Axayê Stanbolê

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Di demên kevin de axayek hebû. Çiqas sal derbasdibûn jî zaroken wî çênedibûn. Carekê yek ji axa re dibêje li Cizîrê keça gavanekî heye. Ger tu vê keçikê ji xwe re bênê wê zarokên te çêbibin. Axa diçe Cizîrê. Gavan dibînê û keçâ gavan jê dixwaze. Gavan keça xwe dide axa. Du hefta li Cizîrê dimînin û duvre axa berê xwe dide Stanbolê. Axa beriya ku here gerdeniyekê dide jina xwe. Axa ji jina xwe re dibêje:

– Ger zaroka me kurik be tê vê gerdeniye bixê stûye wî û wî bişiyêne bal min.

Piştî ku axa diçe Stanbolê kurikekî axa çêdibe. Kurik dibe heft salî. Rojekê bi hevalên xwe re bi gok dileyîze. Hevalekî wî ê keçel heye. Rojekê li hevdû dixin. Ê keçel ji kurê axê re dibêje tu pîçî. Kurik dev ji listikê berdide û tê malê. Li malê ji dayîka xwe dipirse:

– Bavê min kî ye?

Dayîka wî dibêje:

– Bavê te li devereke dûr e.

Kurik dibêje:

– Ezê herim bal bavê xwe.

Her çiqas dayîka wî nehêle jî kurik gelek lava dike. Dayîka kurik ji bêçaretî qayîl dibe. Gerdeniya di stûye xwe de didê kurê xwe û wî birê dike. Kurik li hespê xwe siwar dibe û dikeve rê de. Di rê de hevalê wî ê keçel tê pêşiya wî û dibêje ez jî bi te re werim. Bi bêdiliya kurik hevalê wî ê keçel jî pê re dikeve rê. Di rê de keçel tî dibe. Avê ji kurik dixwaze. Kurê axê ava xwe ji tûrikê xwe derdixe û dide keçel. Keçel avê divexwe û bi dizîka xwê dixê nav avê de. Dema ku kurik avê divexwe hê behtir tî dibe. Bi wî awayî têne serê bîrekê.

Ji bo ku dewla bîrê ninbû dibê yek ketibana hundirê bîrê. Keçel dibêje ez nikarim bikevimê. Ji neçarî kurik dikeve hundirê bîrê. Hem têr av vexwartin û hem hespê xwe têr av kirin. Piştî ku av vexwarin. Kurik dibêje ka destê min bigre ez derkevim. Lê keçel destê xwe nadiyê. Keçel dibêje:

– Ezê te bi sê merca derxim.

Kurik ji mecbûrî biya keçelo dike. Keçel mercê xwe dibêje:

– Yek ezê li hesp siwarbim, dudo tê gerdeniya di stuyê xwe de bidî min, a sîsiya tu ti tiştî ji bavê xwe re nabêjî.

Piştî pejirandina van mercan keçel kurik ji bîrê derdixe.

Rêvingî ya wan du roja dewamkir û gihaştin Stanbolê. Axa zarok ê keçel kûrê xwe dihesibêne. Gelê wir ji axa re dibejin:

– Ma evê keçel kurê te ye?

Axa dibêje:

– Li dayîka xwe hatiye.

Axa her du zarokan dibe qesra xwe. Her du zarok derdikevin oda xwe. Çûkek tê xwe li ser şibakê/pencera odê dideyne. Çûk dixe cîke cîk. Kurik pê dikene. Keçel sedema kenê kurik dipirse. Kurik naxwaze bibêje. Keçel dibêje ger tu ji min re nebêje ezê te bikujim. Kurik ji bêçaretî dibêje. Kurik dibêje çûk ji min re dibeje li rexê dî deryayê keçikek heye, here ji xwe re bine.

Lê li pêşiya te mirin heye. Ger ku ti karibe xwe jê xilaske here. Keçel dibêje here ji min re bine.

Kurik dikeve rê. Li hemberî keriyek mîro/gerik tê. Dirajê mîrokekê. Şahbanûya mîroyan dibêje ger tu hevalên me berdê ezê perekî xwe bidim te, dema ku serê te kete belayê te vîna bişewitîne û emê vê demê hîngî werin alîkariya te. Kurik li rêya xwe dewam dike. Li hember zilamekî tê. Zilam ji kurik re dibêje şêrekî bi bîrov heye. Wê te bixe kêzik. Kurik diçê şêr dibîne. Kevanekê ji xwe re amade dike. Tîra xwe diavêje bîrova şêr. Bîrova şêr dipeqe. Şêr rehet dibe. Kurik ji şêr diterse lê şêr bangî kurik dike. Kurik bi tirs diçe ba şêr. Şêr jî spasiye xwe pêşkeşî kurik dike. Şêr mûyekî xwe dide kurik û jê re dibêje dema ku serê te kete belayê tê vî mûye min bişewitene ezê bêm alîkariya te.

Kurik rêya xwe didomîne. Li hemberî golekê tê. Ji golê masiyekî digre. Mîrê masiya dibêje:

– Ger tu hevalê me berdê ezê perekî xwe bidim te, dema ku serê te kete belayê tê vî perî bişewitêne emê bêne alîkariya te.

Piştî van bûyeran kurik digihije mala keçikê. Mesela xwe ji bavê keçikê re dibêje. Bavê keçikê dibêje sê mercê min hene. Ger tu wan bene cîh ezê keça xwe bidim te. Ger tu van mercen min neyêne cih ezê serê te jêbikim û deynim ser dîwarên kelaha xwe ya ku ji serê mirovan pêkhatiye. Kurik vî mercî dipêjirêne. Bavê keçikê dibêje; mercê pêşî tê tenekek savarê kelandî û goşt tevlîhev bike û tê di hundirê du seata de wan ji hev veqetênî. Ê dudoyan tenekek genim û tenekek ce tê tevlûhev bikê û duvre tê genim û ce di hundirê seatekê de ji hev veqetênê. Ya sîsiyan ezê hungiliskekê bavijim nav deryayê tê di hundirê rojekê de derxê. Kurik ji bo alîkariye mûye şêr dişewitênê şêr tê alîkariya wî. Goşt û sawarê jihev vediqetênê. Duvre kurik perê mîroyan dişewitênê mîro têne hawara kurik û genim û ce ji hev vediqetênîn. Duvre kurik ji bo alîkariye perê masî dişewitêne û masî ji binê deryayê hungiliskê derdixin. Piştî bicih anîna mercan bavê keçikê keça xwe dide kurik. Kurik tê hemû meselêyên ku hatine serê wî ji bavê xwe axa re dibêje. Piştî ku axa bi vê dek û fena keçelo dihise keçelo digirin û cezayek giran didin wi. Bi wî awayî axa û kurê wî û buka wî bi şanazî jiyana xwe didomênin.

Dîkê çê, hêj di hêkê de diyar e.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • [10+] Ji bo zarokên 10 salî û berjortir de.
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply