Bajarê Dîlokê

Dîlok (wekî Dilok,Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye.

Li bakurê Qeleya Dîlokê girek heye. Taxa derûdora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, anko Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê dewleta tirkan ew nav guhart û kir Türktepe.( dagirkerî)

Li Dîlokê hewşa heywanet a herî mezin a Tirkiyê heye û Parka NewalaKesk (Yeşîlvadî) heye. Parka Yeşîlvadî parka tewr mezin a Kurdistanê ye Çemê Reş ji Gola Reş dertê. Deşta Îslahiyê bi ava Çemê Reş tê avdan. Çemê Efrînê ji çiyayê sofê dertê. Bi Çemê Reş re dibe yek û xwe valadikin Gola Amikê.Çemê Merzîmên jî ji çiyayê Duluk û Sam dertê.Çavkaniya çemê Nîzîpê li çiyayê Sofê li gundê Dulukê ye. Çem şaxek çemê Firatê ye.

Hesin, krom, fosfat, Kalkar û dolomît madenên herî pirin ku li herêmê ji bin erdê dertên.

Babetên Balîndeyan Herêm ji alî babetên teyrên kovî pir dewlemend e. Wekî din gur, hirç, xezal, berazên kovî, çeqel, keroshk û bizinên ser çiyan jî li herêmê peyde dibin.

Civaka bajarê Dîlokê 75 % Tirk, 22 % Kurd û 3 % jî Ereb û etnîkê dinin.

Îslam li herêmê xurt e. Henefîtî û Elevîtî zavên teşkîl dikin.

Li herêmê ciyên zewî û tirbeyan jî hene. Hinek ciyên zewîyên ev in: Şurahbil bin Hesen (Kilîs), Şêx Mansûr û Duluk Baba.

Jinên herêmê şalwarekî ku jê re dibêjin Çintiyan li xwe dikin. Bi ser şalwar de çakêtekî milfireh û yaxevekirî ku jê re dibêjin Fermane li xwe dikin. Entarî yên wan ji sê etegan pêk tê. Li pişta xwe kefiyeke sîm an jî qedîfe girêdidin. Keçên ciwan xavikên sipî, yên zewcandî jî tacek ku bi serde jî kefiyekê girêdidin, didin serê xwe.

Jinên gundî çarşefek ku jê re dibêjin meshele didin serê xwe. Kesên çarşefa reş jî li xwe dikin hene.

Zilam şalwar li xwe dikin. Li ser şalwar jî Eba li xwe dikin. Bi ser ebayê de jî çakêtekî ku jê re dibêjin sako li xwe dikin. Li serê xwe jî kefiyên kesk dipêçin.
Navê bajêr yê kevn Dolike (Doliçe)Piştre ji alî ereban ve navê Eyntab li bajêr hatiye danîn. Navê bajêr ji alî Tirkên ve jî sala 1928’an de wek Xazî Eyntab Gaziantap hatiye guhertin.

Nivîskar: Kurdolog Beg

Çavkanî: Ji malpera Dîlokê ya şaredariyê hatiye girtin

Derbar Çand Name

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply