ziman

Sermawêz, 2022

  • 14 Sermawêz

    SILOYÊ DERPÊ BIPÎNE

    Bi temenê xwe ji min mezintir hevalekî ji Wanê ji min ra ew çîrok (bi rastî serpêhatî ye) gotibû. Li gundekî jinek Brûkî û hevserê wê mirî bi çend zarokên xwe bi hêjarî dijîn. Kurê wê Silo kesekî netebitî, malkor, diz û çi karên nebaş henin hemî li cem wî nin. Gelek caran ji ber kirinên wî yên nebaş dêya …

  • 14 Sermawêz

    Kurikê Ku Parsêla Cenetê Difiroşe

    Jinek li ser rê dibîne ku kurikek rûniştiye çoyê xwe girtiye erdê xêz dike. Ev bala jinikê dikşîne, bi rûkenî jê dipirse: Ji bo çi erdê xêz dikî? Zarok: Ez erdê cenetê parsel dikim û difiroşim. Jinik zanibû ku erdê cenetê nayê firotan lê jê re: Ka parselekî bide min, ez ê pere bidim te Zarok dibêje: Parselek 20 baqnot …

  • 14 Sermawêz

    Qaçik

    Temî li we, li qaçika xwe miqate bin. Hûn nebêjin ma qaçik e û wê êşa wê çi be. Û ne tenê êşa wê, di ser da hetike jî. Her kes qerfê xwe dike. Kesên ku qaçikî bibe, bila berê xwe bidin seneya qoserê!   Merheba ji wer canik û camêrno. Berî niha bi çendakî tiştekî ecêb hate serê min. …

  • 11 Sermawêz

    Romaneke şer û çirûskek hêvî: Sîbera Şeva Tarî

    Mehmed Dehsiwar, nivîskarê vê romana bi navê Sîbera Şeva Tarî (Apec, 2022) li Swêdê dijî û karên xwe yê nivîskariyê li wir berdemam dike. Nivîskariya wî heta salên 1990an dirêj dibe, pirtûka wî ya pêşî di sala 1995an de derketiye: Çirîskên Rizgariyê. Trîlojiya wî ya ku ji sê pirtûkan yan jî sê romanan pêk tê: Şopa Xeterê (2017), Çepera Giran (2019) û beşa dawî jî Berbanga Şevînê (2020) li …

  • 8 Sermawêz

    Du Lîstîkên Kurdî

    Peyvên Kurdî Aplîkasyona ‘Peyvên Kurdî’ ji gelek zimanan pêk tê. Her zimanek ji gelek astan pêk tê. Heya astek neqede astên din qufilkirî dimînin. Dema mirov astan diqedîne, mirov dibe xwediyê jeton û pûanan. Ji bo her dîtina peyvan pûan tê daîn. Weke din di hûndirê aplîkasyonê de dide ku lîstikvan fêrî Kurdî bibe. Yên ku dixwazin Kurdiya(Kurmancî û zazakî) …

  • 8 Sermawêz

    Nexşeya Rewanê Bêdengiyê çapa duyem derket

    Pirtûka ku çapa ewil di 2021an de li Ewropa derketibû careke din ji aliyê weşanxaneya me ve çap bû. Helbêsta Mizgîn Hesko dengê balindeyê foneks û Sîmirê sih reng e, ji Zagrosan ber bi esmanê xwedavendan ve fîxara kurdî bilind dike. Xwe jinûve Ji xweliya welatê xwe diafirîne û ji xerîbiyê gazî dike divêje;   Hîn li wir im Balendeyê …

  • 8 Sermawêz

    Evîna Germ, Mirina Sar

    Ruştî xortekî zerîn, çavên wî hişîn, porên wî çûr, bejnbilind, bi pal û pişt û bi dest û pê bû. Bejn û bala wî û girêdan û timtêla wî bi dilên merivan bû. Bi gorî rêzik û rêzanên civakê tevdigerîya û cîwanekî rûnerm, delal û zîrek bû. Birayê çar qîz û sê lawan bû. Çawa hezkirîyê malbata xwe bû wisa …

  • 7 Sermawêz

    Destarê hizrê robarê hişîn

    Pa çi kesî ji me bizmar li felekê nedane, lê nekutane.. em hemû rêwiyên ‘wê rêkê’ ne. Wê rêka nehatnaveyê.. Li ser serdera goristanê ev nivîs hebû.  Rêzika moriyan dadabû ser kitêba wê û mîna şirîdeke dirêj dikişiyan. Bû pinepina lêvên wê yên ji tîhna mîna deştekî ziwa terikî û tîş tîş bûyî, “Gelî morî moristanan. Hêdî hêdî hilkişin ji …

  • 6 Sermawêz

    Beq û Şivan

    Çi hebu ye çi tunebu ye. Li gundekî Şivanek hebu ye. Wî her sibê li berbangê, pezê xwe dibirîye çêrandine û li dora nîvro jî, li hêla çemekî av dida ye û mexel dikirî ye. Rojekê dîsa Şivên pezê xwe li hêla çem mexel kirî ye û bi bilûra xwe jî ji kilamên dila lêxistî ye. De tu were, ji …

  • 4 Sermawêz

    Av û hewa

    Wî wextî gel derdiket duayên baranê. Rîtuelên me jî hebû û me weke strana digo; baranê bibar bibar, çivîka genimê te xwar… Lê niha hema bê her sal wiha hişkayî ye û êdî gel hew derdikeve duayan jî. Merheba ji wer canik û camêrno. Piştî demeke dirêj îro çend çilapekê baranê bi ser me de ket. Dem û demsal guheriye …