Baba Nawûsê Caf (1084-1161)

Navê wî Îbrahîm Ehemd e û ew bi navê »Baba Nawûsî Caf« hatiye nas kirin. Ew di sala 1084-ê de li gundê Sergertê li Hewramanê ji dayik bû. Ew mirovekê xwndewar bû û ket nav rêça derwîşî û sofîtiyê. Baba Nawûs di nav xelkê de herweha bi »Bile Şête« yanî »Brehîmê Dîn« dihat bi nav kirin jî. Ew di sala 1161-ê de, her li devera Hewramanê mir.

Baba Nawûs yek e ji pîr û rêberên mezin yên Yarsaniyan û li cem yarsaniyan ew yek e ji pênc peyamnêrên Kirdgarî (Xudê); ew pênc rêber jî ev in:

Behlûlê Mahî (-835)
Baba Serhengê Dewdanî (935-1007)
Şa Xoşên (1015-1074)
Baba Nawûsê Caf (1084-1161)
Sultan Sehak (1272-1388)

 Wî şîirên dubeytî nivîsîne û hinek ji wan di kitêba »Dewrey Baba Nawûs«î de hatine parastin. Şîirên wî di naveroka xwe de bi şîret û pend û zanînê ve dagirtîne û ew di wan de xwe tîne meqamê şahinşahî.

Ew di şîireka xwe ya li ser xwe û navê xwe de, wek êzidiyan qîmetê dide Tawûsî û dibêje ku zatê wî û Keykawûsî, yê ku li gor yarsaniyan şahinşah û kesek bû ku rûha Xudê piştî peydabûna Adem û Hewayê derbasî laşê wî bûbû, bûye yek. Ew di wê dubetiya xwe de weha behsê tawûsî û Keykawûsî dike:

Nam men Bile û şoretim Nawûs
Babo Ehmed in, sahîb ca û kûs
Pêkanim we ser cûqey per tawûs
Zat aswarenan çenî Keykawûs

Yanî:

Navê min Brehîm e û şuhreta nin Nawûs e
Babê min Ehemd e, xudan cî û nav e
Kulavê perê tawûsî li ser dadinim
Zatê me û Keykawûsî yek e

Çavkanî:
– Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
– Gewre rabere dîniyekanî yarsan, Eyûb Rostem, 17/12 2009, Judinews
http://www.judinews.com/Direje.aspx?Cor=Mezhw&Jimare=74
– Felsefe û ramanî yarsanî le ferheng û komelgey kurdewarî da, Cemal Nebez, semîner, Göteborg, Swêd, 26/4 2008
yarsan-dm.com/in/images//raman%20yarsanin.doc

Amadekirin: Sidqî Hirorî

Têbînî: Wêneyê mezarî ji Judinewsê hatiye wergirtin.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply