Axxx Helepçe (Vîdeo-Nivîs)

Di 16’ê Adara 1988 ‘an de balafirên şer yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî barandin ser bajarê Helepçeyê . Di nava çend seatan de li Helepçe û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man.

Raya Giştî ya Cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Ramazan Ozturk piştî komkujiyê çû Helepçe û wêneyên ku li Helepçeyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Alî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helepçeyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helepçeyê tê kirin, Alî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.

Bandora bombeyên Kîmyewî tenê bi mirina 5 hezar kurdan û seqet mayina bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyewî hê jî li bajêr didome.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên Kîmyewî li Helepçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994`an de nexweşiya qanserê ji sedî 800 zêde dibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyewî nexweşiyên jinan 4 qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên, qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyewî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.

Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz Sadam Huseyîn û Hasan Alî Mecît bi navê kod Kîmyasal Elî li girtîgehan li benda roja darizandinê ne. Lê belê hê ne diyare wê kengî derkevin pêşberî dadgehan. Gelê kurd û bi taybetî jî gelê Helepçeyê li bendê ye ji Sadam Huseyîn û Hasan Alî Mecît hesab were pirsîn.

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply