Bacikên Sorkirî

Bacik navê cûreyekî îsotan e ku navê xwarinê jê tê. Lêbelê ev xwarin ji qelandina zebzeyan tê çêkirin. Li seranserê herêmê, di demsala havîn û payîzê de bacan, kundir, firingî û îsotan di rûn de sor dikin û wekî xwarinên danan tînin ser sifreyê. Gava van zebzeyan ter û demsalî bêyî firingî sor dikin, sîr û mast lê dikin, wê demê xwarin bi sarî jî tê xwarin.

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 6 kesan

*Firingî: Kîloyek

*Bacan: Nîv kîlo

*Îsot: Nîv kîlo

*Kundir: Nîv kîlo

*Rûnê nivîşk: 300 gr

*Îsota reş: Kevçiyekî çayê

*Xwê: Têra xwarinê

ÇÊKIRINA BACIKÊN SORKIRÎ

Zebzeyan bişon, firingiyan kabik hûr bikin, îsotên hêşîn li gorî meziniya wan bikin du an jî çar qet. Bacan û kundiran hûn dikarin bi du awayî bikin kerî, hem gilover hem jî li ser dirêjiyê.

Rûn bixin taweyekê û deynin ser argûnê, zebzeyên ku we hûr kirine bi dorê di rûn de sor bikin. Dema hemû zdebze hatin sorkirin, firingiyên xwe berdin taweyê û wan jî sor bikin.

Hûn dikari van zebzeyên qelandî her yekê di derdanên cuda de deynin ser sifreyê yan jî hemûyan bixin sêniyekê, xwêya wê pê werkirn, firingiyên ku wekî sos qelandine tevî navê bikin, îsota reş têreşînin û deynin ser sifreyê.  Û her wiha hin kes jî mastê bi sîr berdidin ser zebzeyên sorkirî, naneya hişk pê werdikin û serwîs dikin. Wê çaxê jî pêwîstî bi sosa firingiyan namîne.

Noşî can be

Derbar Çand Name

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply