Azîzko û Muzîka Wî

Ji bo xebatên hêja, muzîkek bi qalîte û bi zewq divê her tişt ji dil were. Gava dil bi eşq dest biavêje muzîkê wê demê hemû cîhan li ber çavan xweş û geş dibe. Yek ji wan hunermendên hêja, bi qalîte, bi zewq û muzîka xwe ji dil dike Azîzko ye. Meriv bi dengê wî yê rengîn sermest dibe. Gava muzîka wî dest pê dike xeyalên efsunî wekî çemê biharan dige guşeguşê li ber çavan. Me pirsên xwe ji cenabê wî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Azîzko kî ye?

Merheba pêşî spas dikim bo vê daxwaza te. Azîzko kî ye? Ev pirseke hêsan xwîya dike lê pirseke zor zehmet e. Ez dixwazim jokerek bi kar bînim û pirsa te hinek hêsantir bikim. Ka em bejin Azîzko çi dike? Wê baştir bibe. Çend sal berê li Kela Zêrzewan hatim dinyayê. Ez heta lîseyê jî li Dîyarbekirê mezin bûm, paşê bo zaningehê ez darbasî Mêrdînê bûm û min dest bi xwandina mîmarîyê kir. Heta berî ku dest bi zaningehê bikim ji bilî playlîsta can radyo ya Dîyarbekirê min hay ji muzîkê tinne bû. Paşê li zaningehê tofan rabû, komên muzîkê li hewa diçûn u dihatin, rojên sînemayê, dersen felsefeye ji alîyê gelek mamosteyên navdar dihatine dayîn. Me brêz Mehmet Atlı naskir, dekanê me arşîva xwe a muzîka rock, u jazzê ji me ra vekir. Her wiha di heman demê de li zaningehê beşa kurdolojîyê jî hebû u ji alîyekî jî ez bi wan re di têkilîyê de bûm. Bi kurtasî dikarim bêjim ez di perwerdehîyek asta cîhanê re derbas bûm u hatim vir. Bi zanebûn behsa vê meselê dikim ji ber ku dixwazim girîngîya perwerdehîyê bînim ziman. Ji ber ku ne ji zanîngeha Artuklu Beşa Mîmarî bûya ez niha kerê çolê bûm.

Karê te yê esil avahîsazî ye lê di ber re tu karê muzîkê jî dikî. Di her du karan de jî serkeftî yî. Ev qewet û ev enerjîya te ji ku tê?

Spas dikim lê nikarim bo karê muzîkê re ji xwe ra bêjim serkeftî me. Lê di karê mîmarîyê de ez ferq dikim ku ber bi cihekî ne xirab ve diçim. Bo pirsa ev enerjî ji ku tê carekê Behmen Qubadî bersiva pirsek nêzîkê vê wisa dabû, ez jî dixwazim dubare bikim. Digo: “ez ji welatê çîrokên nehatine gotin hatime”. Bi ya min bersiv ev e dem nîne.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?
Bo jinekê bixapînim min dest bi lêxistina gîtarê gir. Paşê li zaningehê her tişt qewimî. Em bi du çîrokan ketin. Nêzîkî heşt sale ez bi muzîkê ve eleqedarim.

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Di navbera pratîkên hunerî de tu sînoran nabînim. Wênasazî, helbestvanî, sînemagerî, romannûsî çi be muzîk jî ew e. Binavkirina hunerê hinekî dûr û dirêj e, belkî wekî afirîner daxwaza şibandina Xweda be, belkî jî daxwaza kutanê be nizanim.

Di vê rê de kîjan mirov û kîjan sazî ji te re bûne alîkar?

Wekî min go dema zaninghê mamosteyên min cîhanek nû li ber min vekirin, ew muhîm bû. Ji bilî wê kesên wekî Mehmet Atli, Xalit Tarî, Cumhur Ölmez , Cafeya Leylanê, hevalên min ê zaningehê Harun Duman ku gellek kom û muzîkjen ez ji wî hîn bûme, van rojan ekîba Kovara Ziryabê… Lîste hinekî dirêj e, hê ji gelek camêr helbestên potansîyela wan heye ku bibin stran dişînin ji min re. Wekî sazî kes bo min nebûye alîkar qeydûbendên min serbixwe ne.

Her stran xwedî çîrokek e. Starana “Bikutime Vê Heyatê” çawa derket meydanê? Tu dikarî ji me re qala çîroka wê bikî?
Bikutme vê heyatê.

Çavên me li rê ne gelo wê kengî albûma te derbikeve û em ê kengî bibin xwedî albûmek bi îmze? Ji bo albûmekê xebatên te hene?

A rast ji bo albumê xebatên min ji alîyê teknîk tinne ye lê têra albûmekê besteyên min hene. Ez ê hêdî hêdî li malê dest bi qeyda bikim. Go alîkarî tinnebe ne bawerim zû bi zû derkeve.

Te dest bi xebatekê kir. Ev xebat di qada muzîka kurdî de xebatek nûjen e. Projeya “Konsera Malê” çawa derket? Ji bo pêşerojê xebatên te çi ne?

