Çarşem , 30 Îlon. 2020

Baba Tahirê Hemedanî (937-1010)

Ew bi Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî naskirî bû û navê wî Tahir e. Ji ber ku ew ji maqûlên ola ehlê heqê (yarsan) bû digotinê Baba ku hevwateya peyva pîr e ya ku bo rêberên olî dihat bi kar anîn. Wî bawerî bi sofîzmê hebû û ji ber hindê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew li Hemedanê ji dayik bûbû û her li wê derê jî miribû. Wî bi zaraveya lurrî nivîsiye lê goranî jî zaniye û ew carna di helbestên xwe de tevlî zaraveya xwe kiriye.

Helbesta wî bi dildariya xudê û afrînerî pir e û bi pesindana ciwaniyê ku belge ye li ser hebûn û yekbûna afrînerî, xudêyî mişt e. Diyar dibe ku wî helbestên xwe bo Yarsaniyan nivîsîne û li nik wan wekî sirûd û stiran dihatin gotin.

Destnnivîsên Baba Tahirî ya dubetiyên wî di arşîfên cîhanî de hebûn (mîna Arşîfa neteweyî li Parîsê) û hindek rojhilatnasan ew di sedsala nozdeyê û bîstê de bi wergera wê bo zimanên xwe re, mîna îngilîzî û fransî û elmanî weşandibû.

Ev destnivîs 175 dubeyt in û ji aliyê Bexş Qulî Qerebaxî ve û li ser fermana Mehemed Paşayê Qaçarî li sala 1844-ê hatiye civandin. 600 dubeytî û 5 xezel û çend parçeyên din ji şîira Baba Tahirî di destnivîsa »Gulşen«ê de ya Mehemed Qazî kurê Mehemed Rezayê Mehcûrî di sala 1783-yê de hatine nivîsandin û ev destnivîs (E-12) di arşîfa Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî li Sant Petersburgê hilgirtî ye.

Destnivîseka Baba Tahirî di arşîfa Qonyeyê de di mezargeha Celaleddînî Romî de hatiye dîtin û ev destnivîs li sala 1444-ê hatiye nivîsandin. Berhemên Baba Tahirî wekî pirtûk ji aliyê Hisên Wehîd Destgurdî û bi pêşgotina Reşîd Yasemî û herweha ji aliyê Mehemed kurê Îbrahîmî ku bi Xetîbê Wezîrî jî têt nas kirin hatine belav kirin.
 
Çavkaniya zanyarî û wêneyî: Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
Amadekirin: Sidqî Hirorî

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.