Peyva “kam”ê peyveke Pehlewanî ye ku tê wateya “miraz, hez, xwast, xwezî, hêvîxwastin, jû, arejû, arezû” bi erebî tam dibe “murad”. Lê ev peyv jî weku yên din hem dengguher bûye û hem jî wateguher bûye di hin wate û waran de. Peyva “kam”ê di nuha de zêdetir di zarê Soranî û Kelhûrî û Hewramî de maye û di Kurmancî …
Hezîran, 2020
-
15 Hezîran
ZİMAN Û DERMAN
Biner halê gelê xwe Fêr bibe zimanê xwe Esilê mirov ziman e Derd mezin e girane Agir û roj warê te Yezdan kiriye para te Xelata herî girîng Yekitî dermanê te Ziman, ziman û ziman Ew e ji te re derman Gul û simbil baxê te Her dem bibe karê te Ev jahriye ev jan e Şerm e ku tu …
-
15 Hezîran
Li Serheda Wêjeyê, Stêrka Nûbûnê: Wêjeya Kurdên Serhedê
Wêje çiraya herî bi rihm e bo rewşenkirina mirov û neteweyan. Kedkarên wêjeyê, kedkarên gotina xweşik, afirînerên fikr û ramanan li her derên cîhanê ji bo ku berhemên delal ji neteweya xwe re û ji mirovahiyê re mîrate bihêlin gelek ked dane, xebat kirine û gelek zehmetî kişandine. Ev çiraya bi rihm di pêvajoya rewşenkirin û ronakirinê de ji xwînerên …
-
14 Hezîran
Destxetên winda yên dîroka kurd
Tim tê gotin, kurdan dîroka xwe nenivîsandiye! Li gorî netewên din çi rast çi nerast ên ku derbarê dîroka xwe de arşîvek dane hev, erê wisa ye, kurdan dîroka xwe nenivîsandiye… Erê hemû neteweyên din di vir de wê de derbarê dîroka xwe de çi rast çi ne rast, çi ber destan ketine gihandine hev, danîne pêşiya neteweya xwe û …
-
13 Hezîran
KURDÎ XWEŞ E L’KURDISTANÊ
Kurdî xweş e l’Kurdistanê. Amed, Bedlîs, Qers û Wanê. Çewlîg, Dêrsim, Erdexanê. Êlih, Dîlok, Erzinganê. Urmîye, Seqiz, Bokanê. Dihok, Hewlêr, Kirmanşanê. Kerkûk, Mûsil û Çomanê. Mêrdîn, Mûş û Kamyaranê. Mehabad û Bazirganê. Sine, Makû, Kûzeranê. Sêrt, Sêwaz û Dûkanê. Serdeşt, Sema, Çaldiranê. Akrê, Amêdî, Şêxanê. Zaxo, Sêmêl û Soranê. Mexmûr, Qesrê, Awdenanê. Selahedîn û Şêranê. Helebçe, …
-
13 Hezîran
Li ser rûxandina Komara Kurdistan 74 sal derbas bûn
Damezrandina Komara Kurdistanê, berhemê bîr û îradeya neteweyî ya miletê Kurdistanê bû û di dîroka hevdem a neteweya Kurd de dewleta yekemîn bû, mixabin temen kurt bû û nêzîkê 11 meh li ser pîyan ma. Li ser rûxandina Komara Kurdistanê 74 sal derbas bûn. Bêguman sedemên navxweyî û derveyî yên têkçûna Komara Kurdistanê hene: Di civaka Kurd de li şûna …
-
12 Hezîran
Hz. Adem (a.s)
Dema beriya Hz. Adem: Di beriya hatina Hz. Adem ku hat dunyayê kaînat hebû. Erd hatibî çêkirin û bi hemî nîşanên jiyanê hatibû xemilandin. Yanî, ji bo nehatina Adem (a.s.) tu sedemekî nemabû. Belê ya ku tê eqlê mirov, gelo kaînat ji çi demî va heye? Kes nikare bersiva vê pirsê bide. Lê di beriya hatina Hz. Adem, dunya hatibû şiklê jiyanê. Jiyana …
-
12 Hezîran
Cinsgirtina peyvên biyanî di kurmancî de
Wek ku tê zanîn, di kurmancî de du cinsên (zayendên) rêzimanî hene: mê (femînîn) û nêr (maskulîn). Piraniya navdêran xwedî yek ji herdu cinsên rêzimanî ne. Bo nimûne, ”av, gul, pişt” di kurmancî de mê ne lê ”agir, ser, xanî” nêr in. Ji bilî peyvên xwemalî yên kurdî, di kurmancî de (wek di hemû ziman û zaravayên dinyayê de), gelek …
-
11 Hezîran
Hevaltiya Pel û Bayê
Di demekê de Ba û Pel bibûn hevalê hev. Rojekî Ba ji pelê re, dibêje: – Bibêje heval, ji min bixwaze bibêjî ku, ez te bibim wê cihê. Pel fikirî û ponijî, tew tiştek nehat bîra wê. Ba dîsa jê pirsî, got: – Hadê fedî neke, ez karim te bibim. – Nizanim birayê delal, qet tiştek nayê bîra min. Tu …
-
11 Hezîran
Çîxten û asazên wê
Babeta îro yek ji babetên herî balkêş û firehwar e. Ka em ê binêrin lêker û peyveke Pehlewanî ji kû û ber bi kû çûye û nuha di kû de ye. Hêjayan di zimanê Kurdî ya navîn ango Pehlewanî de lêker û peyva “çîxten”ê heye ku tê wateya birîndar kirin yan jî cihnîşana cihekî di encama berketina tiştek tûj û …