bigre heta nav bêriyê de zimanê kurdî hebû.Karmend û karsazan bigre heta şivan,gavan û dûajoyan,xanim û xatûnan bigre heta berdestî û berivanan herkes bi kurdî diaxifî.
Îro jî rewş berovajî bûye bajar,bajarok û gund vala bûne şivan,gavan, dûajo nemane, xaniyê herkesî cihê ye,kaniya herkesî di malê de ye û telefona heryekî di berîkê de ye, kur bavê re, buk xwesiyê re, xwûşk bira re,û dikarim bibêjim jin mêr re naaxife,teknologiye mirovên malê jihev dûr xistine.

Di gel van hemû rewşên ku hatine guhastinê dîsa jî mirov dikare qala tiştên baş bike,dema berê yek ji xerîbî û xurbetiyê dihat ku tirkî diaxifî me xwezila xwe pê dianî ,wî kesî jî ji bo ku xwe zana û torin bide nîşandan di nav gotinên xwe de kurdî zêdetir cîh dida tirkî.
Lê îro ne wisa ye heke di nav civatekî de mirovek baş kurdî biaxife mirovên din xwezila xwe bi wî kesî tînin û wî kesî ji xwe re mînak digrin, li ser torên civakî dikevin nav lêkolînan,derheqa ziman,wêjê,çand,huner,folklora kurd de mereqan dikin, ji bilî navdar,edebyatzan,hunermend û rewşênbîrên bakûr hersê perçê din û kurdên Kurdistana Sor (Kurdên Sovyetê) jî dixwînin û dişopînin,ez ser navê xwe bibêjim dema ez li gund bûm derheqa dîroka kurdan de tu agahîyeke min tunebû,xeyrî dengbêj Evdalê Zeynikê,Şêx Silê Reso,Şakiro,Zahiro Ferzê,Sîno û çend hebên din min tu kes nas nidikir,saya serê Radyoya Rewanê min çiroka Kerr Kulik,û cend hebên din bihîstibûn.

Lê min navê Heciyê Cindî,Erebê Şemo, Qanadê Kurdo û gelek qelemzêrînên din nebihîstibûn û derfetên roja îroyîn nebûyana min Cegerxwîn,Osman Semrî, Seydayê Tîrêj,Qedrîcan û bi hezaran kesên din nasnedikirin.Îro bi hêsanî ez dikarim Şerefname yê jî bidestbixim bixwînim û Şivanê Kurmanca jî,jiber ku wek tê zanîn teknologiyê dinya bi xwe re piçûk kiriye ,wek me got têkildarî û eleqeya ciwanan jî li ser teknologiyê pir e ez gelek hevalan nas dikim kar û barên wan li ser ziman e .Herçiqas aliyê aborî de tengasî hebin jî dest ji karê xwe nakşînin,ji bona gotineke kurdî dikarin herin deh gundan û bajaran bigerin,dibe ku hejmara wan kesan kêm e ,lê herroj zêdetir dibe ,qalite û pileyên wan bilindtir dibin.

Dema berê her heremek bi devoka xwe diaxifî û her heremek bi stranên xwe hebûn,her heremek bi çîrok û serpêhatiyên xwe hebûn .Lê îro ew rewş hatiyê guhastinê kurmancek dikare bala xwe bide ser zaravayê zazakî,zazayek dikarê bala xwe bide ser zaravayê soranî,soranek dikare zaravayê kurmancî biaxife,herwisa kurmancek jî dikare zaravayê soranî fem bike û hemû zaravayên zimanê kurdî dikarin stranên hev guhdar bikin ,bihebînin ,mînak bidim min doh li ser rûpela hevalekî xwe çîrokeke kurdên meyî herema Oramarê xwend çîroka Sûto û Tato gelekî bi min xweş hat herçiqas bi zimanê heremê ve hatiyê nivîsandin jî lê gelek femdariye mirov sûdê jê werdigire.

Aliyê din hejmara berhemên kurdî zêdetir dibin,mirov dikare li ser kêmasî û qalîteya wan nîqaş bike,dixwazim vê bibêjim kî /kê çi bixwaze bi awayekî hêsan dikare bidestbixe. derfet pir zêdetir bûne ,berê li bakûrê welêt hezar malên kurdan de ancax li malekê pirtûkeke kurdî hebû ,lê niha her malê de berhemên cûrbecûr hene,dîrok,helbest,roman,felsefe û pirtûkên çîrokan ,ez kovara jî qet hesab nakim.

Ciwanên kurdan yên di zanîngehan de dixwînin,yên ku xwendina bilind dibînin hejmara wan gelek in dikarim bibêjim payê pir bi xwehî rêxistin û bi tevger in herçiqas perwerdeya wan li ser zimanê Tirkî be jî lêbelê bala ciwanan bi zimanê kurdî re tê,bi hewaskarî lêkolînan dikin dicedînin.ey yeka jî gumanê dide mirova hêviyên mirova xurtir dibin.
Ez di wê baweriyê de me zimanê kurdî yê baştir û xurtir bibe,li başûrê Kurdistanê bûye zimanê bazarê ,şikir wa rojvayê Kurdistanê jî federasyonek ava bûye ev deskeftinan aliyê erênî bandora xwe didin ser civakê.Li metropolên Tirkan de gelek caran min dîtiye li sûkê,otobûsan de û cîhên girse û qelebalixî lê hebe kurd bi dengê bilind diaxivin û tevdigerin tirk jî hemberî vê ecêbê bêdeng dimînin ,çima min got ecêb jiber ku ev yeka bi me xwe jî ecêb dihat, lê ev êdî gelek normal û rewa tê ditîne.
Van salên dawî de jî dengê kurdan rayagiştî de bilindtir bûye ,ev yeka jî hêz dide mirovan,gellên cînar mejbûr dimînin,kurdiya te ,kurdbûna te û zimanê te rewa dibînin

Dixwazim vê jî bibêjim,çima ez evqas li ser ciwanan sekininîm jiber ku aliyê siyasî de jî ciwan dixwazin hevdu fem bikin ,tifaqê çêbikin.daxwaz û mexseda teva welatekî serbixwe ye ,Rast e pêşiyên me di warê ziman de gelek dewlemend in heryek ji bona me çavkaniyeke qedrê heryekî divê bêt zanîn ,lê mixabin wan mezinên me heta niha em di bin banê Kurdistanê de komî serhev nekirine ,gelek caran peyî eşîrtahiyê çûne,gelek caran jî peyî oldariyê çûne bira guh nedayê birayê xwe lê guh dayê cînarê xwe..Hêvî û gumana min ew e rihê kurdewarî û zmanê kurdî li ser vê axê şêntir û xurtir bibe nivşên nû bi zimanê xwe perwerdê bibînin ,ez ê helbesteke xwe a bi navê zimanê kurdî pêşkeşî we bikim ,slav û rêz.

ZIMANÊ KURDÎ
Tu çiqas şirînî,çiqas xweş î
Mîna xalîçeke nexş bi nexş î
Mîna cihêz ê qîzeke çevreş î
Mîna dayka min gul û geş î
Tu hem beybunî,hem binevş î
Tu mîna siwarekî kubarî keleş î
Tu mîna hespekî kihelî reş î
Te ewqas tîr û kevan xwar in
Tu hîn dibezî hîn dimeş î
Tu avêtin ji çapxana
Tu buyî benîştê devê nezana
Lê te xwe parast bi awakî zana
Xanî bi Mem û Zinê tu anî pirtukxana
Herîrî tu kirî devê helbestvana
Feqîyê Teyran bi Hespê Reş 
Dayî rihwan li meydana
Erebê Şemo bi Şivanê Kurmanca 
Dayî nasin bi nîşana
Qanadê Kurdo pesnê te da
Ba kurdîzana
Tu Gumrîye hatî xewna Hecîyê Cindî
Li sêwixana
Ber sura Amedê gel kalemêra
Li çayxana
Tu mîna şekirekî Şamê helîyayî 
Li ser zimana
Bî pênusa Osman Sebrî,
Nuredîn Zaza ,Qedrîcan
Zarînî û qêrînî ya te ket nav 
Hewara Bedirxana
Bi hestên Cegerxwîn tu ketî 
Devê ciwana
Ketî şevbêrkên dengbejan li diwana
Tu ketî devê Evdal nava miqam û strana
Tu bûyî kilam di nav têlên tembûrê hozana…

Yücel Aslan(Koçer)
07.09.221
www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply