Bajar: Amed

AMED: bi tirkî: Diyarbakır) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye.

Amed yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyeyê û di nav kurdan de weke paytexta Kurdistana mezin tê binavkirin. Amed îro di qada netewî û navnetewî de bi sûrên xwe û bi zebeşên xwe bi nav û deng e.
Bajar 1300 sal berî zayînê di dema asûriyan de, bi navê Amîd (Amîda) hatibû naskirin. Piştre bi dorê Amed, Ameda Reş, Diyar-ê Bekir, Diyarbekir û wek Diyarbakır nav hatine guhertin.
Bajar li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlîgê ve tê girêdan.


Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye. Erda herêmê 95 %´ê wê ji bo çandiniyê bikar tê. zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.
Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ e, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe.


Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yên herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne.
Şaredarê Amedê ji hilbijartinên 28’ê adarê 2004an û vir ve Osman Baydemir e.
Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Nifûsa bajêr piranî Kurd in, ji bilî Kurdan, Suryanî, Ereb û Ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.


Li Amedê xwedîkirina kevokan digihe zêdeyê 500 salî. Îro li hin qehwexaneyan tê jiyandin”.
Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî dîrokê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê.
Cihên dîrokî yên girîng
Bedena Bajêr
Pira Dehderî an Pira Belek an jî Pira Dîcleyê
Qesra Xazî
Baxçeyên Hewselê

آمد: أو (دياربكر) مدينة تقع في اقليم شمال كوردستان الخاضع للحكومة التركية. وهي أحد أكبر مدن جنوب شرق تركيا حيث يعتبرها الكورد عاصمة لكوردستان الكبرى.
آمد على الساحة الأقليمية والدولية مشهورة بأسوارها وبطيخها.
يرجع تاريخ مدينة آمد 1300سنة قبل الميلاد التي كانت معروفة ذاك الوقت باسم آميد (آميدا) ومن ثم آمد, آمدا رش ثم ديار بكر .
تقع مدينة آمد غرب مدينة باتمان وسيرت, شمال ماردين, شمال شرق رها (اورفا) وسامسور, وجنوب الازيز وجولك.
مساحة المنطقة تبلغ 15354كم مربع ويستثمر 95% من أراضيها في الزراعة (البطيخ,التبغ, القطن ….).
صيف مدينة آمد حار جداً. أما بالنسبة للمدن التي تحيط بها فشتاؤها معتدل.
توجد الكثير من المواقع الأثرية في المدينة أهمها (سور آمد) وأبراجها.
محافظ المدينة بعد انتخابات ال28 آذار 2004 هو عثمان بايدمير.

غالبة سكان المدينة من المسلمين, بالإضافة إلى أقلية إيزدية وخريستيانية. أما المسلمين فمن المذاهب الشافعية والحنفية والعلوية وأغلبهك يتبعون الطريقة النقشبندية.
الأغلبية الغظمى للسكان هم من الكورد, بالإضافة إلى أقلية سريانية وعربية وأرمنية.
تعود تربية الحمام في المدينة إلى 500 سنة. وتربى في بعض المقاهي في المدينة.
آمد فقيرة بطبيعتها لكنها غنية بتاريخها. فيعتبر سور آمد ثاني أطول سور في العالم بعد سور الصين العظيم.
الأماكن الأثرية في المدينة هي:
سور المدينة
جسر دهدري أو جسر بلك أو جسر دجلة
قصر غازي
حدائق حوسل

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply