Qutiya dilê her kurdek, wek bext û qedera wan, wek êş û birînên wan dişibe hevûdû û herwisa jî tije û dagirtî ye. Her yek ji wan bi heman loriyan mezin bûne û ji heman pêsîrê mijiyan e. Hinek dereng be jî, di van rojan de min pirtûka (romana) dostê xwe yê hêja rêzdar Mazhar Kara xwend. Berî her tiştî …
Hezîran, 2021
-
21 Hezîran
Temo
Bav û diya min dibêjin, sala ku me ji gund bar kir em hatin Swêregê, xwedê tu dayî. Gava ez ji wan dipirsim, ka hûn ji bo çi hatin Swêregê, dibêjin gund ji me re nedibû, me xwe beşer nedikir, zikê me her tim birçî, pişta me xûz bû, xirecira navbera gundiyan rehetî nedida me. Axê gund jî ne axa, …
-
21 Hezîran
Navdarên Kurd: Nûrî Dêrsimî
Berî 44 salan wekî îro têkoşerê doza Kurdistanê Nûrî Dêrsimî jiyana xwe jidest da. Avdara sala 1892an, li gundê Axzonîkê –parêzgeha Dêrsimê, Nûrî Dêrsimî ji bavê xwe Îbrahîm û diya xweZelîxe re çêdibe, li dinê çavan vedike. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Xûzatê û ya navîn li Xarpîtê diqedîne. Paşê, sala1911an, ew diçe Stenbolê, zanista bijişkiya ajalan dixwîne. Hê ji ciwaniya xwe ve, bi temenê …
-
20 Hezîran
Axx! Xwarina Jinika Berê (Çîrok)
Hebû tunebû. Xilaf ji Xwedê kes tune bû. Mêrikek hebû, jina mêrik dimre. Mêrik dîsa dizewice. jina wî ya nû pir şek û karpaqije. Jinik xwarinê herî xweş çê dike dibe ber mêrê xwe lê mêre wê begem nake. Roja yekemîn xwarinê çê dike dide ber mêre xwe mêrê wê dixwe lê begem nake. Dibê: “Axx! Xwarina jina berê.” Roja …
-
16 Hezîran
DI FERHENGA KURDÎ DE: Kixs, Pîvaza Şîn, Pîvazterrk û Pîvaz
Bi kurdiya kurmancî navê PÎVAZê bi erebî BESSEL, bi farisî PIYAZHA, bi tirkî jî ”Soğan” e. Di Ferhenga Kurdî de ji ya hişk re PÎVAZ û ji ya herî piçûk re jî KIXS tê gotin. Ji bo yeke tenê ya mezin re, SERIYEK PÎVAZ tê gotin. Dema KIXS hate çandin û şîn dibe, her heftî du-sê car tê avadan. Dema …
-
16 Hezîran
Keremo: Zimanek dikare bi zarokan bijî
Nivîskarê Kurd Kerem Tekoglu dibêje zimanek dikare bi zarokan bijî, zimanek dikare bi zarokan mezin bibe û dewlemend bibe. Zimanê Kurdî ji aliyê gelê Kurd ve bi hezaran sal e tê bikaranîn. Ew girêdayî famîla Hînd û Ewropî ye. Ew yek ji zimanên Mezopotamya û Rojhilata Navîn e ku xwedî gelek zaravayan e. Weke mînak kurmancî, soranî, goranî û zazakî …
-
15 Hezîran
‘Dengê Bêdengîyê’ ferhenga li ser kevir e
Berhemên edebî wekî nivîsên li ser tahtan, nasnameya civakekê vedibêjin û diparêzin. Loma ew belgeyên zindî yên civakekê ne. Heger tirsa nivîskar/helbestkar a veşartina hest û hêmayan tune be, wê demê helbestên li ser wan tahtan/keviran zelaltir dibin. Dengê Bêdengîyê pirtûka pêşîn a helbestan a Asya Xerzan e. Helbet şîroveya helbestan maye di mista xwendevan de. Loma jî ji kê re çi lazim …
-
15 Hezîran
Mîhrîcana Feqiyê Teyran di sala 2022yan de li Diyarbekirê tê lidarxistin
Ji aliyê 7 saziyên civakî, çandî û hunerî, Mîhrîcana Feqiyê Teyran ku wê di sala 2022yan de li Diyarbekirê bê lidarxistin, hat ragihandin. Li avahiya Navenda Hunerê ya Mordem a li navçeya Peyasê, Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Diyarbekirê (DTO), Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Wêphotos, Navenda Hunerê ya Mordem, Atolye A4, Wêjegeh Amed û Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê do …
-
14 Hezîran
Hejmara 81emîn a kovara Bîrnebûn hat weşandin
Hejmara 81emîn a kovara Bîrnebûn ku sê mehan carek li Ewropayê derdikeve, hat weşandin. Kovara Bîrnebûn ku piranî li ser Kurdên Anatoliya Navîn nivîsan diweşîne, hejmara xwe ya 81emîn belav kir. Kovara ku çapkirî tê belavkirin, piştî demekê li ser malperê weke PDF jî tê belavkirin. Di hejmara 81emîn a havîna 2021ê de, kovarê cih daye nivîsa Mehmet Bayrak a …
-
13 Hezîran
Di Festîvala Fîlman a Şangayê de navê ”Kurdistan” hat sansurkirin
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Şangay, do destpê kir û heta 20ê Hezîranê dê bidome. Di festîvalê de, fîlmê Kurdî ku navê “Kurdistan” li ser nivîsandî, ew nav hat rakirin. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Şangay (Shanghai Film Festival) do destpê kir. Fîlmekî Kurdî di pêşbaziya sereke de ye. Ev pêşbaziya sereke ku wekî Pêşbaziya Navneteweyî jî tê zanîn, fîlmê …