Bajarê Soxmatarê havîngeha Hz. Şueyb bû

Dema mirov ji bajarê Hz. Şûeyb ber bi Wêranşehrê ve diçe, piştî 15 km yan, mirov digihîje bajarê kevin yê bi navê Soxmatarê. Ji Harranê 50 km dûr e. Ev der her çiqas zêde kevin be jî, di dewra qraliyeta Abgaran de, ji aliyê Harraniyan de, weke navendeke sabi’iyan hatiye bikaranîn û dîzaynkirin.

Li Soxmatarê bêhtir baweriyên di dewra Sabi’iyan de berbiçavin. Bêhtir lo gor zanista felekiyatê tevgeriyane. Li ser serê 7 girên li serê rêzeçiyayê Tektekê mozole hene. Li ser mozoleyan jî 6 heb çargoşe û girover avahî hene ku mirov ber bi afirandina jimara rojên dinyayê dibin.

Bajêr bi temamî şikeftin û paşî keleyek jî tê de hatiye avakirin. Şikeftên ku weke ciyê goristan an goran hatine bikaranîn hene ku mirov ber bi baweriya Ezdayetiyê ve dibin. Piraniya wan berê wan ber bi rojê ve ne. Li Soxmatarê motîvên olî bi zêdayî hene. Dema behsa Soxmatarê dibe, her dîrokzan behsa dewra Romayiyan dike lê Soxmatar ji Romayiyan bêhtir kevn e. Li ser çiyayê aliyê başûr, nivîsên ku li ser kevireke mezin, bi nivîsa Romayî hatiye nivîsandin heye lê paşî hatiye nivîsandin.

Lê wisa xuyaye ku Soxmatar weke havîngeha bajarê Hz.Şûeyb hatiye bikaranîn. Hem ji bajarê Hz.Şûayb 15 km dûr e û hem bîra ku Hz. Mûsa diçe serê û keçikên Hz. Şûeyb ji destê zilaman rizgar dike hê jî heye. Ji ber bi rizgarkirina keçen Hz.Şûayb ji aliyê Hz. Mûsa ve, Hz. Şûayb wî dawet dike mala xwe û ji ber qenciya wî qîzeka xwe dide wî.

Bajarê Soxmatara berê niha gundekî ye û xelk lê dijî.

Piştî mirov ji Soxmatarê tê ber bi rojhilat ve 27 km. diçe, mirov tê ser rêya Wêranşehr û Rihayê ku rêyeka transît e.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply