AVAKIRINA KURMANCÎ

Wisa xuya ye têkiliya Kurmancî û nivîsê têkiliyeke gelek bi arîşe ye; di pêvajoya
modernîzasyonê de, di dewsa ev pêvajo, arîşeyên wê werin gengêşîn, pêvajo dibe sedem tabloyên anormal û îronî biqewimin.

Divê em li xwe mukir werin ew ‚zimanê şîrîn û xweş‛ zimanê folklorê bû, zimanê çanda devkî bû. Heman ziman di çanda nivîskî de bihemdê xwe şax navêje ev jî dibe sedem ziman tehl be! Ji tabloyên anormal ya herî berbiçav bi gotina Sami Tan, pirbûna ‚pisporan‛ e! Ne tenê di qada ziman de, di her qadî de, kurd, di dewsa ku kar an jî meselê esas bigirin, valahiyê wekî keys dihesibînin û hewl didin‚ xwe derxin meydanê‛!

Ji ber ku di avakirina zimanekî de rola edebîyatê gelek muhîm e, ji derî nîşeyan, ez ê îroniya ku di qada nivîskariyê de tê jiyîn bi bîr bixim. Pirs; gelo îro ro di Kurmancî de zimanê edebî çawa tê avakirin? Çi tercîh hene? Qenebe piştî salên nodî nêziktêdayîn û tercîh çi bûn?

Heke ne bi awayek rêkûpêk be jî, di salên nodî de, hewl û nêziktêdayînên kes û saziyan ji bo Kurmancî gelek muhîm bû; ji ber ku çavkanî tunebûn an jî kêm bûn, takekes ji xwe de, ji derhişê xwe û jiyana xwe de bi rê diket da karibe ziman bi gewde bike. Ev dihat wê mehnê ku takekes ji Kurmancî de dest pê dikir.

Aliyê zanistî û rêzimanî de arîşe hebûna jî ji alî biruhbûn û tehm û çêjê ve rastiyek hebû. Bi pêvajoyê re rewşa avakirina ziman diket rojevê. Ev di berên edebî de, dibû rastî. Wisa ku edebîyata li sirgûnê bi gotineke rasttir, kesên li sirgûnê bi nav û deng bûn, bi zimanên din difikirîn, edebîyata xwe saz dikirin, ji vê rewşê re, gotin, avakirina kurdiya modern!

Xwendevanên ku, bi zimanên din ne biyan bûn, tehm jê girtibûn prîmeke mezin dane wî zimanê modern!

Roja ku em lê dijîn, hêdî hêdî, rastiya erjeng û zimanê tehl xwe dide der; tê dîtin ku ew zimanê modern hê jî têra xwe nehatiye ava kirin;

1. Zimanê edebî yê ku qaşo modern e, texlîda halê avabûyî yê zimanên din e; ew rêya ne rast ku em dikarin wekî sendrom bi nav bikin her ku diçe xisarê dide Kurmancî nahêle Kurmancî bihemdê xwe têkilî bi zimanên din re deyne, ji derfetên zimanên
din feyde bigire!

2. Qelemên herî nas ên vî zimanî li xwe mukir hatin ku Kurmancî têra wan nake.

3. Tirkan zimanê xwe bi awayek afirandin, mixabin ev ji bo Kurmancî jî mînak tê girtin. Talûkeyek mezin e. Halbukî Kurmancî gere were avakirin. Di navbera avakirin û afirandinê de ferqek mezin heye.

4. (Ji ber ku ne warê min e û ez nikarim xwe li îdayan bigirim, arîşeyên rêzimanî li dera ha dihêlim) Di avavkirinê de, em dikarin halê nexweşekî bînin ber çavên xwe; yek ji bo nexweş doktor lazim in û doktor derman bi qerar‛doz‛ didin nexweş. Ango derman bi qasî bi kêr e ew qas jî bi xisar e. A dîtir, ji bo nexweş moral pir muhîm e.

Heke nexweşê me ziman be, ji bo moralê edebîyat di dewrê de ye. Gerek di dewrê de be. Heke, em lê bifikirin helbet em ê qebûl bikin ku têgihiştina mîzahî a civak û takekesan çi bi awayê stûr çi jî bi xewtên tenik ji hev cuda ye. Baş e, di çanda nivîskî de, xetên mîzahî gelek tenik bûne, ev rastiyek elê dîsa jî her ziman bi naverok û teşeyê xwe derbirînên mîzahî saz dike.

5. Di civakên paşdemayî de, ên ezîyet kişandine, ên bindest de, takekes, bi xema xwe ye. Ew li dû ‚pirpirik‛ (apolet) an e. Gavên pêş ên kesên wisa gavên bi ked û baş in lê ku piştî ‚nav dide‛ arîşe dertên; ew êdî, xwe wekî meqamê herêkirinê dibîne, di dest de
mohr heye, dibe mamhoste, entelektuelî ne xema wî ye. Halbukî, Umberto Eco dibêje, entelektuel krîzan dertîne ne ew kes e çareser bike. Bi bawer im di avakirina Kurmancî û di sazkirina edebîyatê de riya herî xweş ev e ku em bidin pêş xwe ango destnîşankiirn, rêdayîn, bi gotina Eco derxistina krîzan. Helbet heman Eco bi bîra me dixe ku divê entelektuel dest biavêje hina rîşeyan jî.

6. Ku bala we lê be entelektuelên Kurmancî ji bo meselên sîyasî ên zimên, ji bo statûyê krîzan dernaynin; jê gelek, li ciyên xwe rûniştî, di dest de mohr, bi klîşeyên herî beredayî, dersê didin! Mixabin, ziman dikin, kirine alaveke propagandaya rojane.

7. Li vir, em ê karibin rola xwendevan wekî hêzeke hevkêşeyî bi bîr bixin; ê xwendevan karibe avakirinê bi bîra nivîskêr bixe. Nivîskar, dawiya dawî îhtimal e ku ziman ji bo xwe esas negire, berjewendiyên qelema xwe esas bigire, bi zimanên din metna xwe bisêwire, lê bike da ku karibe xîtabî ‚tehma heyî ya derhişê xwendevan bike‛.

An jî, bi zimanên din berhemên xwe lê bike. (Di edebîyata dunyayê de mînakên wisa ne kêm in; nivîskar ne bi zimanekî, bi gelek zimanan berheman lê dikin. Di Kurdî de, mesele ew e Kurdî bes nayê dîtin lewre zimanên din dikevin dewrê, ev gere li ber çav were girtin. Em li bendê bûn ku berhem bi Kurdî werin nivîsîn û li zimanên din werin wergerandin da ku Kurdî di nav zimanên din de ciyê xwe xweş bike. Wekî adet bû û nivîskarên herî bi navûdegn ên vî zimanî ji xwe re kiribûn adet(berhem bi Tirkî dihatin sêwirîn û lêkirin bi peyvên bi Kurdî dihatin nivîsîn) mixabin îro moda ye!

A erjeng ew e ku bi navê rexnegiriyê gelek ‘reben’ jî prîm didin hewlên wisa! Em dikarin bêjin ku Kurmancî li benda xwendevanên xwe ye. Xwendevana/ê Kurmancî li bendê ye, ew kes e ku bi destê xwe berhema xwe, nivîskarê xwe kifş dike.

8. Rewşên trajîk têne jiyîn; hûn dibinîn, ciwanek nivîsek xweş lêdike, bi aqil û feraseta xwe balê dikişîne. Piştî wetekî ew ciwan diçe yekî din tê meydanê; êdî bi mohr e! Li vir divê em karibin, pariya hin nivîskar û helbestvanan jî bînin ziman; ya ji bo berjewendiyên weşanxaneyan an jî ji ber têkiliyên şexsî û dostanî bi fotinên fîşalî, destê xwe li pişta wan ciwanan dixin, piştî wextekê jî dibin şahdiê têkçûyîna wan kesan!

9. Qewimînên wisa bêeleqe xuya bikin jî di karwaniyê de eleqeya xwe bi ziman re bi avakirina ziman re heye lewre dîyardeyên wisa bi bandor in.

Cihan Roj

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply