Gelo cudahiya me û mişrîkên serdema Cahiliyê çiye? Wan jî digot: em ji Xwedê bawer dikin; lê jê ne bi ewlebûn û digotin bila Xwedê alaqa xwe ji karê menî dinyayî neyîne. Ma em alaqa xwe ji karê Xwedê tînin !
Hezîran, 2017
Cotmeh, 2017
-
2 Cotmeh
Emanetên Pîroz – Zîwer Îlhan
Gelo dibe ku resûlekî navnetewî gotibe ez mûyên xwe ji we re dihêlim, ev emanetên minî pîroz in. Wan biparêzin heta qiyametê. Ku baweriya we kêm bû xwe bavêjin van mûyên min da ku dilê we bêtir bawer bike, ku we ew mû dîtin wê kêrî we û hestdariyê were. Emanet ha! binêrin hûn xwe ji bîr nekin, gûhdarê mûyên …
Tebax, 2017
-
18 Tebax
Bijî Yekîtiya Xwedê
Doza te çi be, hezkirina te jî ew e. Te ji bo çi mirin dabe berçavê xwe, tu dil ketiye wê. Mijara têkoşîna te çibe te dil berdaye wê. Wekî di singekê de du dil nehatine xuliqandin. Wekî dudilî ji hêzketin e. Wekî şirîkatiya evînê çênabe. Wekî tu dizanî ku du siltan li ser textê seraya dil de nikarin rûnin, …
Tîrmeh, 2017
-
7 Tîrmeh
Dev Ji Min Biqerin
Ji min bazdin, ez ne cihê jiyînê me. Piştî barana kuştinê, bajar bêdest e. Piştî her bimbebaranê, daxwaza jiyînê dişke. Tenêtî ji dîwarên xerabe der tê. Bi Xwedê rewşa min nebaş xuya dike. Ez ji dêvla we ba ma, ezê ji xwe re li welatekî din geriyaba. Dixwazin hûn ji min dûr bikevin, dixwazin hûn hew ji min hez bikin, dixwazin hêviya ku sîsik şîn bibe nemîne.
Gulan, 2017
-
22 Gulan
Ez Nakirim
Ez vê pirbûna xemilandî û bi dek û dolap nakirim. Ez berê xwe nadim van rihniyên poz bilind. Ku ez cilên we yî biriqandî dibînim, gunehê min bi we tê. Ma hûn wekî din qey nexweşik in ? Hûn ji rengê xwe hez nakin. Rûyên boyaxkirî dilê min dixelîne. Her deverên we biboyax in: Por biboyax, lêv biboyax, rû biboyax, …
Adar, 2017
-
2 Adar
Çand û Adar -Di Gotinên Pêşiyan de Adar-
Adar berf hat bi qulat, heta serî hat, bin hilat: Meha adarê, ji ber ku destpêka biharê yê rewşa hewayê guherbar e. Carna dişibe zivistanê carna dişibe havînê. Dibe ku li adarê gelek berf jî bibare; lê ji bin ve zûka dihele û namîne. Bûyerên ku ne di dema xwe de dibin çiqas mezin bin jî pir dewam nakin û …
Rêbendan, 2017
-
28 Rêbendan
Nabe
Ji ber ku em hêvîdarê cîhê bêhêvî ne, ev jiyan jî dibe qedera me. Mirovên ku ji cîh û warê xwe koç kirine, xwe davêjin bextê yên ku li welatê wan şer derxistine û bûne sedemkarê koça wan. Lê rih dibe bihost, dijmin nabe dost. Beriya sed salî dîsa kalikên wan, bi kalikên me re şer kiribûn. Dijminê bav, nabe …
Cotmeh, 2016
-
28 Cotmeh
Ferhengoka Facebookê Kurdî-Tirkî
Agahdarî: Bildirimler Agahiyên Bingeh: Temel Bilgiler Agahiyên Têkiliyê: İletişim Bilgileri Agahiyên têkilîyê û agahiyên bingeh: İletişim Bilgileri ve Temel Bilgiler (Têkîlî û Agahiya Bingeh.) Alav: Araçlar/Ekipman Amûr: Alet/ adevat Agahdariyê bigihîne: Bildirimleri ilet (Ji bedêla “bigihîne”, “dehfde” hatiye nivîsandin.) Agahdariyên te: Bildirimlerin Alîkarî: Yardım Astengkirin: Engelleme Astengkirinê Birêve Bibe: Engellemeleri yönet Bahwerîyên xwe yên olî lê zêde bike: Dini inancını …
Tebax, 2016
-
27 Tebax
FERHENGOKA LEŞKERIYÊ
Ev ferhengok ji aliyê Mamoste Zîwer Îlhan ve ji bo nûçegihanan û nûçexwendan re hatiye amadekirin. Bi vê xebatê em hevî dikin ku asta nûçegihanî û fehmkirina nûçeyên kurdî bilinttir bibe. Digel silavan. Nîşe: Ev ferhengok cara pêşî ji bo şopînerên çandnameyê tê weşandin. No KURDÎ – TIRKÎ 1 Agirbest is. Ateşkes. 2 Amîral is. Amiral. Rütbesi general ile aynı …
Gulan, 2016
-
15 Gulan
Keleha Ziman
Kelehek tenê di destê me de mabû. Ew ziman ji hepsekê derketibû ketibû êsirtiyekê. Ji wir filitîbû reviyabû nasnameke nenaskirî. Emê kin lêxin: Derdora ziman hatibû dorpêçkirin. Min digot, kevirên vê kelehê bi çîrokên zarokatiya me ava bûne, ku ne em destûrê bidin kes nikare bi me. Min digot, bircên vê kelehê bi tecrûbeya gotinên pêşiyan çêbûye wê kî karibe …