Avestayê, nameyên Tolstoy û Gandhi çap kir

Sêrtê (Çandname) – Weşanxaneya Avestayê, nameyên Leo Tolstoy û Mahatma Gandhi bi navê “Nameyek ji Hindûyekî re Bindestiya Hindistanê Sedem û Çareya wê” çap kir.

Herwiha Weşanxaneya Avestayê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî de, da zanîn ku ev berhema ji nameyên Tolstoy û Gandhi pêk tê, ji aliyê nivîskar û wergêr Fahriye Adsayê ve ji zimanê îngîlîzî bo kurdî (kurmancî) hatiye wergerandin.

Mijarên ku Tolstoy û Gandhi di van nameyan de li serî axivîne, pirranî; dîn, bindestî, hezkirin, berxwe(ne)dan û şîdet in.

Beşek ji danasîna pirtûkê;

Nameyên Tolstoy û Gandhi, bi navê “Nameyek ji Hindûyekî re, Bindestiya Hindistanê Sedem û Çareya Wê” derketin.
Tolstoy, nivîskarekî mezin ji Rusya; Gandhi, şexsiyetekî girîng ji Hindistanê, bi rêya mektûban li ser şidet, berxwe(ne)dan, dîn, bindestî û hezkirinê… dipeyivin. Gotinên wan hê jî wek stêrkekê li esmanên Rojhilatê şewq didin.
Tolstoy di nameya xwe de ji Gandhi re dibêje: “Hezkirin tekane rê ye ku mirovayetiyê ji hemû nexweşiyan rizgar bike, û tekane rêbaza ku hûn pê gelê xwe ji koletiyê xilas bikin di wê de ye.
Tu dibêjî ingilîzan gelê te kiriye kole û ew bi xwe ve girêdaye ji ber ku gelê te têra xwe li ber xwe nedaye û bi zor bersiv nedaye zorê. Lê rewş tam berovajî ye. Ger ingilîzan gelê Hindistanê kiribin kole, ev ji ber vê ye ku gelê Hindistanê qebûl kiriye û hê jî qebûl dike ku zor rêgeza esasî ya nîzama civakî be.
Ger xelkê Hindistanê bi zora şidetê hatibe kolekirin, ev tenê ji ber wê ye ku ew bi xwe bi şidetê jiyane û dijîn û qaîdeya ebedî ya hezkirina di mirovayetiyê de nas nakin.”

Ev sal ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve heta aniha bi dehan berhemên şi’r, roman, çîrok, lêkolîn û wergêr hatin çapkirin û belavkirin.

Derbar Qesîm Etmanekî

Di zanîngeha Stenbolê de, beşa rojnamegeriyê dixwîne. Herwiha berhevkirina çîrokên gelêrî re mijûl dibe. Têkilî: qesimetmaneki@gmail.com

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply