Baba Serhengê Dewdanî (935-1007)

Ew helbestvan û ji pîrên yarsaniyan bû, navê wî Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewdanî ye. Peyva Baba li cem yarsaniyan hevwateya peyva pîr e. Ew li Hawramanê li devera çiyayê Şahoyî li jêriya bajarê Sineyê ji dayik bûye û laşê wî li gundê Tewêleyê hatiye veşartin. Wî bi goranî helbest nivîsîne.

Hinek dubeytiyên wî di “Defterî Dewrey Baba Serheng”î de hatine parastin. ew di helbesteka xwe de dibêje yarsaniyan:

Serhengî Dewdan, Serhengî Dewdan
Ez ke namman, Serhengî Dewdan
Çenê êr manan, megêlim herdan
Megoşim perê, ayînî kurdan

Yanî:

Serhengê Dewdan, Serhengê Dewdan
Em ku navê me Serhengê Dewdan e
Em li gel yaran li erdan digerin
Têdikoşin ji bo zîndîkirina ayînê kurdan e

Çavkanî: Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
Amadekirin: Sidqî Hirorî/kulturname.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply