MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 6 kesan
*Balîcan: 2 kîlo
*Rûnê nivîşk: 2 kevçiyên xwarinê
*Sîr: 5 dendik
*Goştê hûrkirî: 200 gr
*Îsota sor: Kevçiyekî çay
*Xwê: Têra xwarinê
ÇÊKIRINA BABAQINÛÇÊ
Balîcanên xwe li ser agirê pereng bibirêjin, biqeşêrin, bişon, avê jê hilînin, hûr bikin bila amade bin. Sîrên xwe sipî kin, bikutin, bixin derdanekê bila bimînin.
Balîcanên xwe yê hûrkirî, bi mîrkut bieciqînin, rûnê xwe di taweyekê de bikijilînin, balîcanên xwe berdin navê û di rûn de sor bikin. Xwê û sîrên wê bixinê, xwarinê bixin teyfika serwîsê, nava babaqinûçê bikin kort û rûn têxin taweyekê û deynin ser argûnê, rûnê we sor bû goştê hûrkirî berdin navê û sor bikin, li ser wê îsota sor werkin û lihev xin û berdin nav kortika ku we li ser babaqinûçê çêkiriye û deynin ser sifreyê.
Noşî can be