Awirek ji dîrokê li ser Rojavayê Kurdistanê (I)

JI MITANÎYAN HETA MIRDÊSÎYAN BER BI SERDEMA ME VE

Weke ku tê zanîn û li seranserê dinyayê jî wiha tê pêjirandin, Mêzopotamya dergûşa şaristanîyan e  û di warê zanistê de peyîtandî ye ku, mirovahî li navenda Mezopotamyayê, anku li Hîvika Zêrîn dest bi çalakîyên xwe ên serdema Neolîtîk kirîye. Ajal cara yekem li vir hatine kedîkirin, çandinî li vê axê dest pê kirîye, gundên yekem ên ku mirov bi awayek hevpar jiyîne li vir hatine avakirin û di van salên dawîn de, li gel keşfa bêhempa ya Perestgehê Xerabreşk, êdî em baş dizanin ku dîroka olan, hebandina Xweda -Xwedayan  û rîtûelên olî yên yekem, berîya 11 hezar salan dîsa li vir û ji hêla mirovên Hîvika Zêrîn ve hatine destpêkirin. Û dîsa hêjayî gotinê ye ku, Çanda Helef, a ku ew  bixwe bingeha şaristanî û kultura mirovên vê herêmê ava kirîye jî, vêca di navenda Hîvika Zêrîn, anku di Rojavayê Kurdistanê de dest pê kirîye û ji vê herêmê li seranserê Mezopotamyayê belav bûye. Hîvika Zêrîn bi taybetmendîyeke xwe a din jî tê zanîn; ew jî ev e ku, mirovahî cara yekem li vir xwe birêxistin kiriye û hîmê civakbûnê dîsa li vir danîye. Perestgehê Xerabreşk li Rihayê û Çanda Helef li Girê Helef ê Serêkanîyê hatine dîtin û evana piştrast dikin ku navenda çand û şaristanîyê anku navenda Hîvika Zêrîn jî Rojavayê Kurdistanê, û her wiha qeraxên bakûrê Tîjle û Ferat bixwe ye. Bi gotineke din, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku; Navend û derguşa Şaristanîyê Mezopotamya ye û navenda Mezopotamyayê jî  Hîvika Zêrîn e, û navenda Hîvika Zêrîn jî li gel destkeftîyên zanistî yên nû, Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Tîjle û Ferat e. Ev têz dibe ku xwedî îdîayek mezin bibe lê kolanên dawîn û keşfên nûjen ev yek bi hemû daneyên xwe vepiştrast dikin. 

Piştî serdema neolîtîk û pêvajoya çanda Helef, li Kurdistanê di hezarsala 4-emîn de pêvajoyek nû ji hêla Xorrîdan (Horrîyan), ên ku wek proto-kurd  (pêşîyên kurdan) tên pênasekirin, dest pê dike. Xorrîd ne wek êl, qewm an jî dewlet, lê divê wek navê rêxistinbûyînek-şaristanîyek bê zanîn. Lewra biçûk û mezin, bi dehan rêxistin û rêveberîyên bajarî, padşahîyên mezin ava kirine. Hatîye piştrastkirin ku, hemû qewmên sîstemên çiyayên Toros û Zagrosan di bin bandora çanda Xorrîdan de mane û heta vêga jî ziman û şaristanîya Xorrîdan di nav çanda van qewm û gelan de dijî.

Otorîteyên navdar, navê Xorrîdan bi zimanê Sûmeran ve girê didin. Xor, Hor, Kur an jî Ur di zimanê Sumeran de wateya bilindahî, çiya an jî gir e. Kurdîya nûjen de ev peyv wek “Jor” tê bilêvkirin. Xor-rî maneya kesê ku ji bilindahî ve tê ye, anku kesê çiyayî ye. Li vira divê bê gotin ku; hemû şaristanîyên Mezopotamyayê jêrin – başûr;  qewmên Mezopotamyayê jorîn – bakûr anku gelên Kurdistana îroyîn wek “ Xor-rî, Kur-tî, Ko-tî an jî Gu-tî “ bi  nav kirine. Ev her çar gotin jî hemwate ne û dîsa wateya “çiyayî” an ku “jorî ” didin.

Sedema vê yekê ew e ku, ev qewmên “jorî” ji bilindahîyên Toros, Zagros û Kavkasan, ber bi jêr ve, ji bakûrê Mezopotamyayê ber bi başûrê Mezopotamyayê ve dihatin. Lê sedema herîkîna ber bi jêr ve ne dagirkirin, lê xweparastin bû. Lewra gelek êrîşên Sumer, Asûr û Akadan ber bi bakûr ve dibû û ev dewletên koledar dem bi dem ji bo koleyên nû bi dest bixin û erd û axên Xorrîdan dagir bikin berê xwe didan gelên jorîn, anku Xorrî û Gutîyan. Û ev qewmên çiyayî jî, ji bo xweparastinê li ber xwe didan.  Dikare bê gotin ku, ev êlên Xorrîd di destpêkê de bi awayekî  rêxistinî  ya eşîrtîyê dijîyan û dem bi dem xwe birêxistin dikirin û li hember dewletên koledar û mêtînger ên başûrê Mezopotamyayê bi hevkarî şer dikirin.  Zimanê van qewman ji hêla cînarên wan ve wek “zimanê  Xorrî” dihat zanîn, ev ziman bi hevkarîya zimanên Kavkasî û Arî pêk dihat. Lewra, beşek ji Xorrîdan, ji Kavkasan bi Mezopotamya jorîn û Zagrosan ve berjêr bûne û bi Xorrîdên Toros û Zagrosan re yekitîya xwe ava kirine.

Ji ber vê yekîtîya zexm û xurt, gelek dewlet û padşahî ava kirine û her wiha dîsa yekîneya xwe li gel qewmên Arî weke Mitanîyan pêk anîne û rêxistinên bihêz û domînant jî li ser axa Kurdistanê damezrandine.

Konfederasyonên Sobarî,  Gûtî, Xorrî-Mitanî, Naîrî, Ûrartû û Med wek mînak dikarin bên nîşandayîn. Gelek niqaş li ser zimanê Xorrî tên kirin lê dîsa divê bê gotin ku, Xorrî şaristanîyek berfireh, kozmopolît û homojen e, ji ber vê yekê dem bi dem anegorî êlê desthilatdar zimanê wan jî rojane dibe, diguhere û li gel dewlemendîyên xwezayî yên dîrokê, xwe nû û zengîn dike.

Bi hêsanî divê bê gotin ku, çanda Arî, tim û daîm bandora xwe xweş nîşan dide û di pêvajoya dîrokê de jî eşkere ye ku di dawîn de çanda hemû Xorrîdan di nav çanda Arî û ziman û zaravayên Xorrî jî di nav zimanên Arî de dihelin. Ev dêmajoyeke hezara salan e. Û di encamê de, etnosîya (neteweya) kurd a îroyîn, li gel zengînbûn û zêdekirinan pêk tê û ava dibe.

Gelên desthilatdar ên dema  xwe, wek Gutî, Lulu, Kasî, Mitanî, Naîrî, Ûrartû û Medan dipeytînin ku çanda Arî ji hemû çandên din zexmtir û eşkeretir bandora xwe nîşan dide. Rewşa zimanê kurdî û zaraveyên vî zimanî û her wiha çanda Arî  û bawerîyên wê yên ku vêga jî di nav gelê kurd de zindî ne, piştrastkirina vê têzê ye.

Serdema Mitanî li Rojavayê Kurdistanê(1500-1270 B.Z.)

Li jor tê piştrastkirin ku Xorrîd ji destpêkê dîrokê ve anku ji demên neolîtîk heta dema me a îroyîn, li Kurdistanê bicih in û ji ti deverî  ber bi Kurdistanê ve nehatine. Bi gotineke rasttir gelê otokton ê Kurdistanê Xorrîd in û bi navên cure cure di her çar terefên Kurdistanê de rêxistin û konfederasyonên bihêz û rêkûpêk ava kirine. Yek ji van  rêxistinan jî Mitanî ye û li bakûr û rojavayê Kurdistanê ava bûye. Lê bi taybetî Rojavayê Kurdistanê yê îroyîn de… Em ê li vir serdema Mitanîyan a li Rojava binirxînin.

Derûdora berîya zayînê  1500-an de, qewmên Xorrîd ji ber êrîşên Hattî(Hîtît), Misrê  û Asûr hêzên xwe yên ewil winda kiribûn û dîsa wek dewletên bajêrî, êl û eşîrî dijiyan. Anegorî hin dîroknasan, Mitanî yek ji şaxên gelê Sobarî an Jî Kasî bûn. Êl û eşîrên Xorrîd û Arî dan hev, berhev kirin û rêxistinek bihêz û mezin ava kirin. Di pêşî de navê wan wek Xorrî-Mitanî hatîye nivîsandin lê piştî demek kin, bi tenê wek Mitanî hatîye tomarkirin. Sedema vê jî ev e ku, anegorî lêkolînan, Mitanî ne navê gel, lê navê malbat-eşîra desthilatdarê rêxistinê bûye. Mitanî nijadArî ne û ev taybetmendîya wan jî hatîye destnîşankirin.  

Mitanî rêxistina yekem e ku çanda Arî di desthilatdarîya rêxistinê de xweş xuya dike û bandora xwe eşkere nîşan dide. Êla desthilatdar cara yekem e ku nijadArî ye û vêca êlên Xorrîd/Sobarî  li havirdora vê desthilatdarîyê kom bûne. Navenda Mitanîyan derûdora Mêrdîn, Nisêbin, Amed, Riha, Serêkanîyê, Minbic, Heleb û Şehba ye. Jixwe di belgeyên dîrokî de xuya dibe ku peytexta wan “ Waşûkanî”  ye. Waşûkanî di kurdîya îroyîn de wateya Başkanî,  Xweşkanî, Weşkanî anku kanîya xweş û baş e. Dîsa anegorî lêkolînên dawîn, hatîye piştrastkirin ku Waşûkanî di cihê Serêkanîyê ya îroyîn de ava bûye. Girê Helef ê dîrokî jî nêzê vê herêmê ye û dîsa tê dîtin ku pêwendîyeke zexm di navbera Çanda Helef, perestgehê Xerabreşk û Mitanîyan de heye. Mitanî xwedî bawerîyên kevn ên Arîyanî ne û di peyam û nameyan wan ên ku hatine dîtin de, navên Xwedayên bawerîyên wan ên kevnar hatine xwendin û ew navana, navên Xweda û ferîşteyên bawerîyên çanda Arî ya kevnar in. Her wiha navên keyên wan jî bi zimanê Arî ne . Ev tev piştrast dikin ku Mitanî yek jî êlên proto-kurd in û dîsa li hember dewletên koledar weke Misrî û  Asûr têkoşîyane. Dewletên mezin ên wê demê Misrê, Hattî û Asûrî bûn. Şerê wan li gel Asûrîyan û Hattîyan pir bûn lê li gel Misrê pêwendîyên baş û aştîyane danîbûn. Keybanûyên Misrê yên binavûdeng weke Nefertîtî û Nefertarî bi eslê xwe dotên keyên Mitanî bûn. Mitanî yekem rêxistin û rêveberîya êlên Arî ya berfireh e. Her çiqas weke Medan bibandor nebûne jî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku êlên Arî cara yekem li bin sîwana Mitanîyan wek konfederasyonek kom bûne. Malbata desthilatdar Arî ye û her wiha xelqên girêdahî jî bi piranî Arî ne. Ji Zagrosan heta Toros û Amanosan desthilatdar bûn û weke Sobarîyan di warê hespajotinê anku siwarîyê de li pêş ketibûn. Di warê hesinkarîyê de jî pêş ve çûbûn. Hattî(Hîtît)hesinkarîya wan mînak girtibûn. Misrî jî erebeyên şer, ên ku bi hespan dihatin ajotin, ji Mitanîyan fêr bûne. Ji derûdora 1500-an heta derûdora 1270-an (B.Z.), nêzî  250 salan hikim kirine û di dawîn de ji hêla Asûrîyan ve hatine têkbirin. Asûrî , Mitanîyan wek “Xanîbalgat” û Misrî jî wan wek “ Naîrî” anku xelqê çeman bi nav dikirin. Piştî ruxandina wan, Mitanî îcar bi navê Naîrî jiyana xwe li ser axa xwe a qedîm domandin…

Piştî ruxandina rêxistina Mitanî, vêca êl û hozên Xorrî û Mitanî ji hev belav bûn û heta dema Konfederasyona a Xalta-î (Ûrartû) û Medan carîna bi rêxistinbûyî  carîna jî jihevbelavbûyî jiyana xwe domandin. Ev pêvajoyek nebaş û dijwar bû. Bi navê “Naîrî” hewl didan ku xwe bidine hev lê hêzên li hemberî wan gelek dijwar bûn û bi taybetî Asûrî wiha kiribûn ku ji ber bêderfetî gelek êl û eşîrên Xorrî-Mitanî xwe ber bi jortir anku ber bi çiyayên asê weke Toros û Zagrosan ve diparastin. Li wir di pêşî de konfederasyona Xalta(î) – Ûrartû, piştî jî rêxistina gewre, Konfederasyona eşîran a Med ava kirin û dawî li desthilatdarîya koledar a Asûr anîn. Di mîtolojîya gelê Kurd û zargotina wî de, destana Kawa û Newrozê, ev serketîn bi gelek cureyan gihandîye roja me. Lê piştî demek kin (weke 150 salan) desthilatdarîya Medan bi destê xwarzîyên wan Farisan guherî û gihîşte Akamenîdên Faris. Astîyagê keyê dawîn ê Medan heta şerê li gel  farisan 35 sal hikim kir. Bi vî şerî, ê ku di derdora sala 550-an(b.z) de pêk hat, desthilatdarîya Medan piştî derûdora 150 salan rûxîya û gihîşte persan. Ev yek, divê weke guherîna desthilatdarîya Xorrî-Mitanîyan ber bi Xaltan (Ûrartû), ji Xaltan  ber bi Medan û di dawîn de Farisan ve bê xwendin. Lewra çawa ku Xaltan(Ûrartû) desthilatdarî teslîmê Medan kirin, Med jî teslîmê Farisan kirin. Di hîmê de, ev guherîn, guherîna desthilatdarîya gelên Arî ye. Ev rewş ji navê “ Împeretorîya Med-Pers” xweş xweya dibe lewra bavê dîrokê Herodot ew rêxistin wisa pênase dike. Herodot  gelek cihan de Kurojê nevîyê Astîyag û  keyê yekem ê farisan wek “ qralê Medan “ dinivîse.

Ên faris li ser şaristanîya ên Med runiştin, pêş ve birin, satrabîyên Akamenîd (navê dewleta Farisan a yekem) ava kirin, ji Ava Halîsesê(Kizilirmak a îroyîn), a ku sinorek xwezayî ya di navbera rojhilat û rojava de bû, derbas bûn û rêxistinbûyînek serketîtir pêk anîn. Bi vê yekê “Împeretorîya Med-Pers” berfirehtir û bihêztir kirin. Bi tenê desthilatdarî dest guherand. Ev rastîyên dîrokî ji hêla bavê dîrokê Herodot ve yek bi yek hatine nivîsandin. Piştî Akamenîdan, vêca Part û piştî wan jî Sasanî li ser axa Kurdistanê desthilatdar bûn. Kurd xwe dîsa çiyayên xwe ên asê parastin. Dem bi dem bi rêxistinên biçûk û lewaz, weke Kardûxan, Adîabene, Komagene, Sofên û Kordîyon derketine meydanê lê her carî vassalên (bindestên) Faris an jî Romîyan bûn û di dawîn de ji hêla wan dewletên bihêz û gewre ve ji holê hatin rakirin.

Heta dema fethên Îslamê rewş wiha dewam kir û bi rêzê, desthilatdarîya Emewî û piştî jî Ebbasî û Fatimîyan li Kurdistanê rû da. Artêşên ereb ji başûr ve dest bi êrîş û dagirê kirin û di demajoya dîrokê de  gelên Arî, di serî de gelê kurd hêdî hêdî tev li dînê Îslamê bûn û di Kurdistanê de serdemek nû dest pê kir. Helbet di Rojavayê Kurdistanê de jî guherînên dîrokî pêk hatin. Kurdên ku ji dema Xorrî-Mitanîyan û Medan ve li ser axa xwe a kevnar bûn, vêca bi faktoreke din re rûbirû man. Bi taybetî kurdên herêma Cizîrê, Rihayê, Serêkanîyê, Minbic, Şehba, Êfrîne û çiyayên Kurmênc li gor şert û mercên nû xwe amade kirin û pêvajoyek nû dest pê kir. Lewra artêşên ereb ketibûne şûna Sasanîyan û dînek nû bi xwe re anîbûn û trajedîya herî mezin ew bû ku, kurd dîsa di nav bera her du hêzên dijwar de asê mabûn. Ji Rojava û bakûr ve artêşên Romî, ji başûr û Rojhilat ve artêşên ereb bi dijwarî dihatin û bi taybetî bakûrê Tîjle û Feratê bibû qada şerê herî dijwar. Anku Rojavayê Kurdistanê ji Cizîrê heta Êfrînê bibû sinorê her du dewletên gewre û pêvajoya şerê nû yê desthilatdarîyê dest pê kiribû. Şer li derûdora Çiyayên Kurmênc, Heleb, Bab û Minbicê (bi zimanê Romî Hîerapolîs) germ dibû û kurdên wê herêmê di nav bera her du hêzan de dihatin perçiqandin.  Ferat weke sinoreke xwezayî hatibû xêzkirin û heta destpêka sedsala 11-an a piştî zayînê rewş wiha dewam kir. Di destpêka sedsala 11-an, rêxistin an jî bi gotineke rasttir mîrnişînîyeke kurd a nû li beşeka giring a Rojavayê Kurdistanê derkete meydanê û hemû kurdên wê herêmê di bin sîwanekê de kom kir. Navê wê mirnîşînîyê, a ku li rojavayê Feratê hatibû damezrandin, “ MIRDÊSΔ bû….