A rast ev ne fikra min e. Ev konseptek e û li cîhanê netewên din vê konseptê bi kar tînin. Mekanên konserên kurdî zehf kêmin û yê ku hene jî konfora wan hinekî kêmin. Li alîyê din jî gelek hevalên muzîkjen hene ku kêm kes wan nas dikin. Mego em ji wê bihabûn û teqreq a kafeyan vekişin mala xwe û hinekî rihet bin. Ya yekem me li darxist li gorî di apartmanekê de bû û amadekarîya ekîpmanan filan zêde tinebû lê disa jî ne xirab bû. Niha em dixwazin li xaniyekî xweştir, bingehek ava bikin û li dor wê civatekê ava bikin. Em li sponsor digerin û ji çend ciha bendî bersivê ne, ez bawerim ya duduya wê baştir bibe.

Dema te biryar da tu yê karê muzîkê bikî ji malbat û derûdora te çi ji te re hate gotin? Di vê rê de Ji te re bûne alîkar?
Ez bawerim malbata min niha nizane ez muzîkê dikim. Tenê dizanin gîtarek min heye û ez ji xwe re carna lê didim. Malbat nebû alîkar û wê ticar nebe jî. Jiber ku kurdên me muzîk, sînema, şano û hwd. tiştekî vala û beredayî dibînin. Mixabin haya wan ji hunerê tinne ye. Her û wer memurtî. Ma ez nekutme vê heyatê wê kî bikutê 🙂

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî? Bêhtir kijan muzîsyen li ser te bandor çêkirine?
Min pêşî bi muzîka rock dest pê kir. Ez heyranê System of a Down bûm ku komek Ermenîyan e û heman komên rockê min gohdar dikir. Paşê min ferqkir ku dengê min têrî muzîka rock nake ez hinekî daketim muzîkek softtir. Niha komên wekî Beirut, Songs: Ohia, Kiosk, Radiohead, Portishead, King Gizzard, Khuranbîn û Xalit Tarî bi piranî gohdar dikim. Ji bilî wê berê min her tim li muzîka jazz e. Anouar Ibrahîm ev çend mehe nahêle muzîkjenên din gohdar bikim.

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Tam îro ez vê meselê difikirim. Ez ev 7-8 sale muzîkên Ingilîzî gohdar dikim lê peyvekê jî fahm nakim. Ev tiştek balkêş e. Bê werger tê gohdarî kirin muzik. Di metroyan, li kolanan, li ber pez, li ser xwarinê… Li her derê muzîk tê lêxistin û bandora muzîkê zû dîyar dibe. Dema muzîka klasîk lê dide tu tiştek difikire, dema blues an govend lê dide tu tiştek din difikire.

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend?

Derrida dibêje “Wêje îmkana nivîsandina her tiştî dide mirov”. Lê ev feq e. Herkes nikare yê ku bixwaze dikare.

Bi te muzîka Kurdî niha di çi astê de ye?
Yasîn! VeI Kur’ân-iI hakîm. Înneke leminel murselîn. Ela sîratin musteqîm. Tenzîlel ezîzîrrehîm….. 🙂 🙂

Di nava albumên muzîka kurdî de ya herî bêtir li ser te bandor kirî kîjan bû?
Koma Sê Bîra bû. Bi rastî kuta serê me. Her carê ez maruz dimînim têm malê hefteyekê ji mal dernakevim u muzîkên rock gohdarî dikim. Heqqet Girtîyên azadîyê ne xirab bû ha!

Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Bi ya min ev hinekî zehmete. Min pêşî go bo min komek herî baş System of A Down e. Le li sed kesî bide gohdarî kirin texmîna min bi piranî kêm kes wê bêjin xweş e. Lê dîsa jî usulên muzîkê yên runiştî hene. Yanî tu kes nikare bêje muzîka kurdên Îstîklalê baş e. Helbasta baş/xerab, romana baş/xerab, tabloya baş/xerab çawa ji hev diveqete ev jî wisa. Bila her kes li gor qaweta xwe wan ji hev veqetîne 🙂

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Heta îro me herdem wan muzîkjenên xerab rexne kir. Li divê piranî em li “arz”a xerab jî binerin. Erê muzîkjen xerab e lê tu dinere bi milyonan însan dengên wî/wê maç dikin. Tu nikare ji van mirovan re bêje we xêre hosta? Ji ber ku ev bi hemu pratîkên civakên zanistî re eleqedarin. Muzîkek cuda mejîye cihana wan qul dike û ev jî wan têşîne û dîsa vedigerin meqamên nas.

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Ji ber ku ez debara xwe bi muzîkê nakim, nikarim bersiva vê pirsê bidim lê li gorî dîtinên min gelek muzîkjenên navdar ji ber aboriyê nikarin albuman derxin û dûr dikevin.

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Ji bo vê, daxwaza muzîkek bi qalîte lazim e. Îro festîvalek jazzê gelekî navdar li Amedê bê li darxistin wê çend kes biçinê? Dev ji vê berd kîjan organîzator dikare vê xeyal bike? Dev ji vê jî berd kîjan organîzator?…

 

Hevpeyvîn Mele Mihyedîn çêkir

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply