ziman

Adar, 2018

  • 24 Adar

    Gerstêrka Zaweyê (Mercury)

    Gerstêrka zaweyê (mercury) bi gelek aliyên xwe ve dişibe hîvê. Wekî hîvê atmosfera zaweyê jî nîn e û rûyê wê jî bi giranî çal in. Ji bilî van, îhtîmal heye ku di wexta welidîna zaweyê de jî wekî ya hîvê bûyerên pir tund rû dabin. Zawe ji rojê re nêziktrîn gerstêrk e û li Zagona Keplera Sêyemîn dike (zagona peryoda …

  • 24 Adar

    Fêrbûna Kurdî Ne Karê Her Kesî Ye!

    Bêguman, fêrbûna her zimanekî di nava xwe de zehmetiyek dihewîne ku gelek caran kesên bixwazin fêrî zimanekî bibin, dibe ku dev ji wî karî jî berdin. Lê di rastiyê de, di vê serdema teknojiyê de fêrbûna zimanekî, ji dema berê hêsantir bûye. Wekî xebatên çalak, li cihanê fêrbûna zimanan di asta bilind de ye. Edî zimanekî tenê têre nake. Jixwe …

  • 23 Adar

    Kurd Çima Naxwînin?

    Xiyala xwe bidin civaka Kurdan li Bakurê welêt, hinekî ji xwere biponijin, li derdora xwe temaşe bikin û destê xwe deynin ser wijdana xwe; bi rastî hûnê wê gavê pêrgî rastiyên civakame yên ku tehlin, him ji bona xwe û him jî ji bona mirovên Kurd bibin. Weke kurdperwerekî hûnê çawa van rastiyan şirove bikin? Ma gelo seqa li gora heqa ye? Hûnê li …

  • 23 Adar

    Di Romana Şivanê Kurmanca de Peyvên Dubarekirî

    Dema min çend rûpelê pêşî ên Şivanê Kurmanca (Lîs, 2009) xwend, pirbûna peyvêd dubarekirî bala min kişand. Her pê de çûm min binê wan xêz kir û hejmareke ecêp derket holê. Min çend romanên di roja me de jî hatine nivîsandin jî xwend, hejmara dubarekirinan hinde zêde nebûn. Hinek li ser vê fikirîm. Gelo ji bo çi nehe hinde zêde …

  • 21 Adar

    Şîretên Mîr Celadet Alî Bedirxan ji nifşên nû re

    Gelek beş û curên edebiyatê hene ku yek ji wan “Edebiyatên Şîretan” yan şîretmendî ye. Helbet şîret ji aliyê kesên hêja û qedirbilind ve tên gotin yan nivîsandin daku sûda wan bigihe beşê herî mezin yê gencên Kurd. Yek ji şîretkarên Kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan bû. Mîr Celadet di warê zimanê Kurdî û xebata ji bo Kurdîtiyê de, gelek …

  • 20 Adar

    Êş û birîna mezin: Helebçe

    16ê Adara 1988an li Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas a din bin îdareya dîktatorê Iraqê Sedam Husên ve ji hovtirîn jenosîdên cîhanê hat pêk hat. Li gor amarên fermî di vê jenosîda di bin îdareya ‘Eliyê Kimyewî’ ku weke Qesabê Kurdan jî tê naskirin de hat kirin de 5 hezar Kurd hatin qetilkirin. 30 sal di ser kimyabarankirina Helebçeyê …

  • 17 Adar

    Şêladizê…Hemwelatiyekê xaniyê xwe kiriye ciheke çandî û geştyarî!

    Hemwelatiyek nehya Şêladizê ya ser bi qeza Amediyê cîheke taybet bo xwe çêkiriye û xaniyê kiriye cîheke çandî û baxçe û dizaynek xweşik lê pêkanî ye û şev û roj geştyar serdana wî dikin. Xwediyê wî xaniyê çandî Newzad Binyanîn Rêkanî ji BasNewsê re ragehand, xanî ji bo şev bi awayek çandî û dizayneke xweşik hatiye çêkirin û geştyarên bêhtir …

  • 16 Adar

    Fîlma “The Deminer” a derbarê jiyana pêşmergeyekî de xelat wergirt

    Belgefîlma “The Deminer“ a derbarê jiyana pêşmergeyekê mînhelgir de ku sînemakarekî Kurd karê derhêneriya wê kiriye, xelata baştirîn fîlm di festîvala fîlman a Pragê de wergirt.   Doh 14ê Adarê û li Prag a paytextê welatê Çekyayê, belgefîlma “The Deminer“a derbarê ezmûna jiyana pêşmergeyê mînhelgir Faxir Berwarî de, xelata baştirîn fîlmê di 20mîn festîvala “One World International Film Festival” wergirt.   Ev fîlm ji …

  • 16 Adar

    Dûnya ya Bozo (Çîrok)

    (Balkêşî: Di vê çêrokê de ezê gotinên jargon, qelew, gotinê sûkê û yên wek sixêfan, bikar bînim û herweha bi gotinan bilehîzim. Sedema vê yekê ew e da ku ew gotin bibin wek ”xwê û buxaratên” vê çêrokê. Ji ber vê yekê di pêşiyê de efûya xwe dixwazim.) Dr.Cuwan Heqi  Em werin ser çêroka xwe: Bêguman gelek ji we weku min …

  • 14 Adar

    Ênzîklopêdiya Zargotona Kurda

    Van roja ji zanyarê meyî bi nav û deng: Prof. dr. Celîlê Celîl min diyarîke gelekî giranbiha: șeș cildê Ênzîklopêdiya Zargotona Kurda /EZK/, bi dîzayneke maqûl, șêwekî  profîsyonal weșabdî stend. Her cild /bend/ bi 600-700 perî ye. Mirov hewas dike weșena wan cildên delal mêzeke. Min zanibû, ku eva çend sale zanyar, serokê  Înstîtûta kurdzanîyê  (Austrya, Eichgraben)  li ser wî …