Av jiyan e jiyan Jin e

Jiyan tiştekî  ecêb e. Gelo li  gor afirandina insanan  jiyan tiştekî çawa ye? Helbet bersiva vê pirsê li gor her kesî tê guhertin. Insanên  demên berê, jiyana xwe di kabîleyan de, di konan de, di gundan de didomand.
Berîya jiyanekê mayînde insan digeriya, her tim koçber bû, li deştan an li zozanan dijiya. Helbet di nav vê jiyanê de cinsek hebû ev bi xwe jiyanek bû. Yanî ‘Jin’ bû. Jin jiyan bi xwe ye. Ferqa jiyana jinên gundan jî ji pîrekên bajariyan hebû. Jinên gund bi azadî, bi bawerî, bi hurmetî û serbixwe jîianek didomand. Her çi qas heta niha jinên gundan cahil û paşde mayîn hatibe hesibandin jî rastiyek heye ji berçava revîyaye. Ew jî evê ku hesaba jiyanê hevpar destê van jinan de ye. 

Lewra jinên cahil an paşde mayîn; zarokên ku ew anînê dinyayê bûne xwediyê dinya ye. Perwerdekirina zarokan dîsa bi destê jinan bûye. Îro em dibînin ku zarokên Kurdan ber destê pîrekên cahil de hatine mezin kirin lê niha ev  zarok, bawerî, azadî û mafên xwe dizane û serê xwe radike.

Jinên ku li gundan dijîn, bi her awayî cûda ne. Mirov dikare wisa bibêje jin tekoşîna azadîyê daye. Bi cil û bergên xwe, bi tevgeriyên xwe, bi xebatên xwe, bi nêrînên xwe û hwd. Gelo taybetî û cudatîya cil û berg û tevgeriyê wan çi bûne? Hew lixwekirina fîstanan nîn e helbet. Bikaranîna wan jî taybet e.

Dû sê qat fistan li ser hevdû li xwe dikirin. Dema kar bikirina, fîstanên ser qat dikirin, hew ya bin dima. Fîstanên herî li ser, ji herdû alîyan ve devê wê vekirîbû, lewra herdû quncikên fîstanê li paş xwe li ser pişta xwe girê didan. Bi gelemperî gep û hestîyê jinan nedihat xuya kirin. Lewra eyb, fedikarî dihat hesibandin. Ji ber vîya bi biskan dihat veşartin. Keçên ciwan, porê xwe dirêj dikir, biskên xwe çê dikir, li porê xwe toqe lê dixist. Bi vê tevgerîyê keç êdî digot ez hatim filan emrê. Ling jî wekî gep erotik dihat hesibandin. Ji bo vîya bi lingê tazî nedigerîyan. Milên wan jî nedihat xuya kirin. Ji heta enîşkê heya zendê nedidan xuya kirin. 

Sînga wan jî girtîbû, lê belê li hinda mêran dikarîbûn pitikên xwe bimejînin. Ev tevgerîya hew ji ol nayê kirin. Vêya wekî edet tê hesibandin. Lewra ji bo  jinan di serî de estetîk û xweşikbûn tê. Fistan reng bi reng in, mirov dikare her rengî li ser fîstanên jinan bibîne. Ev rengên hanê jî ji tebîetê digrin. Jîyanên wan jixwe bi tebîatê ye. Ev jî şikil dide jîyana jinan. Kofî jî didin ser serê xwe. 

Di hinek cîhan de kitan an agal davêjin ser serê xwe. Me got, jinên ku li gundan dijîn bi her tiştî xwe cûda ne. Helbet hew bi libasên xwe ne, bi tevgerîyên xwe jî cuda ne. Wekî mêran li gund dikare bigere. Diçe çolê, baniyê, dewaran didoşe, karê malê dike û hwd. Helbet di van karên hanê de mêr jî alîyê jinan dikin. Karek heye ku ew hew li ser jinan wekî ku hatibe qeyît kirin. Ew jî av kişandina malê ye. Hew mêr divê karê de alîyê pîrekê nakin. Ji dotina pêz bigrin heya palehîyê mêr li cem jinikê ye, lê avê nakşîne. Gelo sedemê vîya çi ye? Çima mêr alîyê jinikê nake? Ka mirov bifikire…

Bi fikra min, eyb, fedî an jî weke heya tê hesibandin. Kar hene hew li ser milê mêran in, kar hene hew li ser milê jinan hatîyê nivîsandin. Kar bi xwezayî di nav xwe de tê parvekirin. Wekî şivantîyê. Jin şivantîyê nekiriye. Mêr  wekî  jinan satil an cêr nikare bavêje ser milê xwe. Helbet ne ji ber giranbûnîyê an ji tiştekî din e. Bi fikra min  cêr avêtin û pê re meşandin tiştekî  estetîkî ye,cêr û jin li hev tê. Mêr karekî giran bikira jin bi cêr av dianî ,ev jî bu sembola foklorê. Di dawetan de cêr bi destê jinan li ber derîyê zavayê tê şikandin. Ev kar jî  hew li jinan tê. Bi nêrîneke din; av bi xwe di jîyana hemû insanan de tiştekî girîng e. Av nebe jîyan tûne ye. Heger wisa ye, jîyan bi destê jinan tê kişandin, wê demê av jîyan e, jîyan jin e…

Sevda Kaplan

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply