وَأَنْ لَيْسَ لِلِْنْسَانِ اِلَّ مَا سَعَى “Ji bo însan, Ji bil ked û xebata wî, tiştekî din jê re tune ye.” (Necm:39) Hem jî “cesaret û namûsa millî” ya ku sebeb û hamiyê her camêrî û fezîletê ye, ferman dike ku: Çawa ku we heta niha rê û mecra ji mêjî, ber bi dil ve vekir û wihareng aqil mezc û tevlî …
Sermawêz, 2022
-
23 Sermawêz
Hevoka nivîskî ya herî kevin li ser şeyekî hatiye nivîsandin
Bi alfabeya herî kevin hevoka ku hatiye nivîsandin ji aliyê arkeologan ve hat jihevderxistin. Nivîsekî herî kevin ku bi alfabeya Ken’anî hatiye nivîsandin û dîroka wê diçe 3 hezar û 800 sal berê ,piştî xebata 5 salan hat fêmkirin ku çiye. Nivîs, li ser şeyekî sipiya hatiye nivîsandin û tê gotin di wê çaxê de hevok gelek kurt dihatin nivîsandin. …
-
21 Sermawêz
Geşebûn û Peresîn di qonaxa pêşzayînê de
Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin. Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951) Di malzarokê de geşebûn û peresîna weçeyê wekî ducanî tê navkirin. Ji pîtîna xaneya hêkê, heta jidayikbûnê di pêvajoya ducaniyê de …
-
19 Sermawêz
Kurd û perwerdehî
– Mamosteyê kurdan kî ye? – Dewlet! Ma heke mamostê kurdan dewlet be îcar wê çawa mala kurdan xera nebe, hişê kurdan talan nebe? Mixabin, lê rastî ev e, em ji koledarê xwe (dewleta serdest) dixwazin azadiyê fêrî me bike. Em ew qasî ji rastiyê dûr û bê -hiş in. Dewlet di dibistanên xwe de -ku îdeolojîk û nijadperest in …
-
18 Sermawêz
Hemiyet û Xeyret
Pirs: Gelo dibe ku gelê Ermenî ji we mêrtir be? Bersiv: Nexêr, na! Dinya-alem şahid e ku nebûne û nabin jî. Pirs: Naxwe çima dema ku fedaiyekî wan bişewitanda, parçe-parçe jî bikirana, sirra xwe nedida der û hevalên xwe eşkere nedikirin? Lê ya we, eger kêrekê li mêrekî we bixin, yê temamê sirrên xwe bi xwîna xwe re bide der. Ev …
-
17 Sermawêz
Ji Nûbiharê Salnameya 2023an!
Nûbiharê salnameya xwe ya 2023an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û gelek tiştên din… Di rûyê pêş de jî; gotinên navdar …
-
17 Sermawêz
Gayê Belek
Mêşek pîs xwe bi xwîna gayekî qut û lawaz qelew kiribû, her ji danê sibhê ta demê cot û berdanê wî ew şerenqa xwe “ya ku ji serê derziyê ziravtir û ji neşterê tûjtir bû” di çermê wî re dikir; ji teniştê derdikir diçû di piştê re dikir, paşê firrek li xwe dida û bilind dibû ta ji ber çavan …
-
16 Sermawêz
Koka zimanê kurdî
Profesor V. Minorskyî [1] di nivîsareka xwe de ya ko wî di sala 1938-ê de li Brukselê pêşkêşî kongreya cîhanî ya 20-ê ya rojhilatnasan kiribû hemî belgeyên dîrokî, û hinek yên zimannasî, yên berdest li dor koka gelê kurd berçav kiribûn. Wî babetî pêwendiyeka rastûrast bi vê lêkolînê ve heye, çunkî heger koka kurdan misoger bihata zanîn, vekolîna dîroka zimanê wan dê …
-
16 Sermawêz
Tesîra analojiyê li ser şiklê peyvan
Di zimannasiyê de, bi taybetî di dengnasiyê de, mebest ji analojiyê anku wekhevkirinê ew e ku hin peyvên bi maneya xwe yan jî karê xwe wek hev, nêzîkî hev dibin. Ev nêzîkbûna wan hin caran dijî qeyd û bendên giştî yên dengnasî ye. Anku eger mirov li gor qeyd û bendên giştî yên dengnasî biçe, hingê guherînên ku di wan çêbûne nikarin li …
-
15 Sermawêz
Kovara “Zarî Kirmancî”
Kovara “Zarî Kirmancî” beyntarê serranê 1926-1932 de wextê hukumatê Kurdistanî yê Şêx Mehmûd Berzencî de Rewandiz de vejîyaya. Na kovare hetê Husên Hûznî Mukriyanî (1893-1947) ra bi kurdîya soranî neşr bîya. Pêro 24 hûmarî yê. Ma nameyê kovare ra fam kenê ke kurdê ke bi dîyalekta soranî qisey kenê, verê cû xo û ziwanê xo ra “kirmanc-kirmancî” vatêne. Eslê xo …