Serdema Mirdêsî li Rojavayê Kurdistanê (1015-1080)

Di nîveka sedsala 10-emîn de, Xîlafeta Ebasî weke berê bihêz nîn bû û ji ber vê yekê li ser erdnigarîya desthilatdarîya wan, biçûk û mezin gelek emaret (mîrekî), sazî û rêxistinên nîvserbixwe û heta dewletên  serbixwe ava bibûn. Xîlefeteka din jî bi navê Fatimî li Misrê hatibû ragihandin û êdî du otorîte li ser erdnigarîya Îslamê peyda bibûn. Li hember Fatimîyan jî emaret û dewletên biçûk rû dabûn. Yek ji wan emaretan jî Mîrnişînîya Mirdêsî bû, a ku di nav bera salên 1015 û 1080-an de li Helebê (navend û peytexta wan bû), Minbîc, herêma Şehba, Babê, Ezez, Cerablûs, Çiyayên Kurmênc, Efrîn û derûdor heta Reqqa  anku ji rojavayê Ava Feratê heta Behra  Spî ( beşek ji Rojavayê Kurdistanê) ava bibû. Damezrêner Salih ê Mirdêsî ye û hemû bûyernivîsên Îslamê, wî û navê wî û dewleta ku ava kirîye nivîsandine. Lê esl û binyata wî, makewelatê wî  bi rastî tomar nekirine. Tev de heman agahî nivîsîne û helbet hevûdin dubare kirine ku Salih ê Mirdêsî serokê Benîkilaban( kurên Kilaban) e û hew… Weke ku tê zanîn kurên Kilaban anku Benî Kilaban eşîreke bihêz û şervan a ereb e. Di rastîya xwe de bedevî ne û wek şervan di artêşa Mirdêsîyan de cih girtine lê damezrenerê vê dewletê, Mirdêsîyên kurd in, ên ku ji Hekarîya di sedsala 10-emîn de koçî derûdora Helebê kirine û bi hevkarî û yêkîneya li gel kurdên dûhatîyên Mitanîyan ku ji mêj ve li vê deverê bûne, rêxistinek rêkupêk ava kirine û li hember  Fatimîyan, Romîyan û di dawîn de jî li dijî Selçûqîyan têkoşîyane, erdên xwe parastine  û ev rastî di hemû şaxan de xwe nîşan dide. 

Li ser Mirdêsîyan lêkolîn mixabin gelek kêm mane, bi taybetî kurdbûyîna wan bi hêjayî nehatîye nivîsandin an jî nirxandin. Bi tenê navê damezrênerê dewletê û nasnavê wî hatine destnîşankirin. Salih ê Mirdêsî û hew…. Ev rûdan, di meseleya Eyûbîyan de jî heman rewşê tîne bîra me lewra heta berîya 10-15 salan kurdbûyîna Selahaddin ê Eyûbî û dewleta wî ya gewre, ne wek dewlet û rêxistinek kurd, lê wek ereb an jî tirk dihat zanîn an jî bi gotineka rasttir, ji hêla hin derûdoran ve wiha dihat pênasekirin. Sedema vê helbet hebû û sinor ji bêehlaqîya mêtîngerî û faşîsmê re nîn e… Ehlaqê zanistê jî dide jibîrkirin mixabin. Li vir em ê hewl bidin ku beşek ji dîroka kurd û Kurdistanê a ronak lê di tarîtîyê de mayî, bigihînin ronahîye….

Dê bidome….

____________________

(Ev gotar di Hejmara 14an a Kovara Sormeyê de hatîye weşandin)

Çavkanî: www.amidakurd.net

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply