(c)LOBKE PEERS

Badîn û Soran

Kurtkirin û sivikkirina navan ji bo gotinê di nav hemî miletan da heye. Mirov navan û hindek caran peyvên dî jî yên mîna lêker û rengdêran ji bo sivikî û xweşiya gotinê kurt dikin. Ji xwe me kurdan nav mişe kurt kirine. Ma ne kirmanc in dibêjin “Mustefayî” “Mistê”?! Me hemî caran gotiye “Îsma’îl”an “Smaîl”, “Smahîl”, “Simo” an jî “Simê”. Li nik me “Hesen”  “Heso” an jî “Hesê” ne, “‘Omer” “‘Emer” an jî “‘Emê” ne, û htd. “‘Emê Gozê” nimûneyeka zêde berçav e.

Di kirmanciyê de ne tenê nav, lê lêker û pirtikên dî jî yên zimanî diên kurtkirin. Dema me li zanîngehê digot “sora”, hevalên me yên soran tûre dibûn. Ew weha difikirîn ku em ji kînekê wan kêm dikin û sivikatiyê bi wan dikin. Lê min digot wan ku negotina “n” ya ku li dû “a”yê diêt di kirmanciyê de, nemaze li nav behdîniyan, tiştekê xwezayî ye. Pirhejmar anku kom jî di kirmanciyê de bi “an”ê û “ên”ê diêt kirin. “êt” û “êd” jî dikarin cihê “ên”ê bigirin. Em “an”ê dinivîsin, lê “n”yê kêm caran dibêjin. Ji bo mînak; “gul” kithejmar e, pirhejmara wê “gulan”e. Lê kirmanc hema dibêjin “gula”. Em dibêjin, “Nesrîn gula – (ne gulan) – difiroşit”. Ma gelo me kînek ji “gulan” jî heye ku em nabêjin “gulan”?! Dema min mesele weha ji bo wan hevalên me yên soran zelal dikir, ew êdî sil nedibûn. Lê tiştekê weha li beranberî wan li nik me jî heye.

Min her di vê Pêlê* de hindek nivîsar li ser behdîniyê belav kirin. Ji ber ku min li şûna “behdîniyê” nivîsîbû “badînî”, hindek hevalan peyam ji bo min şandin û nerazîbûna xwe dıyar kir. Yek ji wan hevalan jî kiçeka kurd a Emrîkayê bû. Ew bi xwe jî li ser zimanî dixebite û xemeka mezin ji zimanê me dixwe. Wê piştî silavê weha nivîsîbû, “Her kesekê/a hindî serê derzîkê jî li ser zimanê me yê pîroz kar dike, kedeka pîroz pêşkêşî civakê me dike. Ji ber ku te xwe bi van nivîsaran ve zehmet daye, ez ji dil spasiya te dikim û hîvîdar im di karê xwe de berdewam û serkeftî bî. Ez dixwazim çirûskeka ronahiyê biêxim ser şaşiya di navê “badînî”yê de. Herêmeka me ku dikeve başûrê Kurdistanê “Behdînan”e. Xelkê wê deverê “behdînî”, ne “badînî” ne. Devoka wan jî “behdînî” ye. Soranên dilreş ku bi çavekê hûr û bi mebesta kêmkirina me behdîniyan ji dilreşiya xwe ji me re dibêjin “badînî”. Ji xwe mirov di çavên wan de û li ser lêvên wan dibîne ka çend ji nedil wê peyva “heram” bi lêv dikin. Jimareyeka kêm ji behdîniyên me yên dilsax vê peyva qirêjî li ser xwe qebûl dikin. Lê giring e ku her kesê/a hindî serê derzîkê jî bihayê zimanê me û deverên me dizane vê rastiyê bizane. “Badînî” yan “badînanî” kêmkirina “behdîniyan”e. Ez behdînî me, kirmanc im, kurd û kirmancperest im û bi vê peyva qirêjî “badînî” yan “badînanî” xemgîn dibim.”

Lê ez bi xwe weha nafikirim. “Badînî” formê nû yê “behdînî”yê ye. Gelek “h” di zimanê kurdî yê kevin de hebûn, lê di kurdiya niha de nemane. Ji bo mînak, “mêhvan” bûye “mêvan”, “gerhan” bûye “geryan”, “şidhan” bûye “şidyan”, û htd. Her “eh”ek jî di kirmanciyê de bûye “a”; “qehreman” bûye “qareman”, “şehreza” bûye “şareza”, û htd. Nimûne gelek mişe ne. Ez weha difikirim kk “Behdînan” jî her di wê rêyê de bûye “Badînan”.

Sivikkirina navan hindek caran ji bo kêmkirinê ye, hindek caran jî ji bo xweşiya gotinê ye. “Badîn” û “sora” jî ne ji bo kêmkirinê, lê ji bo xweşiya gotinê û sivikiya li ser zimanî weha diên gotin.

*”Pêl” sernavê goşeya nivîsarên Zinarê Ednanê Melleyî di rojnameya Warê de bû.

Têbînî: Ev nivîs di hejmara 1173-ê ya rojnameya Warê de hatiye weşandin.
Zinarê Ednanê Melleyî  – zinarares@yahoo.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply