ziman

Sibat, 2024

  • 3 Sibat

    Mirîşka me hêkekê dike

    Mirîşka me hêkekê dike, heft gundan bi xwe dihisîne. Ne mirîşk doşanî ye ne dara xoxê sotenî ye ne jî xezûr bi zavan xenî ye. Sê tişt hene bi êş; mirtib û mirîşk û mêş. Sê tişt hene bi çêj: rez û pez û hurmet. Li dinyayê sê tişt hene bi serêş; mêş, mirîşk û kermêş, tu çiqas dibêjî “kiş” …

  • 2 Sibat

    Pira Gindêhere (Cendere)

    Li Kurdistanê hejmarek pireyan hene ku ji layanê hendesî ve wek yêkin. Hema hema kopiyên yêkin ji layanê bikaranîna amîran ve bigre heta dirêjahî û panetîya wan wek hevin. Gelek gotûbêj li ser van pireyan hene. Taybet çîrokên mîtolojîk, dişibin hev û din. Dema kurd qala çîrokên xwe dikin, bes keçên xwe dikin qûrbanê wan pireyane. Lê dema bi şêwazeke …

  • 1 Sibat

    Barbariya Nivîsê

    Îro hişê min li çarnikalê dinyayê geriyayî ye, tibabek çîrok berhev kiriye û barê hişê min bedena min betilandiye. Nema tebatî tê min, gerek zû barê hişê xwe sivik bikim. Kompîturê vedikim, rûpelê wordê kirasê spî yê zivistana Serhedê li xwe dike, da cezba wê min motîve bike. Xezalek, li ser berfê karika xwe fêrî talûkeyên azadiyê dike. Çavê xwedê …

Rêbendan, 2024

  • 31 Rêbendan

    ‘EZ SOND DIXWIM EZ ÊDÎ NEBIM KURD”!

    Deqe çîrok an jî çîrokên dapalandî. Edebiyata cihanê de her çiqas cureyek nû be û hîn pênase lap nehatibe kirin jî em dibinîn ku zargotina Kurdî de ev cure ji berê de hebû.  Di nava gel de him bi forma deqa him jî bi forma diyalogan çîrok hatin dapalandin û kurte kurt dihatin gotin. Çîrokên bi vî teşeyî ên Kurdî …

  • 30 Rêbendan

    Dûvkê rûvî

    Hebû tunebû pîrek hebû. Bizineke wê hebû. Pîrê her roj bizina xwe didot, şîr dadanî sivderê û diçû malê cîrana. Heta vedigheriya, dahat dinhêrî şîr tune. Carekê ji bizina xwe dot, şîr dani ciyê her roj, da balte û xwe li pij dêri da teland. Hew nêherî rûvî tele/tel hat kete sivderê, devê xwe kire dîzikê, şîr gişk çelpand, ew …

  • 29 Rêbendan

    4. Xelata Navenda Hunerî ya Mamlê bo Şivan Perwer hat pêşkêşkirin

    Li Hewlêrê 25. salvegera koça dawî ya hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Mihemedê Mamlê hat kirin û tê de 4. Xelata Navenda Hunerî ya Mamlê ji Şivan Perwer re hat pêşkêşkirin. 25 sal di ser koça dawî ya hunermend Mihemedê Mamlê re derbas bûn û li Hewlêrê merasîmeke taybet bi vê boneyê hat lidarxistin û tê de 4emîn Navenda Hunerî ya Mamlê …

  • 28 Rêbendan

    MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

    Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku li ser pêkhateya wî, geşedana wî ya dîrokî, ciyawaziyên cureyê wî û rengvedanên civakî yên hebûna wî xebatan dimeşîne; dibe ku ev xebat di qadeke teng de bê meşandin û tenê cureyek were vekolîn, her wiha dibe ku li ser asta cîhanê cureyên mirovan bên …

  • 27 Rêbendan

    Gulpikvanê!…

    Gulpikvan hat ronî veda Şageşî di dil de hilda Payîza temen kir buhar Serxweşkirim şêt û şeyda Şagul berbû hat civanê Rengizand dorhêl ciwanê Bi xeml û xêza kurmancî Rûjîn vegeşkir cananê Tu bixêrhatî lewendê Şev û rojan mam li bindê Dil bi êş û perîşanim Pesindarê te me rindê Girnijî gulpik bişkuvîn Bi dev û lêvên hinguvîn Silav da …

  • 27 Rêbendan

    Şêxbizingel kî ye, ji ku kêçax raçe hatiyîne Heymene?

    Kurdi navi Anadolu firê nîyaye nasandin. Hete îgave jî le bani eye qe ne hatiyi vistandin. Rave le seri kurdi navi Anadolu firê tişt nîyaye zanistandin. Şêxbizingel je kun? Welatê zerastîyan ku ve? Je ku, kêçax, raçe hatiyine heymene?Şêxbizingel ve kan zan qise rikerin? Le seri kurdi Anadolu firê tişti nivisî îjnîye. Îme jî ve tişgeli destiman û ve qalgeli …

  • 26 Rêbendan

    Stranbêj Ayfer Duzdaş: Muzîk ji bo hemû gelan hêmaneke girîng e

    Ayfer Duzdaş, hemû berhevkarîya xwe ya ku li ser stranên kurdî di navbera salên 2021 û 2022an de li gund û bajarokên Arxawûn, Yazîxan, Kureciyan û Hekîmxana Meletiyê kirine. Li gor derfetên xwe yên heyî dixwaze wan bigihîne ber destê muzîkhezan. Hunermend, di wexta xebatên xwe yên li ser berhevkirina van stranan, ji bilî navendên bajar û bajarokan, serî li …